20-26 GULAN
ZEBÛR 40-41
Kilam 102 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)
1. Gerek Em Çima Alî Kesên Din Bikin?
(10 deqe)
Gava em alî kesên din dikin, ev yek me dilxweş dike (Zb 41:1; w18.08 22 par. 16-18)
Yên ku alîkariya kesên din dikin, Yehowa alî wan dike (Zb 41:2-4; w15-E 15/12 24 par. 7)
Gava em alî kesên din dikin, em rûmetê didin Yehowa (Zb 41:13; Mtl 14:31; w17.09 12 par. 17)
JI XWE WISA BIPIRSE: “Gelo di civata min de kesek heye ku ji bo bikaranîna programa JW Library jê re alîkarî lazim e?”
2. Cewherên Ruhî:
(10 deqe)
Zb 40:5-10: Em çawa dikarin wek Dawid pêxember nîşan bidin ku em destekê didin serweriya Yehowa Xwedê? (it-2-E 16)
Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Zb 40:1-17 (th ders 12)
4. Dest bi Sohbetê Bike
(3 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Tevî kesekî ku dilxweş xuya dike dest bi sohbetê bike. (lmd ders 2 fikir 3)
5. Dest bi Sohbetê Bike
(4 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Tevî kesekî ku xemgîn xuya dike dest bi sohbetê bike. (lmd ders 3 fikir 5)
6. Mirovan Bike Şagirt
(5 deqe) lff ders 14 fikir 6. Xwendevan ditirse ku di civînan de cewaban bide. Di qismê “Zêdetir Hîn Bibe” de li ser hin fikrên ji meqaleya “Di Civatê de Pesnê Yehowa Bide” bi wî re sohbetê bike. (th ders 19)
Kilam 138
7. Alîkariyê Bidin Kesên Emirmezin
(15 deqe) Gotûbêj.
Yehowa pir qîmetê dide ked û xîreta xizmetkarên xwe yên emirmezin. Em jî wisa dikin (Îbr 6:10). Wan ji bo gelek salan xîret dikir ku xwişk û birayên din hîn bikin, perwerde bikin û cesaretê bidin wan. Belkî te jî alîkariya xwişk û birayên wisa standiye. Gelo tu çawa dikarî şikirdariya xwe ji bo keda wan nîşanî wan bidî?
VÎDEOYA ‘Alîkariyê Bide Xwişk û Birayan.’ vêxe. Paşê, van pirsan bipirse:
Jî-Hon ji birayê Ho-jîn Kang çi hîn bû?
Tu çima qîmetê didî xwişk û birayên emirmezin ên civata xwe?
Em dikarin ji çîroka Sameriyê dilrehm çi hîn bibin?
Çima baş bû ku Jî-Hon bi xwişk û birayên din re destek da birayê Ho-jîn Kang?
Gava em hûr û kûr li ser hewcedariyên xwişk û birayên xwe yên salmezin bifikirin, emê gelek rêyan bibînin ku alî wan bikin. Gava tu dibînî ku tiştek ji wan re lazim e, xîret bike ku tu vê yekê ji bo wan bikî (Aq 2:15, 16).
Galatî 6:10 bixwîne. Paşê, vê pirsê bipirse:
Tu çawa dikarî ji xwişk û birayên emirmezin re qenciyê bikî?
8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê:
(30 deqe) bt beş 10 par. 1-4, çarçoveya li rûp. 79an