KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb18 Mijdar r. 8
  • Li Herêmên Pirzimanî Hevkariyê Bike

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Li Herêmên Pirzimanî Hevkariyê Bike
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2018
  • Malzemeya Eleqedar
  • Mizgînê Bigihîne Her Kesî
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
  • Di Xizmetê de Hunerên Xwe bi Pêş Bixe; Li Warê Xwe Bigihîje Her Kesî
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2017
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2018
mwb18 Mijdar r. 8

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Li Herêmên Pirzimanî Hevkariyê Bike

Jin û mêrek rastî zilamek û kurê wî tên, ên ku bi zimanekî din dipeyivin

Gelek mirov rind guh didin mizgîna Padîşahiyê gava ew mizgînê bi zimanê xwe dibihîzin. Dibe ku seba vê, li roja Pentîkostê ya sala 33an a P.M., Yehowa dixwest ku “Cihûyên Xwedêtirs ên ji hemû miletên ser rûyê erdê” mizgînê bi “zimanê xwe yê dê” bibihîzin – her çi qas wan bi îhtimaleke mezin zimanê Îbranî an Yewnanî jî dizanibûn (Kar 2:5, 8). Îro, li hin herêman mizgîn bi çend zimanan tê belav kirin. Helbet lazim e ku her kes mizgînê bibihîze. Dîsa jî, eger mizgînvanên ji civatên cuda cuda herin eynî malan, dibe ku xwediyên malan aciz bibin. Ji ber vê yekê, hevkariyeke baş lazim e!

  • Telefona mobîl

    Şêwir bike (Mtl 15:22): Wê baş be ku nazirên xizmetê bi hev re şêwir bikin û ji bo belavkirina mizgînê sîstemeke minasib çêkin. Eger li herêma te civateke bi zimanekî din hebe û kesên ku bi vî zimanî dipeyivin hindik bin, dibe ku ev civat bixwaze ku tu neçî malên ku bi zimanê wan dipeyivin. Lê eger herêm pir mezin be û ew nikaribin bigihîjin her kesî, dibe ku ew ji te bixwazin ku tu herî hemû malan û melûmatê bidî wan eger kesek bixwaze Kitêba Pîroz hîn be (od-E 93 par. 37). An jî dibe ku ew bixwazin ku mizgînvanên civata te adresên kesên ku bi zimanê wan dipeyivin, bibînin û bidin wan (km-E 7/12 5, çarçove). Ji bîr neke ku li hin malan, mirov bi çend zimanan dipeyivin. Wekî din, di xizmeta xwe de guhdariya qanûnên parastina daneyan bike.

  • Xaniyên li herêmê

    Hevkariyê bike (Ef 4:16): Wê baş be ku tu xizmeta xwe li gor rêberiya nazirê xizmetê bikî. Gelo yek ji xwendekarên te zimanekî din baştir fehm dike? Ji bo ku ew zûtir bi pêş ve here, wê belkî baş be ku civat an komeke ku bi zimanê wî dipeyive, kursa wî îdare bike.

  • Hilbijartina zimanan

    Haziriyê bike (Mtl 15:28; 16:1): Eger tu rastî kesekî bêyî, yê ku bi zimanekî din dipeyive, çi ji destê te tê bike ku tu mizgînê bidî wî. Wê baş be ku tu wergerên Kitêba Pîroz û vîdeoyên bi zimanên kesên ku li herêma te dijîn, ji berê de daxî. Wekî din, bi alîkariya sepana JW Language, tu dikarî bi cure cure zimanan silavan hîn bî.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne