XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | 1. MÛSA 6-8
‘Nûh Wisa Kir’
6:9, 13-16, 22
Bîne ber çavê xwe ku ji bo Nûh û malbata wî, çêkirina gemiyê îşekî çi qas mezin bû, çimkî li wê demê hacet û metodên modern tune bûn.
Gemî pir mezin bû: Dirêjahiya wê weke 133 metre, firehiya wê weke 22 metre û bilindahiya wê weke 13 metre bû.
Lazim bû ku ew daran bibirin û bar bikin.
Lazim bû ku ew hundir û derveyî gemiyê zîft bikin.
Lazim bû ku di gemiyê de ji bo Nûh, malbata wî û heywanan ji bo salekê têra xwe xwarin hebe.
Projeya çêkirina gemiyê weke 40-50 salan kişandin.
Ev serpêhatî çawa dikare cesaretê bide me gava em difikirin ku em nikarin wezîfeya ku Yehowa dide me bînin cih?