16-22 KANÛN
ZEBÛR 119:57-120
Kilam 129 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)
1. Em Çawa Dikarin Tengasiyan Tehemul Bikin?
(10 deqe)
Tim Peyva Xwedê bixwîne û lêkolîn bike (Zb 119:61; w06-E 15/6 20 par. 2; w00-E 1/12 14 par. 3)
Xîret bike ku ji vê tengasiyê dersekê bistînî (Zb 119:71; w06-E 1/9 14 par. 4)
Ji Yehowa teseliyê rica bike (Zb 119:76; w17.07 13 par. 3, 5)
JI XWE WISA BIPIRSE: “Yehowa çawa alî min dikir ku ez tengasiyên xwe tehemul bikim?”
2. Cewherên Ruhî
(10 deqe)
Zb 119:96: Belkî maneya van gotinan çi ye? (w06-E 1/9 14 par. 5)
Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Zb 119:57-80 (th ders 12)
4. Dest bi Sohbetê Bike
(3 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Ji xwediyê malê re behsa malpera me bike û karta jw.org bide. (lmd ders 2 fikir 5)
5. Ziyaretan Dubare Bike
(4 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Xwediyê malê ji bo gotara din dawet bike. Vîdeoya Li Salona Îbadetê Em Çi Dikin? nîşan bide. (lmd ders 8 fikir 3)
6. Baweriya Xwe Şîrove Bike
(5 deqe) Temaşe. ijwbq 157. Mijar: Kitêba Pîroz li ser Felaketên Tebîetê Çi Dibêje? (lmd ders 3 fikir 3)
Kilam 128
7. Bi Alîkariya Yehowa Em Dikarin Tehemul Bikin
(15 deqe) Gotûbêj.
Tehemulkirin ev e ku em di bin tengasiyên xwe de nefetisin, lê li hemberî wan bisekinin. Kesê ku tehemul dike xurt dimîne û bi maqûlî difikire. Ew bi hêvî li pêşiya xwe dinêre. Gava tengasî tên serê me, em li ber xwe didin û bi xizmeta xwe dewam dikin (Îbr 10:36-39). Di dema tengasiyan de, Yehowa pir dixwaze alî me bike ku em bi ser bikevin (Îbr 13:6).
Ji bo her ayetekê binivîse ku Yehowa çawa alî me dike.
VÎDEOYA Ji Bo Kesên ku di bin Tengasiyan de ne bi Dil û Can Dua Bikin vêxe. Paşê van pirsan bipirse:
Em çawa dikarin bi alîkariya malpera jw.org bizanibin ku kîjan xwişk û bira di bin tengasiyê de ne?
Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ji bo kesên din dua bikin? Û ev yek çima baş e?
Çima muhîm e ku em ji bo xwişk û birayên ku di bin tengasiyê de ne dua bikin?
Ev yek ku em ji bo kesên din dua dikin çawa alî me dike ku em tehemul bikin?
8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê
(30 deqe) bt beş 19 par. 14-20, çarçoveya li rûp. 152yan