KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb25 Gulan r. 10-11
  • 9-15 Hezîran

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 9-15 Hezîran
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2025
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2025
mwb25 Gulan r. 10-11

9-15 HEZÎRAN

METHELOKÊN SILÊMAN 17

Kilam 157 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

Jin û mêrekî Îsraîlî di mala wan a biçûk de bi kêfxweşî bi hev re nên dixwin.

Jin û mêrekî Îsraîlî bi kêfxweşî bi hev re nên dixwin

1. Bila di Zewaca We de Aştî Hebe

(10 deqe)

Pir hêja ye ku mirov di zewacê de aştî û selametiyê çêke (Mtl 17:1; li resmê binêre)

Ji ber meseleyên biçûk şer nekin (Mtl 17:9; g-E 14/9 11 par. 2)

Hîsên xwe kontrol bikin (Mtl 17:14; w08-E 1/5 10 par. 6-11 par. 1)

Jin û mêrekî Îsraîlî yên dewlemend bi hev re li ber sifreyeke têr û tije rûdinin. Ew ne kêfxweş in. Her du ji hev aciz in. Mêr xeber dide, lê jina wî lê nanêre, rûyê wê tirş bûye.

2. Cewherên Ruhî

(10 deqe)

  • Mtl 17:24: “Çavê kesê bêaqil” çawa “li her derê dinyayê ye”? (it-1-E 790 par. 2)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mtl 17:1-17 (th ders 10)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA NERESMÎ. (lmd ders 3 fikir 5)

5. Dest bi Sohbetê Bike

(4 deqe) XIZMETA LI CIHEKÎ UMÛMÎ. Kursa Kitêba Pîroz pêşkêş bike. (lmd ders 6 fikir 4)

6. Gotar

(5 deqe) ijwbv meqale 60: Mijar: Gotinên li Methelokên Silêman 17:17 Tên Çi Maneyê? (th ders 13)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 113

7. Hîn Bibin ku bi Awayekî Baş Sohbetê Bikin

(15 deqe) Gotûbêj.

Ji bo kêfxweşiya malbatê sohbetên baş lazim in. Gava endamên malbatê dilê xwe ji hevdû re vedikin, ew dikarin probleman bi hev re safî bikin û di tengasiyan de destekê bidin hevdû (Mtl 15:22). Hûn dikarin çi bikin ku di malbatê de her kes hîs û fikrên xwe bi serbestî bîne ziman?

Wextê bi hev re derbas bikin (5Mû 6:6, 7). Gava dê û bav û zarok hevkariyê dikin, bi hev re ji Yehowa re îbadetê dikin û bi hev re wextên xweş derbas dikin, di malbatê de hezkirin û hizûr xurttir dibin. Bi vî awayî, sohbetên wan ên xweş wê hebin. Carinan wê lazim be em tiştên ku ji bo kesên din xweş in, bikin û li ser daxwazên xwe israr nekin. Belkî ev fedakarî her tim ne hêsan e, lê hêja ye! (Flp 2:3, 4). Hûn çawa dikarin wexta xwe bi awayekî baş bi kar bînin? (Ef 5:15, 16).

Sehneyeke ji vîdeoya “Rêya ji bo Aştiya Malbatê – Dilê Xwe ji Hevdû re Vekin”. Malbat bi hev re bi kêfxweşî xwarinê dixwe.

VÎDEOYA Rêya ji bo Aştiya Malbatê – Dilê Xwe ji Hevdû re Vekin vêxe. Paşê van pirsan bipirse:

  • Hacetên elektronîk çawa dikarin sohbetên di malbatê de xera bikin?

  • Li gor vê vîdeoyê, em çawa dikarin bi awayekî baştir bi hev re sohbetê bikin?

Baş guhdarî bikin (Aq 1:19). Eger dê û bav xîret bikin ku hîsên zarokên xwe fehm bikin û wan zû rexne nekin, zarok wê hazir bin ku dilê xwe ji wan re vekin. Gava zarokên te tiştekî ku ne bi dilê te be bibêjin, hêrs nebe û guhdariya wan bike (Mtl 17:27). Xîret bike ku ji fikir û hîsên wan fehm bikî. Bi vî awayî tu dikarî dilê wan rehet bikî û bi hezkirinê alî wan bikî.

8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê

(30 deqe) bt beş 27 par. 19-22, çarçoveya li rûp. 212an

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 35 û Dua

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne