KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb25 Mijdar r. 14-15
  • 22-28 Kanûn

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 22-28 Kanûn
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2025
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2025
mwb25 Mijdar r. 14-15

22-28 KANÛN

ÎŞAYA 11-13

Kilam 14 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Kitêba Pîroz li ser Mesîh Çi Got?

(10 deqe)

Ewê ji zuriyeta Dawidê kurê Yêşay be (Îş 11:1; ip-1-E 159 par. 4-5)

Ruhê Yehowa û tirsa Xwedê wê li ser wî be (Îş 11:2, 3a; ip-1-E 159 par. 6; 160 par. 8)

Ewê hakimekî adil û dilrehm be (Îş 11:3b-5; ip-1-E 160 par. 9; 161 par. 11)

Îsa Mesîh wek Padîşahê ezmanî li ser rûyê erdê hukim dajo.

KÛR BIFIKIRE: Îsa Mesîh çima ji hemû serokên dinyayê serokekî mezintir û baştir e?

2. Cewherên Ruhî

(10 deqe)

  • Îş 11:10: Ev pêxembertî çawa hat cih? (ip-1-E 165-166 par. 16-18)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Îş 11:1-12 (th ders 11)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. (lmd ders 2 fikir 5)

5. Ziyaretan Dubare Bike

(4 deqe) XIZMETA LI CIHEKÎ UMÛMÎ. Bi destê jw.org pirsa kesê din bibersivîne. (lmd ders 8 fikir 3)

6. Mirovan Bike Şagirt

(5 deqe) Bi xwendekarê xwe re haziriya ji bo xizmeta mal bi mal bike. (lmd ders 11 fikir 4)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 57

7. Gelo Em “li gor Edaletê Hukim” Dikin?

(15 deqe) Gotûbêj.

Du bira di xizmetê de ne û mizgîniyê didin zilamekî deqkirî. Birayê ciwan vîdeoya “Xwendina Kitêba Pîroz Çima Lazim e?” nîşan dide. Li ser dîwar posterên komên heavy metal daleqandî ne.

Çi heyf e, lê em her roj bê hemdê xwe kesên din di hiş û ramanên xwe de hukim dikin. Efendiyê me Îsa Mesîh wisa nake, çimkî ew dikare dilê mirovan bibîne û bi fikir û niyetên wan dizane (Îş 11:3, 4). Mirov qet nikare wisa bike. Dîsa jî em xîret dikin ku ji Îsa Mesîh hîn bibin û wek wî bikin. Û wî ev şîret da me: “Ne li gor dîtinê, lê li gor edaletê hukim bikin” (Yh 7:24).

Eger em di xizmetê de kesên din li gor dîtinê hukim bikin, dibe ku xîreta me kêmtir bibe û mizgînî nikare tesîrê li kesên din bike. Mesela, li hin herêman gelek mirovên ji dîn û baweriyeke taybet an ji miletekî taybet dijîn. Li hin herêman gelek mirovên dewlemend, û li hin herêmên din jî gelek mirovên feqîr dijîn. Gelo em hazir in ku li herêmên wisa jî mizgînî bi dil û can belav bikin? Xwedê “dixwaze ku hemû cure mirov xelas bibin û bigihîjin rastiyê” (1Tîm 2:4).

VÎDEOYA Dersên ji Kovara Birca Çavdêriyê – Li gor Dîtinê Hukmê Mirovan Nede vêxe. Paşê van pirsan bipirse:

  • Di vê vîdeoyê de behsa kîjan pêşhukiman tê kirin?

  • Eger di nav civatê de pêşhukim hebin, ev yek çawa dikare li civatê tesîr bike?

  • Çi alî xwişk û birayan kir ku ew li gor dîtinê hukim nekin?

  • Tu ji vê kovara Birca Çavdêriyê çi hîn bûyî?

8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê

(30 deqe) lfb dersên 46-47an

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 12 û Dua

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne