KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb25 Tîrmeh r. 14-15
  • 25-31 Tebax

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 25-31 Tebax
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2025
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2025
mwb25 Tîrmeh r. 14-15

25-31 TEBAX

METHELOKÊN SILÊMAN 28

Kilam 150 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Ferqa di Nava Yekî Rast û Yekî Xerab de Çi Ye?

(10 deqe)

Yê xerab bitirs e, lê yê rast ji xwe ewle ye (Mtl 28:1; w93-E 15/5 26 par. 2)

Yê xerab meseleyan baş fehm nake, lê yê rast qerarên baş dide (Mtl 28:5; it-2-E 1139 par. 3)

Yekî rast feqîr be jî, qîmeta wî ji yekî dewlemend ku xerab be, zêdetir e (Mtl 28:6; it-1-E 1211 par. 4)

Di hebsê de birayek li ser erdê rûniştiye û dua dike. Ew bi dilekî rehet ber bi jor ve dinêre.

2. Cewherên Ruhî

(10 deqe)

  • Mtl 28:14: Ev methelok bala me dikişîne ser çi? (w01-E 1/12 11 par. 3)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mtl 28:1-17 (th ders 10)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Nîşan bide ku şer û şidet wê rojekê xelas bibin. (lmd ders 5 fikir 5)

5. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Nîşan bide ku şer û şidet wê rojekê xelas bibin. (lmd ders 5 fikir 4)

6. Dest bi Sohbetê Bike

(2 deqe) XIZMETA LI CIHEKÎ UMÛMÎ. Nîşan bide ku şer û şidet wê rojekê xelas bibin. (lmd ders 1 fikir 4)

7. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Nîşan bide ku şer û şidet wê rojekê xelas bibin. (lmd ders 2 fikir 4)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 112

8. Gelo Tu ji Şidetê Hez Dikî?

(6 deqe) Gotûbêj.

Kurikek bi dil û can li ser kompîturê dilîze.

Şidet û zordariyê bi Îblîs Şeytan dest pê kir. Jixwe Îsa Mesîh ew wek “mêrkuj” bi nav kir (Yh 8:44). Piştî ku hin melekan tevî Îblîs serê xwe li hemberî Yehowa hilda, dinya bi zordariyê ve tije bû. Wisa di çavê Xwedê de dinya xerab bû (1Mû 6:11). Di rojên dawîn ên vê dinyaya zor û zehmet de, gelek kes har û hişk in û nikarin bi xwe (2Tîm 3:1, 3).

Zebûr 11:5 bixwîne. Paşê van pirsan bipirse:

  • Kesên ku ji zordariyê hez dikin, Yehowa li ser wan çi difikire, û çima?

  • Ev yek ku mirovên vê dinyayê ji zordariyê hez dikin, çawa di spor û fîlman de eşkere dibe?

Methelokên Silêman 22:24, 25 bixwîne. Paşê van pirsan bipirse:

  • Fîlmên ku em li wan temaşe dikin û kesên ku em wextê bi wan re derbas dikin, ew çawa dikarin li ser me tesîr bikin?

  • Tiştên ku em li wan temaşe dikin çawa nîşan didin ka kêfa me ji şidetê re tê yan na?

9. Kampanyaya Xisûsî ya di Îlonê de

(9 deqe)

Gotar ji aliyê çavdêrê xizmetê ve. Ji bo kampanyayê dilê xwişk û birayan xurt bike, û behsa planên civatê bike.

VÎDEOYA Aştiya Bêdawî! (Strana Komcivîna Sêrojî – 2022) vêxe.

10. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê

(30 deqe) lfb dersên 12-13an

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 113 û Dua

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne