XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | KARÊN ŞANDIYAN 1-3
Ruhê Pîroz li ser Şagirtên Îsa Tê Rijandin
Gelek Cihûyên ku li roja Pentîkostê ya sala 33an a P.M. li Orşelîmê hazir bûn, ji welatên din hatibûn (Kar 2:9-11). Ew her çi qas bi Qanûna Mûsa ve girêdayî bûn jî, dibe ku emrê wan bi temamî li welatên din derbas bûbû (Yêr 44:1). Dibe ku hinek ji wan ne wek Cihûyan, lê wek mirovên ji miletên din xeber dida û xuya dikir. Gava 3.000 ji wan hatin bin av kirin, civata şagirtên Îsa ji nişka ve reng bi reng bû. Her çi qas koka wan cuda bû jî, ew “her roj bi hev re di Perestgehê de diciviyan” (Kar 2:46).
Tu çawa dikarî bi van kesan ji dil eleqedar bibî?
Mirovên xerîb, ên ku li herêma te dijîn
Xwişk û birayên xerîb, ên ku li civata te ne