KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb25 Gulan r. 12-13
  • 16-22 Hezîran

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 16-22 Hezîran
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2025
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2025
mwb25 Gulan r. 12-13

16-22 HEZÎRAN

METHELOKÊN SILÊMAN 18

Kilam 90 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Dilê Kesên Nexweş Xurt Bike

(10 deqe)

Li gor hîkmeta ji Xwedê xeber bide (Mtl 18:4; w22.10 22 par. 17)

Xîret bike ku tu derdê kesê din baş fehm bikî (Mtl 18:13; mrt meqale 19 çarçove)

Bi sebir û hezkirinê destekê bide (Mtl 18:24; wp23.1-E 14 par. 3-15 par. 1)

Gava jina wî dilê xwe ji wî re vedike, zilamê wê baş guhdarî dike.

JI XWE WISA BIPIRSE: “Eger dostê min ê zewacê ji aliyê bedenî yan nefsî ve nexweş e, ez çawa dikarim alîkarî bikim?”

2. Cewherên Ruhî

(10 deqe)

  • Mtl 18:18: Di rojên Kitêba Pîroz de pişk çawa dihatin bikaranîn? (it-2-E 271-272)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mtl 18:1-17 (th ders 11)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(1 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Xwediyê malê bi zimanekî din xeber dide. (lmd ders 2 fikir 5)

5. Ziyaretan Dubare Bike

(3 deqe) XIZMETA LI CIHEKÎ UMÛMÎ. Kesê din dixwaze ku tu gotinên xwe dirêj nekî. (lmd ders 7 fikir 4)

6. Ziyaretan Dubare Bike

(3 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Rastiyeke muhîm li ser hukimdariya Xwedê nîşan bide. (lmd ders 9 fikir 5)

7. Baweriya Xwe Şîrove Bike

(4 deqe) Temaşe. lff ders 30 fikir 2-3. Mijar: Hûn Çima Dibêjin ku Kesên Mirî Wê Rabin? (lmd ders 5 fikir 5)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 144

8. “Bê Gotin” Alî Hezkiriyên Xwe Bikin ku Bibin Dostên Yehowa

(15 deqe) Gotûbêj.

Em hemû dixwazin ku zilamê me, xanima me, zarokên me, merivên me yan dostên me jî ji Yehowa re xizmetê bikin. Em pir dixwazin wan îqna bikin ku bibin xizmetkarên Yehowa, lê xeter heye ku em ji ber vê yekê bi wan re pir hişk xeber bidin. Helbet em xêra wan dixwazin, lê gotinên tûj dilê wan diêşînin (Mtl 12:18). Rêyeke baştir çi ye gelo?

1. Petrûs 3:1, 2 dibêje ku zilam dikarin “bê gotin bi jiyana jina xwe bên qezenckirin.” Eger zilamê xwişkeke me nexwaze bi wê re li ser Kitêba Pîroz sohbet bike, xwişka me dikare dîsa jî alî wî bike ku ew Yehowa baştir nas bike. Gelo çawa? Ew ji Kitêba Pîroz hîn bû ku ji zilamê xwe re qenc û dilovan be û bi hîkmet bimeşe. Ev rabûn û rûniştina baş dikare dilê wî nerm bike (Mtl 16:23). Em hemû dikarin bi rabûn û rûniştina xwe ya baş alî hezkiriyên xwe bikin ku ew jî bixwazin ji Yehowa re xizmetê bikin (Kl 4:6).

VÎDEOYA Kesên ku li Têkoşîna ji bo Baweriyê bi Ser Dikevin – Kesên bi Jin yan Mêrê Nebawermend vêxe. Paşê van pirsan bipirse:

    Sehneyeke ji vîdeoya “Kesên ku li Têkoşîna ji bo Baweriyê bi Ser Dikevin – Kesên bi Jin yan Mêrê Nebawermend”. Xwişka Hideko Sasaki.
  • Gelo em dikarin ji serpêhatiya xwişka Hîdêko çi hîn bibin?

  • Sehneyeke ji vîdeoya “Kesên ku li Têkoşîna ji bo Baweriyê bi Ser Dikevin – Kesên bi Jin yan Mêrê Nebawermend”. Xwişka Noriko Ito.
  • Gelo em dikarin ji serpêhatiya xwişka Norîko çi hîn bibin?

  • Sehneyeke ji vîdeoya “Kesên ku li Têkoşîna ji bo Baweriyê bi Ser Dikevin – Kesên bi Jin yan Mêrê Nebawermend”. Xwişka Tomoe Okada.
  • Gelo em dikarin ji serpêhatiya xwişka Tomoê çi hîn bibin?

9. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê

(30 deqe) bt beş 27 par. 23-26, çarçoveyên li rûp. 214 û 217an

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 60 û Dua

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne