KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb25 Mijdar r. 10-11
  • 8-14 Kanûn

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 8-14 Kanûn
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2025
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2025
mwb25 Mijdar r. 10-11

8-14 KANÛN

ÎŞAYA 6-8

Kilam 75 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

Îşaya li ezmanan dinêre û hazir e ku bibe pêxemberê Xwedê.

1. “Ez li vir im, Min Bişîne!”

(10 deqe)

Îşaya di cih de hazir bû ku bibe pêxemberê Xwedê (Îş 6:8; ip-1-E 93-94 par. 13-14)

Wezîfeya Îşaya qet ne hêsan bû (Îş 6:9, 10; ip-1-E 95 par. 15-16)

Gelek kesan guh neda Îşaya pêxember. Halê Îsa Mesîh jî eynî wisa bû (Mt 13:13-15; ip-1-E 99 par. 23)

Li sûkê, Îşaya xebera Xwedê ji komeke Îsraîliyan re belav dike. Hin kes guh nadin wî û hin kesên din jî jê aciz dibin û diçin.

KÛR BIFIKIRE: Ez çawa dikarim di xizmeta Yehowa de fedakariyê nîşan bidim?

2. Cewherên Ruhî

(10 deqe)

  • Îş 7:3, 4: Madem ku Ahaz Padîşahekî pir xerab bû, Yehowa çima hazir bû ku wî xelas bike? (w06-E 1/12 9 par. 4)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Îş 8:1-13 (th ders 5)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Yek ji fikrên di pêveka A ya broşûra Ji Mirovan Hez Bikin de bi kar bîne. (lmd ders 4 fikir 5)

5. Ziyaretan Dubare Bike

(4 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Kursa Kitêba Pîroz pêşkêş bike. (lmd ders 9 fikir 3)

6. Ziyaretan Dubare Bike

(5 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Nîşan bide ku Kursa Kitêba Pîroz çawa derbas dibe. (lmd ders 9 fikir 5)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 83

7. Xizmeta Mal bi Mal Nîşana Me ye

(15 deqe) Gotûbêj.

Îsa Mesîh û Mesîhiyên pêşîn mizgînî mal bi mal belav dikir. Îro jî Şahidên Yehowa bi xizmeta mal bi mal tên naskirin (Lq 10:5; Kar 5:42).

Di wexta pandemiya COVID-19 de em neçûn mal bi mal. Loma me bala xwe dida vê yekê ku em mizgîniyê bi saya sohbetên neresmî, nivîsandina nameyan û telefonkirinê belav bikin. Ji ber vê yekê em di van waran de bûne hoste! Dîsa jî, xizmeta mal bi mal rêya sereke ya belavkirina mizgîniyê ye. Gelo ji bo te jî mumkin e ku tu bi nîzamî xizmeta mal bi mal bikî?

Xizmeta mal bi mal çawa alî me dike em wan hedefan bînin cih?

  • Xwe bigihîne hemû mirovên saheya te

  • Bibe mamosteyekî baştir, sifetên wek dilxurtî û fedakariyê bi pêş bixe û bê pêşhukiman mizgîniyê bide her kesî

  • Dest bi kursên Kitêba Pîroz bike

Dîmeneke ji vîdeoya “Xizmeta di Rojên Şil û Sar de”. Du xwişk li devê derî mizgîniyê didin jinikekê..

VÎDEOYA Xizmeta di Rojên Şil û Sar de vêxe. Paşê vê pirsê bipirse:

  • Em dikarin ji fedakariya xwişk û birayên me yên li Giravên Ferî çi hîn bibin?

8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê

(30 deqe) lfb dersên 42-43yan

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 123 û Dua

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne