KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Soza Yeftah
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Gava keça Yeftah ji bo bixêrhatina wî derdikeve pêşiya wî, Yeftah kincên xwe diçirîne

      DERS 36

      Soza Yeftah

      Îsraîlî dîsa ji rêya Yehowa derketin. Wan dest bi îbadeta îlahên sexte kir. Gava Ammoniyan hicûmî Îsraîliyan kir, îlahên sexte alî wan nekir. Îsraîliyan gelek salan êş kişand. Di dawiyê de wan ji Yehowa re got: ‘Me guneh kir. Ji kerema xwe re me ji destê dijminên me xelas bike.’ Îsraîliyan pûtên xwe tune kirin û dîsa dest bi îbadeta Yehowa kir. Yehowa êdî nedixwest bibîne ku ew êşê dikişînin.

      Şervanekî bi navê Yeftah hat hilbijartin ku di şerê Ammoniyan de rêberiya Îsraîliyan bike. Wî ji Yehowa re got: ‘Eger tu alî me bikî ku em di vî şerî de bi ser bikevin, ez vê sozê didim te: Gava ez vegerim malê, ezê kesê pêşîn ê ku ji deriyê mala min derdikeve pêşiya min bidim te.’ Yehowa duaya Yeftah bihîst û alî wî kir ku ew di şer de serkeftî be.

      Gava Yeftah vegeriya malê, kesê pêşîn ê ku bi kêf û reqs derket pêşiya wî keça wî bû. Ew zaroka wî ya bi tenê bû. Gelo Yeftah çi kir? Wî soza xwe anî bîra xwe û got: ‘Hey wax keça min! Te dilê min êşand. Min sozek da Yehowa. Ji bo ku tu ji wî re xizmetê bikî, gerek ez te bişînim konê îbadetê yê li Şîloyê.’ Lê keça wî jê re got: ‘Bavo, eger te sozek dabe Yehowa, gerek tu soza xwe bînî cih. Tenê daxwazeke min heye: Îznê bide min ku ez bi hevalên xwe re herim çiyê û du mehan bi wan re wextê derbas bikim. Piştre ezê biçim Şîloyê.’ Keça Yeftah heta dawiya emrê xwe bi dilsozî li konê îbadetê xizmet dikir. Hevalên wê her sal diçûn ziyareta wê.

      Hevalên keça Yeftah wê li konê îbadetê ziyaret dikin

      “Yê ku ji min zêdetir ji kur yan keça xwe hez dike, ew jî ne hêjayî min e” (Meta 10:37).

      Pirs: Yeftah çi soz da? Gava keça Yeftah soza bavê xwe bihîst, wê çi kir?

      Serweran 10:6–11:11; 11:29-40; 1. Samûyêl 12:10, 11

  • Yehowa bi Samûyêl re Dipeyive
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Samûyêl deriyên konê îbadetê vedike

      DERS 37

      Yehowa bi Samûyêl re Dipeyive

      Du kurên Kahînê Mezin Elî hebûn. Navên wan Hofnî û Pînehas bûn. Wan di konê îbadetê de wek kahîn xizmet dikir. Wan guh nedida qanûnên Yehowa û wan gelek xerabî li xelkê dikir. Gava Îsraîliyan qurban ji Yehowa re dianîn, Hofnî û Pînehas parçeyên goşt ên herî baş ji xwe re dibirin. Elî bihîst ku kurên wî çi dikin, lê wî tiştek nekir ku wan bisekinîne. Gelo Yehowa wê bihişta ku ev yek wisa dewam bike?

      Samûyêl ji Hofnî û Pînehas pir biçûktir bû, lê dîsa jî wî wek wan nedikir. Yehowa ji Samûyêl razî bû. Şevekê gava Samûyêl di xewê de bû, wî bihîst ku dengek gazî wî dike. Ew rabû bi ecele çû cem Elî û jê re got: ‘Kerem ke va ez hatim!’ Lê Elî got: ‘Min gazî te nekiriye. Here rakeve.’ Samûyêl vegeriya nav nivînên xwe. Piştre dîsa wisa bû. Gava Samûyêl cara sisêyan deng bihîst, Elî fehm kir ku Yehowa gazî Samûyêl kiriye. Elî ji Samûyêl re got eger ew dîsa deng bibihîze ew dikare wisa bibêje: ‘Xulamê te guhdarî dike Yehowa. Kerem ke bêje.’

      Samûyêl ji Elî re dibêje ku Yehowa ji wî re çi gotibû

      Samûyêl vegeriya nav nivînên xwe. Piştre Yehowa jê re got: ‘Samûyêl! Samûyêl!’ Wî cewab da: ‘Bipeyive, xulamê te guhdarî dike.’ Yehowa jê re got: ‘Ji Elî re bêje ku ezê wî û malbata wî ceza bikim. Ew dizane ku kurên wî di konê îbadetê de tiştên xerab dikin, lê ew li hemberî vê yekê tiştekî nake.’ Roja din serê sibê Samûyêl wek her car deriyên konê îbadetê vekirin. Ew ditirsiya ku gotinên Yehowa ji kahînê mezin re bibêje. Lê Elî gazî wî kir û pirsî: ‘Kurê min, Yehowa çi ji te re got? Her tiştî ji min re bêje.’ Di dawiyê de Samûyêl her tişt ji wî re got.

      Gava Samûyêl mezin dibû, Yehowa her tim bi wî re bû. Li her dera Îsraîlê, hemû mirovan dizanibû ku Yehowa Samûyêl kiriye pêxember û hakim.

      “Xaliqê xwe yê Mezin di rojên ciwantiya xwe de bîne bîra xwe” (Waiz 12:1, NWT).

      Pirs: Çi ferqa Samûyêl ji Hofnî û Pînehas hebû? Yehowa ji Samûyêl re çi got?

      1. Samûyêl 2:12-17, 22-26; 3:1-21; 7:6

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne