KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb23 Tîrmeh r. 11
  • Tu Dikarî di Malbatê de Dilxweşiyê Zêde Bikî

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Tu Dikarî di Malbatê de Dilxweşiyê Zêde Bikî
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
  • Malzemeya Eleqedar
  • Malbat Çawa Dikare Dilşad Be?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Terbiye Hezkirina Yehowa Eyan Dike
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
  • Bi Destê Prensîpên Kitêba Pîroz Alî Zarokên Xwe Bikin ku Ew bi Ser Bikevin
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
  • “Qedrê Dê û Bavê Xwe Bigire”
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2018
Zêdetir Bibîne
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
mwb23 Tîrmeh r. 11
Resim: Resmên li ser esasê vîdeoya “Di malbatê de Dilxweşiyê Zêde Bike”. 1. Dê û bav ji xwarina kêkê kêfê distînin û keçên wan li wan mêze dikin. 2. Wexta îbadeta malbatê keç dikenin. 3. Yek ji keçan halê diya xwe dipirse, ya ku nexweş e û xwe dirêj kiriye.

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Tu Dikarî di Malbatê de Dilxweşiyê Zêde Bikî

Yehowa dixwaze ku malbat dilxweş bin (Zb 127:3-5; Wz 9:9; 11:9). Lê belê, ji ber problemên vê dinyayê û qisûrên ferdên malbatê, dilxweşiya malbatê dikare xera bibe. Her kesî di malbatê de dikare çi bike ku dilxweşî zêde bibe?

Mêr gerek qedrê jina xwe bigire (1Pt 3:7). Ew wextê pê re derbas dike. Ew maqûl e û sînorên jina xwe dizane. Mêr ji bo hemû tiştên ku jina wî ji bo wî û malbatê dike, şikirdariya xwe nîşan dide (Kl 3:15). Ew ji jina xwe re dibêje ku ew jê hez dike û pesnê wê dide (Mtl 31:28, 31).

Jin tim destekê dide mêrê xwe (Mtl 31:12). Ew bi ya mêrê xwe dike û bi wî re hevkariyê dike (Kl 3:18). Ew bi mêrê xwe re bi nermî xeber dide û navê wî li ber xelkê reş nake (Mtl 31:26).

Dê û bav wextê bi zarokên xwe re derbas dikin (5Mû 6:6, 7). Ew ji wan re dibêjin ku ew ji wan hez dikin (Mt 3:17). Ew zarokên xwe bi hezkirin û fehmdariyê terbiye dikin (Ef 6:4).

Zarok guh didin dê û bavê xwe û qedrê wan digirin (Mtl 23:22). Ew dilê xwe ji dê û bavê xwe re vedikin. Zarok terbiyeya dê û bavê xwe qebûl dikin û hurmetê didin wan (Mtl 19:20).

LI VÎDEOYA DI MALBATÊ DE DILXWEŞIYÊ ZÊDE BIKE TEMAŞE BIKE Û CEWABA VÊ PIRSÊ BIDE:

Her kesî çi kir ku dilxweşiya malbatê zêde bibe?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne