17-23 MIJDAR
HELBESTA HELBESTAN 6-8
Kilam 34 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)
1. Ne Deriyek, lê Dîwarek be
(10 deqe)
Birayên keçika Şûlamî dixwest ku ew ji aliyê exlaq ve paqij bimîne (Hl 8:8, 9; it-E “Helbesta Helbestan” par. 11)
Ji ber ku ew bi namûs ma, wijdanê wê rehet bû (Hl 8:10; yp-E 188 par. 2)
Wê di vî warî de ji hemû ciwanan re mîsaleke baş hişt (yp2-E 33)
JI XWE WISA BIPIRSE: “Ez çawa dikarim alî xwişk û birayên azib bikim ku ew ne wek deriyek, lê wek dîwarek bin?”
2. Cewherên Ruhî
(10 deqe)
Hl 8:6: Li gor Wergera Dinyaya Nû ev ayet dibêje ku ‘pêta hezkirinê mîna pêta êgir dişewite, ew pêta Yehowa ye’. Gelo çima der heqê hezkirina rast de tê gotin ku ew ‘pêta Yehowa’ ye? (w15-E 15/1 29 par. 3)
Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Hl 7:1-13 (th ders 12)
4. Dest bi Sohbetê Bike
(2 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Bi destê karta jw.org dest bi sohbetê bike. (lmd ders 4 fikir 4)
5. Dest bi Sohbetê Bike
(2 deqe) XIZMETA LI CIHEKÎ UMÛMÎ. Di dikanekê de bi destê belavokekê dest bi sohbetê bike. (lmd ders 1 fikir 4)
6. Dest bi Sohbetê Bike
(2 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Dest bi sohbetekê xweş bike. Berî ku tu dikarî behsa mizgîniyê bikî, sohbet bidawî dibe. (lmd ders 2 fikir 4)
7. Baweriya Xwe Şîrove Bike
(5 deqe) Temaşe. ijwfq meqale 43. Mijar: Gelo Şahidên Yehowa li ser Dema Hevdûnaskirinê Çi Dibêjin? (th ders 7)
Kilam 121
8. Ji Bêexlaqiya Cinsî Birevin
(15 deqe) Gotûbêj.
Evîndarê keçika Şûlamî ew dawet kir ku ew ji xwe re bigerin û meşeke romantîk derbas bikin (Hl 2:10-14). Helbet wî tiştekî xerab nedixwest. Dîsa jî birayên keçika Şûlamî nehişt ku ew bi wî re here (Hl 2:15). Gelo çima? Wan fehm kir ku ev yek bi xeter e ku ew di hal û rewşeke romantîk de bi tena serê xwe bin.
Kitêba Pîroz vê şîretê dide me: “Ji bêexlaqiya cinsî birevin!” (1Kr 6:18). Gerek em xwe dûrî her tiştê ku dikare me ber bi xerabiyê ve bibe, bigirin. Kitêba Helbesta Helbestan ji aliyê Silêman padîşah ve hatibû nivîsandin. Wî bi îlhama Xwedê ev şîreta hêja jî nivîsand: “Aqilmend gava xerabiyê dibîne xwe vedişêre, sexik xwe davêje pêş û xisarê dibîne” (Mtl 22:3).
VÎDEOYA Xwedê bi Sirên Dil Dizane vêxe. Paşê vê pirsê bipirse:
Em dikarin ji vê vîdeoyê çi hîn bibin?
9. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê
(30 deqe) lfb dersên 36-37an