WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Pêşeng Pesnan Didin Navê Yehowa
Pir sebeb hebûn ku Îsraêlî pesnê Yehowa bidin. Wî ew ji Misrê derxistibûn û ji destê ordiya Fîrawûn xelas kiribûn! (2Mû 15:1, 2). Îro jî Yehowa ji bo xizmetkarên xwe tiştên qenc dike. Gelo tu çawa dikarî şikurdariya xwe nîşan bidî? (Zb 116:12).
Mesela, tu dikarî bibî pêşengê alîkar yan jî pêşengê daîmî. Ji Yehowa re dua bike ku ew daxwaz û qewetê bide te ku tu bibî pêşeng (Flp 2:13). Gelek kes di destpêkê de dibin pêşengê alîkar. Li mehên Adar û Nîsanê û li dema ziyareta nazirê herêmê, tu dikarî yan 30 yan jî 50 saet xizmet bikî. Bi zeman re, tuyê belkî bixwazî xizmeta xwe zêde bikî û bibî pêşengê daîmî. Heta kesên ku tam roj dixebitin û kesên ku nexweşiyên wan hene, wek pêşengên daîmî xizmet dikin (mwb-RDU 16.07 8). Belê, Yehowa hêjayî hemû pesnên me ye! (1Dr 16:25).
LI VÎDEOYA SÊ XÛŞKÊN JI MONGOLYAYÊ (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Ji bo ku bibin pêşeng, her sê xwişk serî bi çi tengasiyan derxist?
Wan çi bereket stendin?
Piştî ku ew bûn pêşengên daîmî, çi fersend ket destê wan ku ew xizmeta xwe zêde bikin?
Emsala wan li ser kesên din çawa tesîr kir?