Kî Şekil Dide Fikrên Te?
“Li gor vê dinyayê nekin, lê belê bi nûbûna hişê xwe werin guhertin” (ROM. 12:2).
1, 2. (a) Îsa ji Petrûs re çi got? (Li resmê ewilî binêre.) (b) Îsa çima wisa cewab da?
ŞAGIRTÊN Îsa seba gotinên wî ecêbmayî mabûn. Ew difikirîn ku Îsa wê padîşahiya Îsraêl ji nû ve saz bike, lê wî ji wan re got ku ewê di demeke nêzik de bê kuştin. Petrûs wisa got: “Ev ji te dûr be, ya Xudan! Divê tiştekî ûsa qet li te neqewime!” Lê Îsa wisa cewab da: “Ji min dûr keve, Îblîs! Tu ji min re tilpekî ye, ji ber ku tu ne tiştên Xwedê, lê tiştên mirovî difikirî!” (Met. 16:21-23, KP; Kar. 1:6).
2 Bi van gotinan, Îsa nîşan da ku fikrên Xwedê ji fikrên vê dinyayê – ya ku di bin kontrola Îblîs de ye – çi qas cuda ne (1. Yûh. 5:19). Mirovên vê dinyayê bi zêdeyî li rihetiya xwe digerin, û Petrûs dixwest ku Îsa jî wisa bike. Lê belê Îsa dizanibû ku Xwedê dixwaze ku ew xwe ji bo mirinê hazir bike. Cewaba Îsa nîşan dide ku wî fikrên Yehowa qebûl dikirin û fikrên vê dinyayê bi temamî red dikirin.
3. Dibe ku çima ji me re zor bê ku em fikrên Yehowa qebûl bikin û fikrên vê dinyayê red bikin?
3 Gelo fikrên me dişibin fikrên Xwedê an fikrên vê dinyayê? Ji ber ku em şagirtên Îsa ne, em helbet xîret dikin ku kirinên me bi qanûnên Xwedê ve hevgirtî bin. Lê belê ev ne bes e. Lazim e ku nêrîn û fikrên me jî bi fikrên Yehowa ve ahengdar bin. Ji bo vê, xîret lazim e. Bi eslê xwe, ji bo qebûlkirina fikrên dinyayê xîret lazim nîne, çimkî ruhê dinyayê derdora me zehf girtiye (Ef. 2:2). Gelek mirovên vê dinyayê herî zêde li menfaetên xwe digerin, û fikrên wisa dikarin ji me re jî xweş bên. Belê, ji ber ku em qisûrdar in, ji me re carinan zor tê ku em wek Yehowa bifikirin.
4. (a) Eger em îzin bidin ku dinya şekil bide fikrên me, netîce wê bibe çi? (b) Ev meqale wê çawa alî me bike?
4 Eger em îzin bidin ku dinya şekil bide fikrên me, dibe ku em bibin kesên xwehez. Wek mirovên vê dinyayê, emê jî bixwazin xwe bi xwe qerar bidin ku çi rast e û çi şaş e (Mar. 7:21, 22). Loma muhîm e ku em bibin xwediyê ‘fikrên Xwedê’, ne ‘fikrên mirovan’. Di vê meqaleyê de, emê bielimin ku em çawa dikarin fikrên xwe li gor fikrên Yehowa eyar bikin, û emê bibînin ku ev yek çima bifeyde ye. Wekî din, ev meqale wê rêyî me bide ku gerek em çi bikin ku em li bin bandora fikrên vê dinyayê nemînin. Meqaleya din wê nîşan bide ku em çawa dikarin bizanibin ku Yehowa li hin meseleyan çawa dinêre û em çawa dikarin wek wî bifikirin.
FIKRÊN YEHOWA BIFEYDE NE
5. Gelek kes çima naxwazin ku kesên din şekil bidin fikrên wan?
5 Gelek kes naxwazin ku kesên din şekil bidin fikrên wan. Ew difikirin ku heqê wan heye ku riya xwe hilbijêrin bêyî ku fikrên kesên din bikin hesabê. Ew naxwazin bikevin bin kontrola kesekî din, û ew naxwazin şexsiyeta xwe feda bikin.a
6. (a) Yehowa çi cure azadî daye me? (b) Gelo azadiya me bêsînor e?
6 Gava em fikrên Yehowa qebûl dikin, ev yek nayê maneya ku gerek em bi temamî dev ji nêrîn û fikrên xwe berdin. 2. Korîntî 3:17 wisa dibêje: “Ruhê Xudan li ku derê be, li wê derê azadî heye.” Em helbet dikarin bibin xwediyê tercîhên şexsî û şexsiyeteke mexsûs, çimkî Yehowa em wisa afirandine. Lê belê sînorên azadiya me jî hene (1. Petrûs 2:16 bixwîne). Di warê hilbijartina qencî û xerabiyê de, Yehowa dixwaze ku em rêberiya Kitêba Pîroz qebûl bikin. Gelo ev rêberî me bi zêdeyî aciz dike an ji bo me bifeyde ye?
7, 8. Gelo nêrîn û fikrên Yehowa me aciz dikin? Mîsalekê bide.
7 Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Dê û bav dixwazin terbiyeyeke baş bidin zarokên xwe. Dibe ku ew zarokên xwe hîn bikin ku ew durist, bixîret û ji kesên din re dilovan bin. Armanca dê û bav ne ev e ku zarokên xwe aciz bikin, lê ev e ku zarok di jiyana xwe de serkeftî bibin. Gava zarok mezin dibin û ji malê cihê dibin, ew dikarin riya xwe hilbijêrin. Eger ew li gor terbiyeya dê û bavê xwe bijîn, ewê bi îhtimaleke mezin bextewar bibin û serê xwe nexin belayê.
8 Wek bavekî baş, Yehowa jî dixwaze ku zarokên wî serkeftî bibin (Îşa. 48:17, 18). Loma, wî ji bo exlaqê û ji bo minasebetên bi kesên din re prensîpên temelî danîne. Li van waran, ew dixwaze ku nêrîn û fikrên wî li dilê me rûnin. Ev yek me aciz nake, lê alî me dike ku em aqilmendtir bibin (Zeb. 92:5; Mtl. 2:1-5; Îşa. 55:9). Her çi qas tercîhên me yên şexsî hebin jî, rêberiya Xwedê alî me dike ku em qerarên baş bidin (Zeb. 1:2, 3). Belê, eger em wek Yehowa bifikirin, emê gelek feydeyan bistînin!
FIKRÊN YEHOWA JI HEMÛ FIKRÊN DIN BILINDTIR IN
9, 10. Fikrên Yehowa çima ji fikrên dinyayê bilindtir in?
9 Fikrên Yehowa ji fikrên vê dinyayê qat bi qat bilindtir in. Loma em dixwazin fikrên xwe li gor fikrên wî eyar bikin. Gelek ji fikrên dinyayê yên li ser exlaq, minasebetên malbatê û serkeftinê ne li gor fikrên Yehowa ne. Gelek kes dibêjin ku gerek mirov herî zêde li menfaetên xwe bigere. Wekî din, beexlaqî wek tiştekî normal tê dîtin. Li gor hinekan, jin û mêr dikarin hevdû bêsebeb berdin. Şîretên wisa ne li gor Kitêba Pîroz in. Dîsa jî, hinek difikirin ku hin şîretên dinyayê ji bo dema me hê maqûltir in. Ma ev rast e?
10 Îsa wisa got: “Şehrezayî [an hîkmet] bi kirinên xwe rast tê dîtin” (Met. 11:19). Dinya ji aliyê teknolojiyê ve gelek bi pêş ve çûye, lê problemên herî mezin, ên ku bextewariyê xera dikin – mesela şer, nîjadperestî û sûc – heta niha nehatine hel kirin. Gelek kesan fehm kiriye ku nêrîna serbest a li ser exlaqê dibe sebeba nexweşî, xerabûna malbatan û derdên din. Lê belê şagirtên Îsa, yên ku nêrîna Xwedê qebûl dikin, bextewar in ji ber ku li malbatên wan problem kêm in, siheta wan baştir e û li seranserê dinyayê li nav wan aştî û selamet heye (Îşa. 2:4; Kar. 10:34, 35; 1. Kor. 6:9-11). Ma ev yek nîşan nade ku fikrên Yehowa ji fikrên dinyayê bilindtir in?
11. Mûsa li gor fikrên kê hereket dikir, û netîce bû çi?
11 Xizmetkarên Xwedê yên dilsoz, ên ku li demên berê dijiyan, qebûl dikir ku fikrên Yehowa ji fikrên dinyayê bilindtir in. Mesela, Mûsa her çi qas “di hemû şehrezayiya Misriyan de hat perwerdekirin”, wî dizanibû ku hîkmeta rastîn ji Yehowa tê (Kar. 7:22; Zeb. 90:12). Loma wî ji Yehowa re wisa got: “Rêyên xwe ... ji min re agahî bike” (2. Mû. 33:13). Ji ber ku Mûsa li gor fikrên Yehowa hereket dikir, Yehowa mexseda xwe bi navgîniya wî anî cih. Wekî din, navê Mûsa di lîsteya kesên pir bawermend de derbas dibe (Îbr. 11:24-27).
12. Pawlos qerarên xwe li gor çi didan?
12 Pawlosê şandî zilamekî xwendî û aqilmend bû. Wî herî kêm du ziman dizanibûn, Îbranî û Yewnanî (Kar. 5:34; 21:37, 39; 22:2, 3). Dîsa jî, wî hîkmeta vê dinyayê red dikir û li gor Kitêba Pîroz hereket dikir (Karên Şandiyan 17:2; 1. Korîntî 2:6, 7, 13 bixwîne). Di netîceyê de, Pawlos di xizmeta xwe de pir serkeftî bû û li benda xelateke mezin bû (2. Tîm. 4:8).
13. Kî mesûl e ku em fikrên xwe li gor fikrên Xwedê eyar bikin?
13 Belê, fikrên Xwedê ji fikrên vê dinyayê bilindtir in. Eger em li gor fikrên wî bijîn, emê bigihîjin serkeftin û bextewariya rastîn. Lê belê Yehowa zorê li me nade ku em fikrên wî qebûl bikin. “Xulamê dilsoz û şehreza” û kalên civatê fikrên xwişk û birayan kontrol nakin (Met. 24:45; 2. Kor. 1:24). Loma gerek em xîret bikin ku em fikrên xwe li gor fikrên Xwedê eyar bikin. Ev mesûliyet, mesûliyeta me ye. Em çawa dikarin vêya bikin?
ÎZIN NEDE KU DINYA ŞEKIL BIDE FIKRÊN TE
14, 15. (a) Ji bo ku em wek Yehowa bifikirin, gerek em çi bikin? (b) Li gor Romayî 12:2, gerek em xwe çima ji fikrên vê dinyayê dûr bigirin? Mîsalekê bide.
14 Romayî 12:2 wisa dibêje: “Li gor vê dinyayê nekin, lê belê bi nûbûna hişê xwe werin guhertin, da ku hûn fêm bikin daxwaza Xwedê – tiştên qenc, meqbûl û bêkêmahî – çi ye.” Berî ku em rastiya Kitêba Pîroz hînbûn, dibe ku fikrên me di bin cure cure bandoran de mabûn. Lê niha, gerek em fikrên xwe li gor fikrên Xwedê eyar bikin. Rast e ku faktorên genetîk û tecrûbeyên me heta dereceyekê li ser me tesîr dikin. Lê belê nêrîn û fikrên me dikarin bên guhartin. Tiştên ku em li ser wan difikirin dikarin fikrên me biguherînin. Eger em li ser fikrên Yehowa kûr bifikirin, em dikarin xwe îqna bikin ku nêrînên wî rast in. Hingê emê bixwazin fikrên xwe li gor fikrên wî eyar bikin.
15 Ji bo ku em wek Yehowa bifikirin, gerek em “li gor vê dinyayê nekin”. Gerek em îzin nedin ku nêrîn û fikrên nerast bikevin hişê me. Em dikarin vê yekê bi mîsala xwarinê îzah bikin: Dibe ku kesek bixwaze xwarinên bifeyde bixwe ku siheta xwe baştir bike. Lê eger ew carinan xwarinên xerabûyî jî bixwe, siheta wî wê tu caran baş nebe. Mîna vê, eger em fikrên Yehowa têxin hişê xwe, lê îzin bidin ku fikrên vê dinyayê jî bikevin hişê me, siheta me ya ruhî wê baş nebe.
16. Gerek em xwe ji çi biparêzin?
16 Gelo mumkin e ku em ji fikrên dinyayê bi temamî birevin? Na. Ji ber ku em nikarin ji dinyayê derkevin, emê car caran rastî fikrên dinyayê bên (1. Kor. 5:9, 10). Mesela, gava em mizgînê belav dikin, mirov ji me re behsa fikir û baweriyên şaş dikin. Lê belê, em her çi qas nikarin ji nêrîn û fikrên nerast birevin jî, ne lazim e ku em wan qebûl bikin an jî her tim li ser wan bifikirin. Wek Îsa, gerek em fikrên ku bi daxwaza Îblîs ve girêdayî ne, red bikin. Ji xeynî vê, wê baş be ku em xwe heta ku ji destê me tê ji fikrên dinyayê dûr bigirin (Methelokên Silêman 4:23 bixwîne).
17. Em çawa dikarin xwe ji fikrên bijehr dûr bigirin?
17 Mesela, gerek em dost û hevalên xwe bi zelalî hilbijêrin. Kitêba Pîroz dibêje ku eger em bi kesên ku ji Yehowa re îbadetê nakin re hevaltiyê bikin, fikrên wan wê li ser me tesîr bikin (Mtl. 13:20; 1. Kor. 15:12, 32, 33). Wekî din, gerek em mijûliyên xwe bi zelalî hilbijêrin. Ji bo ku em xwe ji fikrên bijehr, ên ku “li hember zanîna Xwedê” ne, biparêzin, gerek em mijûliyên ku teoriya tekamûlê, şidet an bêexlaqiyê bi pêş dixin, red bikin (2. Kor. 10:5).
Gelo tu alî zarokên xwe dikî ku ew xwe ji mijûliyên nebaş dûr bigirin? (Li paragrafên 18 û 19an binêre)
18, 19. (a) Em çawa dikarin xwe ji fikrên dinyayê biparêzin, ên ku bi awayekî veşartî tên pêşkêş kirin? (b) Gerek em ji xwe çi bipirsin, û çima?
18 Fikrên dinyayê carinan bi awayekî veşartî tên pêşkêş kirin. Mesela, hin nûçe û rojname piştgiriya hin nêrînên siyasî dikin. Medya pir caran pesnê armanc û serkeftinên vê dinyayê dide. Di hin fîlm û kitêban de, mirov herî zêde li menfaetên xwe û li menfaetên malbata xwe digerin, û ev yek wek tiştekî baş û aqilmend tê nîşan dayîn. Nêrîneke wisa ne li gor Kitêba Pîroz e, a ku dibêje ku eger em dixwazin bi rastî bextewar bin, gerek em herî zêde ji Yehowa hez bikin (Met. 22:36-39). Ji xeynî vê, hin çîrokên ji bo zarokan wek bêzerar xuya dikin, lê bi rastî dibin sebeb ku zarok bêexlaqiyê wek tiştekî normal bibînin.
19 Ev yek helbet nayê maneya ku hemû cure kêf û şahî xerab in. Lê belê, wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Gava fikrên dinyayê bi awayekî veşartî tên pêşkêş kirin, gelo ez fehm dikim ku ew gişt aîdî vê dinyayê ne? Gelo ez xwe û zarokên xwe ji hin bernameyên televîzyonê, kitêb an kovaran diparêzim? Gelo ez alî zarokên xwe dikim ku ew bibin xwediyê nêrînên Yehowa û li bin bandora fikrên dinyayê nemînin, ên ku ew dibînin an dibihîzin?” Ji bo ku em “li gor vê dinyayê nekin”, gerek em rind bizanibin ku ferqa li navbera fikrên Xwedê û fikrên vê dinyayê çi ye.
KÎ ŞEKIL DIDE FIKRÊN TE?
20. Ji bo ku fikrên dinyayê li ser me tesîr nekin, gerek em çi bikin?
20 Ji bîr neke ku tenê du çavkaniyên melûmatê hene: Yehowa û dinyaya Îblîs. Gelo kî şekil dide fikrên me? Eger em îzin bidin ku fikrên vê dinyayê bikevin hişê me, ev dinyaya xerab wê şekil bide me û bibe sebeba fikir û hereketên xwehez. Loma gerek em hay ji xwe hebin ku em li çi temaşe bikin, çi bixwînin û li ser çi bifikirin.
21. Li meqaleya din, emê li ser kîjan mijara girîng bişêwirin?
21 Li vê meqaleyê, em elimîne ku ji bo ku em wek Yehowa bifikirin, gerek em xwe ji fikrên dinyayê dûr bigirin. Wekî din, ji bo ku fikrên Xwedê li dilê me rûnin, gerek em kûr bifikirin. Li meqaleya bê, emê bibînin ku em çawa dikarin vêya bikin.
a Bi eslê xwe, mirov ji aliyê fikran ve çi qas serbixwe be jî, her kes di bin bandora kesên din de dimîne. Mesela, gava mirov difikire ku jiyanê çawa dest pê kiriye an çi cure kincan li xwe bike, fikrên kesên din bêguman pir tesîrdar in. Dîsa jî, em dikarin hilbijêrin ku fikrên kê li ser me tesîr bikin.