KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb24 Tîrmeh r. 10-16
  • 5-11 Tebax

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 5-11 Tebax
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2024
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2024
mwb24 Tîrmeh r. 10-16

5-11 TEBAX

ZEBÛR 70-72

Kilam 59 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Ji Neslê Nû re Behsa Qudreta Xwedê Bike

(10 deqe)

Di ciwantiya xwe de, Dawid didît ku Yehowa ew çawa diparast (Zb 71:5; w99-E 1/9 18 par. 17)

Dawid di kalbûna xwe de didît ku destê Yehowa li ser wî ye (Zb 71:9; g04-E 8/10 23 par. 3)

Dawid ji ciwanan re behsa jiyana xwe dikir û cesaret dida wan (Zb 71:17, 18; w14-E 15/1 23 par. 4-5)

Bernameya hefteya berê, qismê “Fikrên ji bo Îbadeta Malbatê”, bi vê malbatê tê temsîl kirin. Malbat bi cotekî emirmezin re îbadeta malbatê derbas dike û bi hev re li sûretan dinêrin.

JI XWE WISA BIPIRSE: “Di êvara Îbadeta Malbatê de, ez dixwazim ji kîjan xwişk an bira, yê ku gelek salan ji Yehowa re xizmet dike, pirsan bipirsim?”

2. Cewherên Ruhî:

(10 deqe)

  • Zb 72:8: Gotinên di 1. Mûsa 15:18 de, yên ku Yehowa ji Birahîm re soz dabûn li dema hukimdariya Silêman Padîşah çawa hatibûn cih? (it-1-E 768)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz:

(4 deqe) Zb 71:1-24 (th ders 5)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Gava xwediyê malê dixwaze bi te re minaqeşe bike, sohbetê bi nermî xelas bike. (lmd ders 4 fikir 5)

5. Ziyaretan Dubare Bike

(4 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Sohbeta bi merivekî xwe re dewam bike. Ew ne emîn e ka Kitêba Pîroz lêkolîn bike yan na. (lmd ders 8 fikir 4)

6. Baweriya Xwe Şîrove Bike

(5 deqe) Gotar. ijwfq 49. Mijar: Çima Şahidên Yehowa Hin Hînkirinên Xwe Guhertine? (th ders 17)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 76

7. Hin Fikrên ji bo Îbadeta Malbatê

(15 deqe) Gotûbêj.

Malbat bi hev re kilamên îbadetê dibêjin.
Malbat li bernameya JW Broadcastingê temaşe dikin.
Di îbadeta malbatê de, keçik bi diya xwe re prova dike.

Ji bo ku zarok “terbiye û şîreta” Yehowa bistînin Îbadeta Malbatê pir muhîm e (Ef 6:4). Ji bo hînbûnê pir wext û xîret lazim e, lê gava ku zarok rastiyên Kitêba Pîroz baştir fehm bikin, ewê ji hînbûnê zêdetir kêfê bistînin (Yh 6:27; 1Pt 2:2). Bala xwe bidin çarçoveya “Fikrên ji bo Îbadeta Malbatê”. Ev fikir alî dê û bavan dikin ku di malbatê de her kes ji Îbadeta Malbatê bielime û kêfê bistîne. Paşê li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Ji van tewsiyeyan hûn dixwazin kîjan biceribînin?

  • Gelo we hin tiştên bifeyde dîtin?

FIKRÊN JI BO ÎBADETA MALBATÊ

KITÊBA PÎROZ:

  • Guh bidin qeydên deng ên xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, yan jî dor bi dor bixwînin. Her kes dikare gotinên kesekî ji Kitêba Pîroz bixwîne

  • Pirsên li ser xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê hazir bike. Her kes dikare ji xwe re pirsekê hilbijêre û li ser vê lêgerînê bike. Dû re, ew dikarin li ser vê pirsê sohbet bikin ku ew çi jê elimîne

  • Bi malbata xwe re li ser rewşeke ku dikare di jiyana we de çêbe yan li ser pirsekê sohbetê bike, û paşê li ser vê yekê prensîpên Kitêba Pîroz ji Ayetên ji bo Jiyanê lêkolîn bikin

  • Serpêhatiyeke Kitêba Pîroz bilîzin

  • Her hefte kartên bi cure cure ayetên Kitêba Pîroz hazir bike, mesela ji pêvek A ya broşûra Ji Mirovan Hez Bikin – Wan Bikin Şagirt, û dû re xîret bikin ku van ayetan di bîra xwe de bihêlin. Kartên ji heftiyên berê dubare bikin

  • Qismekî ji kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! lêkolîn bikin

  • Hin ferdên malbatê dikarin li ser meqaleyeke înternetê gotareke kin hazir bikin û pêşkêş bikin. Mesela, li ser meqaleyeke ji “Pirsên li ser Kitêba Pîroz”, a ku li ser jw.org di qismê HÎNDARIYÊN KITÊBA PÎROZ de tê dîtin

CIVÎN:

  • Qismekî bernameya civînê hazir bikin

  • Cewabên xwe hazir bikin û wan prova bikin. Bala xwe bidinê ku cewab ne dirêj be

  • Kilamên Padîşahiyê prova bikin

  • Bifikirin û prova bikin ku hûn çawa dikarin berî yan piştî civînê dilê kesekî xurt bikin

  • Wezîfeya ku maliyekî malbatê standiye li ber malbatê prova bikin

XIZMET:

  • Xwe ji bo xizmeta mal bi mal hazir bikin

  • Xwe ji bo ziyaretên dubare hazir bikin

  • Rewşeke ji bo xizmeta neresmî bînin ber çavên xwe, û dû re prova bikin ku hûn çawa dikarin dest bi sohbetê bikin

  • Bifikirin ku hûn çawa dikarin li dema Bîranînê yan li dema tatîlê zêdetir xizmetê bikin

HEWCEDARIYÊN MALBATÊ:

  • Prova bikin ku hûn dikarin li ser tiştên ku di jiyana maliyên malbatê de çêdibin an dikarin çêbin, çi bikin û çi bibêjin. Mesela, li ser bêalîbûn, bêexlaqî yan eyd û cejnan

  • Dê û bav û zarok dikarin rola xwe biguherînin. Zarok dikarin meseleyekê lêkolîn bikin û paşê bi dê û bav re li ser vêya sohbetê bikin

TEWSIYEYÊN DIN:

  • Li bernameya JW Broadcastingê® temaşe bikin û li ser vê sohbetê bikin

  • Li ser jw.org meqaleyekê bixwînin yan li vîdeoyekê temaşe bikin, û paşê li ser vê sohbetê bikin

  • Li ser jw.org li tiştekî ji “Keç û Xort” yan “Zarok” binêrin. Ew di qismê HÎNDARIYÊN KITÊBA PÎROZ de tên dîtin

  • Nuqteyên ji komcivînekê bînin bîra xwe

  • Li ser tiştekî di tebîetê de lêkolînê bikin, û paşê sohbetê bikin ka em dikarin di heqê Yehowa de çi hîn bibin

  • Carinan ji bo îbadeta malbatê kesekî dawet bikin, û ji wî pirsan bikin

  • Ji xwe re hedefên ruhî deynin, paşê sohbetê bikin ku hûn çawa dikarin bigihîjin van hedefan

  • Bi hev re projeyekê çêkin, mesela model an makêtekê, şiklekî yan xerîteyekê

VÎDEOYA Îbadeta Malbatê bi Pêş Bixin vêxe. Paşê vê pirsê bipirse:

  • Eger zarokên we tune bin, mêr dikare çi bike ku jina wî ji îbadeta malbatê kêfê bistîne?

8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê

(30 deqe) bt beş 13 par. 17-24

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 123 û Dua

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne