KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • wp20 no. 3 r. 11
  • Guhdariya Xwedê Bike û Bereketan Bistîne

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Guhdariya Xwedê Bike û Bereketan Bistîne
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2020
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • 1. EMÊ BIHÎKMET BIBIN
  • 2. EMÊ DILXWEŞ BIBIN
  • Gelo Tu “ji bo Îtaetkirinê Hazir” î?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2020
wp20 no. 3 r. 11
Malbatek bi hev re wexteke xweş derbas dike. Dê bi qîzeke xwe re li mutbexê xwarinê hazir dike. Bav bi qîza xwe ya din re li odeya rûniştinê li albûma sûretan mêze dike.

Guhdarîkirina li emrên Xwedê, me dilxweş dike

Guhdariya Xwedê Bike û Bereketan Bistîne

Mûsa pêxember gotibû ku eger em guh bidin emrên Xwedê, emê xêr û bereketa wî bistînin (5. Mûsa 10:13; 11:27). Em ne ji bo tirsa cezayê guhdariya Xwedê dikin. Em guh didin Xwedê ji ber ku em ji wî û sifatên wî hez dikin û naxwazin tiştekî bikin ku dilê wî biêşîne. “Hezkirina Xwedê ev e, ku em emrên wî bînin cih” (1. Yûhenna 5:3).

Lê, eger em guhdariya Xwedê bikin, emê kîjan bereketan bistînin? Bala xwe bidin van her du bereketan.

1. EMÊ BIHÎKMET BIBIN

“XUDAN Xwedayê te, ê ku tiştê qenc fêrî te kiriye, di rêya ku tuyê bimeşe de te ajotiye ez im” (ÎŞAYA 48:17).

Yehowa Xwedê em xuliqandine, ji ber vê yekê ew me nas dike û rêberiya ku ji me re lazim e, dide me. Ji bo ku em qerarên bihîkmet bidin, gerek em ji Kitêba Pîroz bielimin ku Xwedê ji me çi dixwaze û jiyana xwe li gor daxwaza Xwedê bajon.

2. EMÊ DILXWEŞ BIBIN

“Xwezî bi wan ên ku peyva Xwedê dibihîzin û pêk tînin!” (LÛQA 11:28).

Îro, bi milyonan însan li gor Peyva Xwedê dijîn, û bi rastî dilxweş in. Mesela, bala xwe bidin zilamekî li Îspanyayê. Ew pir zû bihêrs diket û ji kesên din re, heta ji jina xwe re jî, xerab bû. Rojekê wî di Tewratê de xwend û dît ku Ûsivê lawê Aqûb yekî pir dilnerm bû. Ûsiv wek xulam hatibû firotin û bi neheqî zindankirin. Lê dîsa jî, ew di vî halê xerab de dilrehm, aştîhez û dilnerm bû (1. Mûsa, beşên 37-45). Zilamê li Îspanyayê wisa dibêje: “Ez li ser Ûsiv fikirîm. Mîsala wî dilê min xurt kir ku ez bibim yekî dilnerm, qenc, û xwe baştir kontrol bikim. Û niha, ez pir dilxweş im.”

Rêberiya Kitêba Pîroz nîşanî me dide ku gerek em ji kesên din re çawa bin. Ji bo zêdetir melûmatan, bala xwe bidin meqaleya bê.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne