KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb24 Mijdar r. 14-16
  • 30 Kanûn, 2024–5 Çile, 2025

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 30 Kanûn, 2024–5 Çile, 2025
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2024
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2024
mwb24 Mijdar r. 14-16

30 KANÛN, 2024–5 ÇILE, 2025

ZEBÛR 120-126

Kilam 144 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

Îsraîlî bi kêfxweşî genim didirûn.

Îsraîliyên ku vegeriyan welatê xwe pir kêfxweş in, ji ber ku Yehowa ew bibereket kirin

1. Wan bi Hêstirên Çavan Çandin, Lê bi Şahî Dirûn

(10 deqe)

Gava Îsraîlî ji êsîrbûna li Babîlê azad bûn, ew pir kêfxweş bûn ku îbadeta rast dîsa ava bikin (Zb 126:1-3)

Kesên ku vegeriyan Cihûdayê belkî ji ber îşê xwe yê pir zehmet giriyan (Zb 126:5; w04-E 1/6 16 par. 10)

Lê wan li ber xwe dida û bereket standin (Zb 126:6; w21.11 24 par. 17; w01-E 15/7 18-19 par. 13-14; li resm binêre)

Îsraîlî bi xwêdana eyniya xwe erdê xwe çot dikin. Zilamek toximan direşîne.

KÛR BIFIKIRE: Piştî Harmegedonê, dema avakirinê wê dest pê bike. Gelo di wê demê de emê rastî kîjan zehmetan bên? Û çi bereket li benda me ne?

2. Cewherên Ruhî

(10 deqe)

  • Zb 124:2-5: Di demên berê de, Yehowa miletê Îsraîl diparast. Gelo ewê me jî bi eynî awayî biparêze? (cl-E 73 par. 15)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Zb 124:1–126:6 (th ders 5)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA LI CIHEKÎ UMÛMÎ. (lmd ders 3 fikir 5)

5. Ziyaretan Dubare Bike

(4 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Di ziyareta berê de, xwediyê malê got ku ew nikare baweriya xwe bi Kitêba Pîroz bîne. (lmd ders 9 fikir 5)

6. Mirovan Bike Şagirt

(5 deqe) lff ders 16 pêşgotin û fikir 1-3 (lmd ders 11 fikir 3)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 155

7. Sozên Xwedê Me Pir Kêfxweş Dikin

(15 deqe) Gotûbêj.

Gava Yehowa miletê xwe ji êsîrbûna li Babîlê azad kir, wî sozên xwe anîn cih. Wî ew xelas kirin û gunehên wan efû kirin (Îş 33:24). Di wexta êsîrbûna wan de, şêr û heywanên din ên wehşî li welêt zêde dibûn. Lê Yehowa nehişt ku ew zerarê bidin xizmetkarên wî û heywanên wan jî (Îş 65:25). Ew kêfxweş bûn, di malên xwe de rûdiniştin û fêkiyên rezên xwe dixwarin (Îş 65:21). Xwedê ew bibereket kirin û emrê wan dirêj kir (Îş 65:22, 23).

Dîmenên ji vîdeoya “Ji Sozên Yehowa yên li ser Aştiyê Kêfxweşiyê Bistînin – Bi Qismî”. Kolaj: 1. Xwişk û bira bi kêfxweşî bi hev re dixwin. 2. Çiya û daristan ji jor vê tên dîtin. 3. Danîêl pêxember ji mirinê hat rakirin û di daristanekê de dimeşe. 4. Cotek keça xwe ya ku ji mirinê hatiye rakirin, dixin hembêza xwe. 5. Fêkî û sebze. 6. Şelale.

Şelale: Maridav/stock.adobe.com; çiya: AndreyArmyagov/stock.adobe.com

VÎDEOYA Ji Sozên Yehowa yên li ser Aştiyê Kêfxweşiyê Bistînin – Bi Qismî vêxe. Paşê van pirsan bipirse:

  • Îro ev pêxembertî bi kîjan awayî tên cih?

  • Di dinyaya nû de, ewê çawa rasterast bên cih?

  • Tu herî zêde li benda çi yî?

8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê

(30 deqe) bt beş 20 par. 8-12, çarçoveya li rûp. 161ê

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 58 û Dua

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne