Îzin Nede ku Hezkirina Te Sar Bibe
“Bi zêdebûna neheqiyê, hezkirina gelekan wê sar bibe” (MET. 24:12).
KILAM: 38, 128
1, 2. a) Metta 24:12 ewilî ji bo kê hatibû gotin? b) Kitêba Karên Şandiyan çawa nîşan dike ku hezkirina piraniya şagirtên Îsa sar nebû? (Li resmê ewilî binêre.)
ÇAXA Îsa nîşana “dawiya dinyayê” da, wî got ku “hezkirina gelekan wê sar bibe” (Met. 24:3, 12). Di sedsala yekê de, Cihûyên ku xwe wek xizmetkarên Xwedê didît îzin da ku hezkirina wan ji Xwedê re sar bibe.
2 Di aliyê din de, piraniya şagirtên Îsa bi xebata belavkirina mizgîna der heqê Mesîh de mijûl dibûn û dev ji hezkirina Xwedê, xwişk û birayan û kesên nebawermend bernedida (Kar. 2:44-47; 5:42). Lê mixabin, hezkirina hin şagirtên Îsa yên sedsala yekê sar bûbû.
3. Dibe ku hezkirina hin şagirtên Îsa çima sar bû?
3 Piştî Îsa ji miriyan hat rakirin û çû ezmanan, wî ji şagirtên xwe yên li bajarê Efesê wilo got: “Lê belê gazineke min ji te heye: ‘Te dev ji hezkirina xwe ya pêşî berdaye’” (Pey. 2:4). Gelo sebeb çi bû? Dibe ku ew şagirtên Îsa li bin bandora zîhniyeta nefsanî mabûn (Ef. 2:2, 3). Mîna gelek bajarên îro, Efes li sedsala yekê bi xerabiyê tije bû. Efes pir dewlemend bû, û mirovên ku li wî bajarî dijiyan ji şatafat, rihetî û kêfê pir hez dikirin. Xuya ye ku li wê derê, zewqên xweperest ji hezkirina fedakar re cih nehiştibû. Ji xeynî vê, mirov li wê derê bêterbiye û bêexlaq bûn.
4. a) Îro hezkirina gelekan çawa sar bûye? b) Dibe ku hezkirina me ji kîjan aliyan ve bê ceribandin?
4 Gotinên Îsa yên der heqê sarbûna hezkirinê de îro jî tên cih. Îro hezkirina Xwedê her ku diçe winda dibe. Bi milyonan kes ji Xwedê dûr ketine û baweriya xwe bi teşkîlatên beşerî tînin ku ew derdên dinyayê çareser bikin. Bi rastî jî hezkirina mirovên ku ji Yehowa Xwedê re îbadet nakin gav bi gav sar dibe. Wekî ku halê civata Efesê nîşan dide, îro jî talûke ev e ku şagirtên Îsa tenê bi kêfa xwe bin û îzin bidin ku hezkirina wan sar bibe. Dibe ku hezkirina me çawa bê ceribandin? Di vê meqaleyê de, emê li ser van mijaran şêwir bikin: 1) Hezkirina Yehowa, 2) hezkirina rastiya Kitêba Pîroz, 3) hezkirina xwişk û birayên me.
HEZKIRINA YEHOWA
5. Gerek em çima ji Xwedê hez bikin?
5 Berî ku Îsa got ku hezkirin wê sar bibe, wî bala me kişandibû li ser hezkirina herî muhîm. Wî wilo got: “‘Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hişê xwe hez bike’. Emrê pêşî û mezin ev e” (Met. 22:37, 38). Eger hezkirina me ji Xwedê re xurt be, ev yek wê alî me bike ku em guhdariya qanûnên Yehowa bikin, sebir bikin û ji xerabiyê nefret bikin (Zebûr 97:10 bixwîne). Lê belê Şeytan û dinyaya wî her tiştî dikin ku hezkirina me ji Xwedê re sist bibe.
6. Netîceya windabûna hezkirina Xwedê çi ye?
6 Fikrên dinyaya îroyîn ên li ser hezkirinê pir şaş in. Gelek kes ne ji Afirandêr, lê tenê ji xwe hez dikin (2. Tîm. 3:2). Ji ber ku dinya li bin destê Şeytan e, ew “xwesteka nefsê, xwesteka çavan û quretiya maldariyê” teşwîq dike (1. Yûh. 2:16). Pawlosê şandî şagirtên Îsa hişyar kirin ku ew nakevin ber bayê xwestina bedenê. Wî ji wan re wilo got: “Dawiya fikirîna li gor nefsê mirin e . . . Çimkî fikirîna li gor nefsê dijminahiya li hember Xwedê ye” (Rom. 8:6, 7). Bi rastî jî, kesên ku her tim tenê pey maldariyê û xwestinên cinsî dikevin nagihîjin miraza xwe û serê xwe dixin belayê (1. Kor. 6:18; 1. Tîm. 6:9, 10).
7. Îro ji bo şagirtên Îsa çi talûke heye?
7 Li hin welatan, armanca fikrên ateîst, agnostîk û tekamûlparezan ne tenê ev e ku mirov ji Xwedê hez nekin, lê ku mirov bawer bikin ku Xwedê tune. Wan gelek kes îqna kirine ku mirovên ku bawer dikin ku Afirandêr heye an cahil in an jî bêaqil in. Wekî din, ew pir hurmet didin zanyaran, û mirovan ji Afirandêr dûr dixin (Rom. 1:25). Eger em guh bidin fikrên wilo, dibe ku em bi zeman re ji Yehowa dûr bikevin û hezkirina me sar bibe (Îbr. 3:12).
8. a) Gelek xizmetkarên Yehowa li kîjan zorahiyan rast tên? b) Zebûr 136 me çawa teselî dike?
8 Diltengî dikare bibe sebeb ku baweriya me sist bibe û hezkirina me ji Xwedê re sar bibe. Car caran, tiştên ku di vê dinyaya xerab de tên serê me dikarin me aciz bikin (1. Yûh. 5:19). Dibe ku em seba extiyarî, nexweşî an bêperetiyê xem dikişînin. An jî dibe ku em xwe neçar dibînin, hêviyeke me nehatiye cih an ji ber şaşiyên xwe xemgîn in. Eger wilo be, gerek em nefikirin ku Yehowa em tenê hiştine. Na, gerek em li gotinên teseliyê bînin bîra xwe. Mesela, Zebûr 136:23 wilo dibêje: “Yê ku di tengahiya me de, me bibîr tîne ew e; kerema wî her û her e!” Belê, Yehowa her tim ji me hez dike. Em dikarin bawer bin ku ew ‘hawara me dibihîze’ û cewab dide me (Zeb. 116:1; 136:24-26).
9. Pawlos çawa karibû hezkirina xwe ji Yehowa re xwedî bike?
9 Mîna zebûrbêj, Pawlos jî anî bîra xwe ku Yehowa çawa her daîm alî wî dikir, û vê yekê qewet dida wî. Pawlos wilo nivîsî: “Xudan alîkarê min e, ez natirsim. Mirov wê çi bi min bike?” (Îbr. 13:6). Ji ber ku Pawlos pişta xwe dabû Yehowa, wî karibû serî bi derdên jiyanê re derxîne. Wî îzin nedida ku rewşên xerab cesarata wî bişkînin. Bi ser de, çaxa ew mehbûs bû, wî çend nameyên teşwîqê nivîsîn (Ef. 4:1; Flp. 1:7; Flm. 1). Belê, gava halê Pawlos xerab bû, wî dîsa jî hezkirina xwe ji Xwedê re xwedî dikir. Wî ev qewet ji ku distand? Ew her daîm bi “Xwedayê hemû handanê”, yê ku “di her tengahiya me de hanê dide me”, bawer bû (2. Kor. 1:3, 4). Em çawa dikarin Pawlos ji xwe re bikin nimûne û hezkirina xwe ji Yehowa re xwedî bikin?
Ji Yehowa hez bike (Li paragrafa 10an binêre)
10. Em çawa dikarin hezkirina xwe ji Yehowa re xwedî bikin?
10 Ji bo ku hezkirina me ji Yehowa re xurt bimîne, gerek em van gotinên Pawlos bikin: “Bê rawestin dua bikin.” Paşê jî wî wilo nivîsî: “Di duayê de bi xîret bin” (1. Sel. 5:17; Rom. 12:12). Ji bo dostiya me bi Xwedê re, îrtibata bi navgîniya duayê pir muhîm e (Zeb. 86:3). Yehowa “duayan dibihîze”. Gava em dilê xwe ji Bavê xweyî ezmanî re vedikin – ne bi lez, lê bi berfirehî – em nêziktirî wî dibin (Zeb. 65:2). Wekî din, çaxa em dibînin ku Yehowa çawa cewaba duayên me dide, emê jê hê zêdetir hez bikin. Bi vî awayî, emê fehm bikin ku Yehowa bi rastî “nêzikî wan hemûyan e, ku bang dikinê” (Zeb. 145:18). Eger em bawer bin ku Yehowa ji me hez dike û alî me dike, emê karibin saxlem bisekinin gava baweriya me ji nû ve bê ceribandin.
HEZKIRINA RASTIYA KITÊBA PÎROZ
11, 12. Em çawa dikarin hezkirina rastiya Kitêba Pîroz zêdetir bikin?
11 Em şagirtên Îsa ne, û em pir qîmet didin rastiyê. Em bawer in ku Peyva Xwedê kaniya rastiyê ye. Îsa di duaya xwe de ji Bavê xwe re wilo got: “Peyva te rastî ye” (Yûh. 17:17). Ji ber vê yekê, ji bo ku em ji rastiyê hez bikin, gerek em Peyva Xwedê rind bielimin (Kol. 1:10). Zanîn muhîm e, lê bi tenê ne kafî ye. Zebûr 119 rêyî me dide ku hezkirina rastiya Kitêba Pîroz çawa tê nîşan dayîn (Zebûr 119:97-100 bixwîne). Gelo em her roj heta êvarê li ser gotinên Kitêba Pîroz kûr difikirin? Eger em bala xwe bidin ku em çawa dikarin gotinên Kitêba Pîroz di jiyana xwe de bixebitînin, emê ji wan zêdetir hez bikin.
12 Zebûrbêj wilo jî got: “Çiqas bi min şîrîn in peyvên te, ji devê min re ji hingiv şîrîntir in gotinên te” (Zeb. 119:103). Em jî dikarin şîrîniya xwarinên ruhî, yên ku em ji teşkîlata Xwedê distînin, tehm bikin. Eger em îzin bidin ku “gotinên xweş” ên rastiyê li ser zimanê me bimînin, emê karibin wan bînin bîra xwe û wan bi kar bînin gava em alî kesên din bikin (Waiz 12:10).
13. Yêremya çi kir ku ji rastiya Nivîsarên Pîroz hez bike, û tesîra vê li ser wî bû çi?
13 Yêremya pêxember ji rastiya Nivîsarên Pîroz hez dikir. Tesîra peyva Xwedê li ser dilê wî bû çi? Wî wilo got: “Gotinên te hatin dîtin û wan xwarim û gotinên te ji min re bûn kêfxweşî û ji dilê min re bûn şabûn; ji ber ku ez bi navê te ve tême bang kirin, ya Xwedayê artêşan XUDAN” (Yêr. 15:16). Yêremya gotinên Xwedê wekî ku dixwarin, yanî ew li ser wan kûr difikirî. Bi vî awayî, wî fehm kir ku çi keremeke mezin e ku navê Xwedê li ser wî ye. Gelo em jî ji rastiya Kitêba Pîroz hez dikin û fehm dikin ku çi keremeke mezin e ku navê Xwedê li ser me ye û em dikarin di van rojên dawîn de mizgîna Padîşahiyê belav bikin?
Ji rastiya Kitêba Pîroz hez bike (Li paragrafa 14an binêre)
14. Em çawa dikarin ji rastiya Kitêba Pîroz zêdetir hez bikin?
14 Ji xeynî xwendina Kitêba Pîroz û weşanên der heqê Kitêba Pîroz de, em çawa dikarin hezkirina xwe ji Kitêba Pîroz re xurttir bikin? Mesela, eger em her tim herin civînan, hezkirina me ji Kitêba Pîroz re wê zêdetir bibe. Bernameya heftane ya lêkolîna Kitêba Pîroz a bi alîkariya Birca Çavdêriyê ji bo perwerdeya me pir muhîm e. Ji bo ku em ji vê bernameyê feyde bibînin, gerek em ji bo Lêkolîna Birca Çavdêriyê rind haziriyê bikin. Mesela, em dikarin hemû ayetên ku di meqaleyên lêkolînê tên nîşan dayîn, bixwînin. Tu dikarî Birca Çavdêriyê ji malpera jw.org daxî an bi gelek zimanan li ser JW Library bixwînî. Di hin formatên elektronîk de, tu dikarî ayetan rasterast vekî. Metoda te çi be jî, tiştê muhîm ev e ku tu van ayetan bi dîqat bixwînî û li ser wan kur bifikirî ku hezkirina te ji rastiya Kitêba Pîroz re zêdetir bibe (Zebûr 1:2 bixwîne).
HEZKIRINA XWIŞK Û BIRAYÊN ME
15, 16. a) Li gor Yûhenna 13:34, 35, gerek em çi bikin? b) Hezkirina xwişk û birayan bi hezkirina Xwedê û hezkirina Kitêba Pîroz ve çawa girêdayî ye?
15 Li roja dawîn a ku Îsa li ser erdê bû, wî ji şagirtên xwe re wilo ez: “Ez emrekî nû didim we: Ji hevdû hez bikin. Wek ku min ji we hez kir, hûn jî ji hevdû hez bikin. Bi vê yekê hemû wê bizanin ku hûn şagirtên min in, eger hûn ji hevdû hez bikin” (Yûh. 13:34, 35).
16 Hezkirina xwişk û birayan bi hezkirina Yehowa ve girêdayî ye. Em nikarin tenê ji xwişk û birayên xwe an tenê ji Xwedê hez bikin. Yûhennayê şandî wilo got: “Yê ku ji birayê xwe yê ku dibîne hez neke, nikare ji Xwedayê ku nabîne hez bike” (1. Yûh. 4:20). Wekî din, hezkirina Yehowa û hezkirina xwişk û birayan bi hezkirina Kitêba Pîroz ve girêdayî ye. Çima? Kesekî ku ji rastiya Kitêba Pîroz hez dike wê bi dilxwazî guh bide emrên Nivîsarên Pîroz ku gerek em hem ji Xwedê hem jî ji xwişk û birayên xwe hez bikin (1. Ptr. 1:22; 1. Yûh. 4:21).
Ji xwişk û birayan hez bike (Li paragrafa 17an binêre)
17. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em bi rastî ji xwişk û birayên xwe hez dikin?
17 1. Selanîkî 4:9, 10 bixwîne. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em bi rastî ji xwişk û birayên xwe hez dikin? Mesela, em dikarin xwişk an birayekî extiyar bibin civînan. An jî em dikarin alî jinebiyekê bikin gava li mala wê tamîrek derdikeve (Aqûb 1:27). Ciwan be an extiyar be, xwişk û birayên me yên ku ketine depresyonê an li tengasiyên din rast hatine hewceyî eleqe, teşwîq û teseliya me ne (Mtl. 12:25; Kol. 4:11). Belê, gava em bi gotin û kirinên xwe ji “xwişk û birayên bawermend” re dibin destek, em wilo nîşan didin ku em bi rastî ji wan hez dikin (Gal. 6:10).
18. Çi wê alî me bike ku em îxtilafên biçûk hel bikin?
18 Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû ku “di rojên dawîn de” mirov wê bibin xwehez û çavbirçî (2. Tîm. 3:1, 2). Loma gerek em xîret bikin ku hezkirina xwe ji Xwedê re, ji rastiya Kitêba Pîroz re û ji hevdû re xurttir bibe. Dibe ku nava me û xwişk û birayên xwe îxtilafên biçûk bên meydanê. Lêger eger em îxtilafên wilo bi hezkirinê hel bikin, tevahiya civatê wê feyde bibîne (Ef. 4:32; Kol. 3:14). Ji ber vê yekê, bila hezkirina me sar nebe! Bila em her daîm ji Yehowa, ji Peyva wî û ji xwişk û birayên xwe ji dil hez bikin!