KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb18 Sibat r. 7
  • Di Xizmetê de Hunerên Xwe bi Pêş Bixe – Pirsan Bipirse

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Di Xizmetê de Hunerên Xwe bi Pêş Bixe – Pirsan Bipirse
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2018
  • Malzemeya Eleqedar
  • Bikaranîna Pirsan
    Xwendin û Hînkirina Xwe bi Pêş Bixe
  • Kitêba Pîroz Çawa Dikare Jiyana Te Xweştir Bike?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Kitêba Pîroz Çawa Dikare Jiyana Te Xweştir Bike?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz – Dersên Pêşîn
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2018
mwb18 Sibat r. 7

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Di Xizmetê de Hunerên Xwe bi Pêş Bixe​– Pirsan Bipirse

ÇIMA MUHÎM E? Fikrên dilê mirovan “mîna avên kûr in”, û pirsên me jî mîna dewlikê ye, a ku van fikran derdixe meydanê (Mtl 20:5). Bi saya pirsan, em dikarin guhdarên xwe bipeyivînin. Cewabên pirsên munasîb carinan dikarin alî me bikin ku em guhdarên xwe rindtir fehm bikin. Pirsên Îsa pir bitesîr bûn. Em çawa dikarin wek wî bikin?

Îsa ji şagirdekî xwe pirsekê dipirse

GEREK TU ÇI BIKÎ?

  • Bi pirsên xwe fikir û ramanên guhdarên xwe fehm bike. Ji bo ku ew fikir û ramanên şagirtên xwe fehm bike, Îsa çend pirsên ku bi hev ve girêdayî ne, dipirsîn (Mt 16:13-16; be-E 238 par. 3-5). Tu dikarî kîjan pirsan bipirsî ku tu fikir û ramanên guhdarên xwe fehm bikî?

  • • Bi pirsên xwe guhdarên xwe bigihîne netîceyê. Ji bo rastkirina fikrên Petrûs, Îsa çend pirs pirsîn û cewabên muhtemel dan wî. Bi vî awayî, wî alî Petrûs kir ku ew bigihîje netîceya rast (Mt 17:24-26). Tu dikarî bi kîjan pirsên xwe alî guhdarên xwe bikî ku ew bigihîjin netîceya rast?

  • Pesnê guhdarên xwe bike. Piştî ku şerîetzanekî “bi aqilmendî bersîv da”, Îsa pesnê wî da (Mq 12:34). Tu çawa dikarî pesnê kesekî bidî, yê ku cewab dide pirsekê?

Hurmetdar be. Mertebeya me, ne wek mertebeya Îsa ye. Loma gerek em hurmetê bidin însanan – bîlhesa kesên mezin, mirovên ku em nas nakin û wezîfedarên dewletê (1Pt 2:17).

LI PARA YEKÊ YA VÎDEOYA BIKE EW, ÇI KU ÎSA DIKIR: HÎN KE (BI KURMANCIYA QAFKASYAYÊ) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Melûmata ku ev bira dide xwendekarê xwe her çi qas rast be jî, metoda wî ya elimandinê çima ne munasîb e?

  • Çima lazim e ku em ne tenê melûmatê bidin mirovan?

LI PARA DIDUYAN A VÎDEOYA BIKE EW, ÇI KU ÎSA DIKIR: HÎN KE (BI KURMANCIYA QAFKASYAYÊ) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Birayê li vîdeoyê bi pirsên xwe çawa alî xwendekarê xwe dike?

  • Em dikarin kîjan aliyên din ên metoda wî ya elimandinê ji xwe re bikin nimûne?

Gava metoda elimandinê nebaş e, mirov aciz dibe; Gava metoda elimandinê baş e, mirov rastiyê rind fehm dike

Metoda me ya elimandinê li ser kesên din çawa tesîr dike? (Lq 24:32)

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne