KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb21 Gulan r. 9
  • Li Dawiya “Rojên Dawîn” Hazir Bimîne

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Li Dawiya “Rojên Dawîn” Hazir Bimîne
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
  • Malzemeya Eleqedar
  • Gelo Tu Hazir î?
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2020
  • Gelo Tu ji bo Tevliheviya Hundirîn Hazir î?
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
  • Gelo Tu ji bo Tengasiyên Madî Hazir î?
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
  • Di Wexta Tengasiyan de Alî Kesên Din Bike
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
Zêdetir Bibîne
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
mwb21 Gulan r. 9
Malbatek xwarin, av û tiştên din ji bo rewşên acîl hazir dike.

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Li Dawiya “Rojên Dawîn” Hazir Bimîne

Her ku em nêzîktirî dawiya “rojên dawîn” dibin, tengasî û felaket roj bi roj zêde dibin (2Tîm 3:1; Mt 24:8). Gava xizmetkarên Xwedê rastî felaketan tên, ew gelek caran di wextê de rêberiya muhîm distînin. Pir muhîm e ku em xwe ji niha ve ji aliyê ruhî û fîzîkî ve hazir bikin, da ku em li wê demê sax bimînin (Lq 16:10).

  • Ji aliyê ruhî ve haziriyê bike: Fealiyetên ruhî bi awayekî rêk û pêk bîne cih. Hînî cure cure metodên xizmetê bibe. Eger wisa biqewime ku ji bo wextekê tu bêyî xwişk û birayan bimînî, nekeve stresê (Îş 30:15). Yehowa û Îsa wê te tu caran nehêlin (od-E 176 par. 15-17).

  • Ji aliyê fîzîkî ve haziriyê bike: Her malbat gerek hem çente hem jî xwarin, av, derman û tiştên din hazir bikin. Eger lazim bibe ku hûn ji bo wextekê li cihekî din bimînin, tiştên wisa wê ji we re lazim bibin (Mtl 22:3; g17.5-E 4, 6).

LI VÎDEOYA TE XWE HAZIR KIRIYE BONA TEŞQELÊN TEBYETÊ? (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Sehneyeke ji vîdeoya ‘Te Xwe Hazir Kiriye Bona Teşqelên Tebyetê?’ (RDU). Birayek Kitêba Pîroz dixwîne.

    Em çawa dikarin ji aliyê ruhî ve ji bo felaketan haziriyê bikin?

  • Sehneyeke ji vîdeoya ‘Te Xwe Hazir Kiriye Bona Teşqelên Tebyetê?’ (RDU). Çenteyekî ji bo rewşên acîl, melûmata îrtibatê û telefoneke mobîl.

    Gerek em çima:

    • rind guh bidin rêberiya rîspiyan?

    • çenteyekî ji bo rewşên acîl hazir bikin?

    • bînin ber çavê xwe ku çi cure felaket dikarin biqewimin û gerek em çi bikin eger tiştekî wisa biqewime?

  • Sehneyeke ji vîdeoya ‘Te Xwe Hazir Kiriye Bona Teşqelên Tebyetê?’ (RDU). Resim: Metodên ji bo alîkarîkirina piştî felaketan. 1. Birayek bona kesên din dua dike. 2. Alîkarên dilxwaz li dema felaketan alîkariyê dikin. 3. Li Salona Îbadetê birayek pere diavêje qutiya bexşan.

    Gava felaketek diqewime, em dikarin bi kîjan 3 awayan alî kesên din bikin?

JI XWE BIPIRSE: “Ez di heqê haziriyê de ji pandemiya koronavîrûsê dikarim çi dersan bigirim?”

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne