KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb24 Gulan r. 6-7
  • 27 Gulan–2 Hezîran

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 27 Gulan–2 Hezîran
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2024
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2024
mwb24 Gulan r. 6-7

27 GULAN–2 HEZÎRAN

ZEBÛR 42-44

Kilam 86 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Ji Perwerdeya Yehowa Feydeyê Bistîne

(10 deqe)

Xîret bike ku tu tevî xwişk û birayan ji Yehowa re îbadetê bikî (Zb 42:4, 5; w06-E 1/6 9 par. 4)

Berî ku tu dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz bikî, dua bike (Zb 42:8; w12-E 15/1 15 par. 2)

Di jiyana xwe de, her tim li gor rêberiya Kitêba Pîroz bimeşe (Zb 43:3)

Xwişk baş bala xwe komcivînekê û ji xwe re notan dinivîsin.

Perwerdeya Yehowa me xurt dike ku em li hemberî tengasiyan bisekinin û alî me dike ku em li gor sonda xwedayînê bijîn (1Pt 5:10; w16-RDU 09 5 par. 11-12).

2. Cewherên Ruhî:

(10 deqe)

  • Zb 44:19, KP: Gotina “wêlatê me kir rêgeha çeqelan” tê çi maneyê? (it-1-E 1242)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Zb 44:1-26 (th ders 11)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(4 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Kursa Kitêba Pîroz pêşkêş bike. (lmd ders 5 fikir 5)

5. Ziyaretan Dubare Bike

(5 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Xwediyê malê ji bo gotara din dawet bike. Vîdeoya Li Salona Îbadetê Em Çi Dikin? nîşan bide. (lmd ders 7 fikir 5)

6. Gotar

(3 deqe) lmd pêvek A fikir 4. Mijar: Siheta Her Kesî wê Bêqisûr Be. (th ders 2)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 21

7. Li ser Îş û Meslekê Qerarên Bihîkmet Bide

(15 deqe) Gotûbêj.

Kolaj: Birayekî ciwan di Kitêba Pîroz de dixwîne û li ser vê yekê kûr difikire ku ewê piştî xelaskirina mektebê çi bike. 1. Ew bi memûreke mektebê re sohbet dike. 2. Ew diçe Kursa ji bo Mizgînvanên Padîşahiyê. 3. Ew li welatekî xerîb mizgîniyê belav dike.

Ciwanno, gelo we êdî qerar daye ku piştî xelaskirina mektebê hûnê çi bikin? Belkî tu dixwazî bibî pêşeng û ji bo vê yekê li îşekî minasib digerî. Dibe ku ji bo standina îşekî wisa dîploma yan şehadetek lazim e. Di jiyana te de ev wext, wexteke pir xweş e! Erê, gelek îmkanên te hene û tu dixwazî bi qerarên xwe kesên din jî razî bikî. Ji ber vê yekê belkî serê te tevlihev bûye û tu nizanî kîjan qerarê bidî. Gelo çi dikare alî te bike ku tu qerarên bihîkmet bidî?

Meta 6:32, 33 bixwîne. Paşê van pirsan bipirse:

  • Berî ku em li ser îş û standina meslekê qeraran bidin çima baş e ku hedefên me yên ruhî hebin?

  • Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew gotinên Meta 6:32, 33 bînin cih? (Zb 78:4-7)

Gelek kes dixwazin bi nav û deng bin û ku mal û milk wan ji hemû xeman biparêze. Bila xwestinên wisa nekevin dilê te û li ser qerarên te tesîr nekin (1Yh 2:15, 17). Ji bîr neke, ji bo kesên dewlemend dikare zor be ku xebera Hukimdariya Xwedê qebûl bikin (Lq 18:24-27). Ji bo kesên ku dixwazin bibin zengîn pir zehmet e ku ew ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin û dilê Yehowa xweş bikin (Mt 6:24; Mq 8:36).

VÎDEOYA Xwe Nespêre Tiştên ku wê Derbas Bibin! – Mal û Milk vêxe. Paşê, vê pirsê bipirse:

  • Methelokên Silêman 23:4, 5 çawa dikare alî te bike ku tu qerarên baş bidî?

TEWSIYE

  • Ji xwe re hedefên biçûk û hedefên mezin deyne

  • Nehêle ku perwerdeya te yan meslekê te rê li ber hedefên te bigire

  • Maqûl be û ji bo cure cure meslekan hazir be. Perwerde yan meslekekî wisa hilbijêre ku paşê tuyê bikaribî ji xwe re karekî bibînî

8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê:

(30 deqe) bt beş 10 par. 5-12

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 47 û Dua

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne