KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb24 Mijdar r. 12-13
  • 23-29 Kanûn

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 23-29 Kanûn
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2024
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2024
mwb24 Mijdar r. 12-13

23-29 KANÛN

ZEBÛR 119:121-176

Kilam 31 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Ji Derdên Nelazim Xelas Bibe

(10 deqe)

Ji qanûnên Xwedê hez bike (Zb 119:127; w18.06 17 par. 5-6)

Ji kirinên xerab nefret bike (Zb 119:128; w93-E 15/4 17 par. 12)

Guh bide Yehowa, û di rêya kesên cahil de neçe (Zb 119:130, 133; Mtl 22:3)

Kitêba Pîroz vekirî ye. Li kêleka wê zêr û pereyên zêrîn hene.

JI XWE WISA BIPIRSE: “Ji bo ku ez ji kirinên xerab nefret bikim û ji qanûnên Xwedê hez bikim, gerek ez xwe çawa biguherînim?”

2. Cewherên Ruhî

(10 deqe)

  • Zb 119:160: Li gor vê ayetê, em dikarin ji çi emîn bin? (w23.01 2 par. 2)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Zb 119:121-152 (th ders 2)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. (lmd ders 1 fikir 5)

5. Ziyaretan Dubare Bike

(4 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Nîşanî xwediyê malê bide ku ew çawa dikare melûmatê li ser jw.org bibîne. (lmd ders 8 fikir 3)

6. Mirovan Bike Şagirt

(5 deqe) Xwendekar bi dewamî naçe civînan. Di sohbetekê de alî wî bike. (lmd ders 12 fikir 4)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 121

7. Nekeve bin Derdê Pereyan

(15 deqe) Gotûbêj.

Kesên ku ji pereyan hez dikin ‘bi gelek êşan cefa didin xwe bi xwe’ (1Tîm 6:9, 10). Eger hezkirina pereyan di jiyana me de bibe tiştê herî muhîm, emê gelek derdên nelazim bînin serê xwe. Mesela wek:

  • Em nikarin bibin dostên Yehowa (Mt 6:24).

  • Em nikarin kêfxweş bin (Wz 5:10).

  • Hezkirina pereyan dikare li ser me tesîr bike ku em derew bikin, bidizin an kesên din bixapînin (Mtl 28:20). Kesên ku wan tiştên xerab dikin, wijdanê wan ne rihet e, navê wan li ber kesên din reş dibe û Xwedê ji wan ne razî ye.

Dîmeneke ji vîdeoya “Perê Xwe Rast Xerc ke”. Ciwanek qutiyeke ji bo topkirina pereyan di destê xwe de digire.

Îbranî 13:5 bixwîne. Paşê, van pirsan bipirse:

  • Ji bo ku em dilê xwe biparêzin gerek em li ser pere çawa bifikirin? Û ev yek çima baş e?

Dibe ku em ji pere hez nakin. Lê dîsa jî, eger em pereyên xwe bi maqûlî xerc nekin, belkî emê rastî derdên giran bên.

ANÎMASYONA BI QELEMÊ ya bi navê Perê Xwe Rast Xerc ke (RDU) vêxe. Paşê, van pirsan bipirse:

    Dîmeneke ji vîdeoya “Perê Xwe Rast Xerc ke”. Xortek û keçikek ji xwe re lîsteya tiştên ku dixwazin bistînin, dinivîsin. Di lîsteya xort de berguh, sol, xwarin û bîletên trenê hene. Di lîsteya keçikê de cuzdan, saeta destan, xwarin û azot hene.
  • Çima bifeyde ye ku em mesrefên xwe plan bikin? Û em dikarin vê yekê çawa bikin?

  • Dîmeneke ji vîdeoya “Perê Xwe Rast Xerc ke”. Keçik gava baran dibare didu şemsiyeyan dikire. Yek ji bo wê û ya din ji bo birayê wê ye. Wî ji xwe re dondirme kirî.
  • Çima baş e ku em hinek pere li ba xwe hilînin?

  •  Dîmeneke ji vîdeoya “Perê Xwe Rast Xerc ke”. Xortek bi destê xwe bi karteke krediyê ya pir mezin ve girêdayî ye. Karteke din a krediyê henekên xwe bi wî dike.
  • Çima bihîkmet e ku em nekevin bin barê deynên nelazim?

8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê

(30 deqe) bt beş 20 par. 1-7, û pêşgotina qisim 7

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 101 û Dua

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne