XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | 2. MÛSA 15-16
Bi Stranan Navê Yehowa Birûmet Bike
15:1, 2, 11, 18, 20, 21
Muzîk dikare li ser fikir û hîsên me tesîr bike. Li îbadeta me, stran roleke pir muhîm dilîze.
Piştî ku Îsraêlî li Behra Sor hatin xelas kirin, Mûsa û Îsraêliyan bi stranekê pesnê wî da.
Dawid Padişah 4.000 zilam wek muzîkvan û stranbêj tayîn kirin.
Li şeva berî mirina xwe, Îsa û şandiyên wî yên dilsoz bi stranan pesnê Yehowa da.
Çi fersend hene ku ez bi stranan pesnê Yehowa bidim?