XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | 2. MÛSA 4-5
“Li Dema ku Tuyê Bipeyivî, Ezê bi Te re Bibim”
4:10-15
Bi alîkariya Yehowa, Mûsa serî bi bêcesaretiya xwe re derxist. Em dikarin ji gotinên Yehowa, yên ku wî ji Mûsa re gotin, çi bielimin?
Gerek em bi zêdeyî bala xwe nedin kêmasiyên xwe.
Em dikarin bawer bin ku Yehowa wê li gor hewcedariyên me alî me bike ku em wezîfeyên xwe bînin cih.
Eger baweriya me xurt be, emê ji mirovan netirsin.
Yehowa çawa alî min kiriye ku ez serî bi tengasiyên xizmetê re derxînim?