KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb24 Îlon r. 10-11
  • 7-13 Cotmeh

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 7-13 Cotmeh
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2024
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2024
mwb24 Îlon r. 10-11

7-13 COTMEH

ZEBÛR 92-95

Kilam 84 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Xizmeta Yehowa Rêya Jiyana Herî Xweş e!

(10 deqe)

Yehowa hêja ye ku em jê re îbadetê bikin (Zb 92:1, 4; w18.04 26 par. 5)

Ew rêberiya herî baş dide xizmetkarên xwe (Zb 92:5; w18.11 20 par. 8)

Ew pir qîmetê dide xizmetkarên xwe yên kal û pîr jî (Zb 92:12-15; w20.01 19 par. 18)

Kolaj: 1. Keçikek dua dike. 2. Ew vaftîz dibe.

JI XWE WISA BIPIRSE: “Çima min heta niha jiyana xwe neda destê Yehowa û vaftîz nebûme?”

2. Cewherên Ruhî:

(10 deqe)

  • Zb 92:5: Ev ayet li ser hîkmeta Yehowa çi ji me re dibêje? (cl-E 176 par. 18)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz:

(4 deqe) Zb 94:1-23 (th ders 5)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(4 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Li fersendekê bigere û ji kesê din re bibêje ku tu wek mamosteyekî Kitêba Pîroz çi dikî (lmd ders 5 fikir 3)

5. Ziyaretan Dubare Bike

(3 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Kesekî ku berê nedixwest Kitêba Pîroz lêkolîn bike, kursa Kitêba Pîroz pêşkêşî wî kesî bike. (lmd ders 8 fikir 4)

6. Mirovan Bike Şagirt

(5 deqe) Sohbeteke bi xwendekarekî re ku bi pêş ve naçe (lmd ders 12 fikir 5)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 5

7. Gava Tirs û Xof Dikevin Dilê Ciwanan

(15 deqe) Gotûbêj.

Keçikek bi xemgînî rûyê xwe xwar kiriye.

Tirs û xof dikarin bikevin dilê xizmetkarên Yehowa jî. Mesela, carinan dilê Dawid pêxember jî ji ber kul û derdan teng dibû. Îro jî, halê gelek xwişk û birayên me eynî wisa ye (Zb 13:2; 139:23). Çi heyf e, ev yek tê serê ciwanan jî. Carinan, tirs û xofên wan ew qas mezin dibin ku tiştên rojane, mesela wek çûyîna mektebê û çûyîna civînan pir zehmet xuya bikin. Hin kes jî dikevin nexweşiya panîk û tirsê yan dixwazin xwe bikujin.

Ciwanên ezîz, gava tirs û xof bikevin dilê we, dilê xwe ji dê û bavê xwe yan ji xwişk û birayekî re vekin. Wekî din, ji Yehowa alîkariyê bixwazin (Flp 4:6). Ewê alî we bike (Zb 94:17-19; Îş 41:10). Ka bala xwe bide mîsala Steing.

VÎDEOYA Yehowa li Min Xwedî Derket vêxe. Paşê van pirsan bipirse:

• Kîjan ayetê alî birayê me Steing kir, û çima?

• Yehowa çawa li wî xwedî derdiket?

Eynî keçik dilê xwe ji dê û bavê xwe re vedike. Ew bi sebir guhdarî dikin.

Dê û bavno, eger zarokên we bi tirs û xofên mezin re micadele dikin, hûn çawa dikarin alî wan bikin? Bi sebir guhdariya wan bikin, ji wan re bibêjin ku hûn ji wan hez dikin û alî wan bikin ku ew hezkirina Yehowa jî bibînin (Tît 2:4; Aq 1:19). Xwe bispêrin Yehowa, teselî û qewetê ji wî bixwazin. Bi vî awayî hûnê bikarin alî zarokên xwe bikin.

Dibe ku em di civatê de hal û rewşa her kesî nizanin. Belkî em nabînin ku dilê kesekî bi tirs û xofan ve tije ye yan em ji halê wan fehm nakin. Lê gava em di civatê de hezkirina xwe nîşanî her kesî bikin, em dikarin alî wan jî bikin (Mtl 12:25; Îbr 10:24).

8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê:

(30 deqe) bt beş 16 par. 6-9, çarçoveya li rûp. 132yan

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 81 û Dua

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne