KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w20 Sibat r. 26-30
  • Emsalên Baş Alî Min Kir ku Ez bi Pêş ve Herim

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Emsalên Baş Alî Min Kir ku Ez bi Pêş ve Herim
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • EZ HÎN BÛM KU JI XIZMETÊ HEZ BIKIM
  • EM WEK PÊŞENGÊN XISÛSÎ VEDIGERIN QUEBECÊ
  • TEKLÎFA JI BO ÎŞÊ XIZMETA RÊWÎ
  • SALEKE XISÛSÎ
  • XIZMETA LI WAREKÎ DIN
  • Eleqedarbûna bi Kesên Din re Bereketan Tîne
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Qanûnîkirina Îşê Me yê li Quebecê
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2019
  • Destên Min Sist Nebûne
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
  • Di Xizmeta Yehowa de Jiyaneke Xweş
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
w20 Sibat r. 26-30

SERPÊHATÎ

Emsalên Baş Alî Min Kir ku Ez bi Pêş ve Herim

VEBÊJ: LÉONCE CRÉPEAULT

Léonce Crépeault di ciwantiya xwe de.

GAVA ez ciwan bûm, belavkirina mizgînê li min zor dihat. Paşê, gava ez mezintir dibûm, wezîfeyên ku min texmîn dikir ku ez nikarim di heqê wan de werim der, ji min re hatin dayîn. Bi saya emsalên baş, ez ji tirsa xwe filitîm, û min di 58 salên xizmeta xwe ya tamrojî de bereketên mezin stendin.

Ez li Quebec City’yê, li eyaleteke Fransîaxiv a Kanadayê, hatim dinyayê. Bavê min Louis û diya min Zéliayê ez li maleke bihizûr mezin kirim. Bavê min yekî fediyok bû, û wî ji xwendinê pir hez dikir. Min ji nivîsandinê kêf distend, û min dixwest rojekê bibim rojnamevan.

Gava ez weke 12 salî bûm, Rodolphe Soucy, hevalkarekî bavê min bi hevalekî xwe re hatin ziyareta mala me. Ew Şahidên Yehowa bûn. Min di heqê Şahidên Yehowa de pir tişt nizanibû û dînê wan bala min pir nedikişand. Dîsa jî, ez ecêbmayî mam ku wan çawa bi destê Kitêba Pîroz û bi awayekî maqûl cewab dida pirsên me. Vê yekê bala dê û bavê min jî kişand, loma me kursa Kitêba Pîroz qebûl kir.

Wê wextê, ez diçûm mektebeke Katolîk. Min carinan bi hevaldersên xwe re li ser tiştên ku ez ji kursa Kitêba Pîroz hîn dibûm, sohbet dikir. Bi zeman re, mamosteyên me, yên ku gişt keşîş bûn, pê hesiyan. Li şûna ku ew bi destê Kitêba Pîroz îsbat bikin ku gotinên min nerast in, yekî ji wan li ber temamiya sinifê ez wek şoreşger bi nav kirim! Tengasiya ku min kişand ji xêrê re bû, çimkî min êdî dît ku hîndariyên dînî yên mekteba min ne li gor Kitêba Pîroz bûn. Min êdî fehm kir ku ez aîdî wê derê nînim. Loma, bi îzna dê û bavê xwe, ez derbasî mektebeke din bûm.

EZ HÎN BÛM KU JI XIZMETÊ HEZ BIKIM

Kursa min a Kitêba Pîroz her çi qas dewam dikir jî, ez ji aliyê ruhî ve zû bi pêş ve nediçûm, çimkî ez ji xizmeta mal bi mal ditirsiyam. Dêra Katolîk, a ku li wê demê pir tesîrdar bû, bi sertî li hemberî îşê belavkirina mizgînê disekinî. Maurice Duplessis, serokwezîrê Quebecê, bi dêrê ve pir nêzik bû. Bi piştgiriya wî, serseriyan tehde li xwişk û birayan dikir û hicûmî wan dikir. Li wan rojan, ji bo îşê belavkirina mizgînê pir cesaret lazim dibû.

Birayê John Rae, yê ku sinifa 9an a Mekteba Gîleadê xelas kiribû, alî min kir ku ez tirsa xwe ji ser xwe bavêjim. John, yekî pir bitecrûbe, nefsbiçûk, sernerm û dilgerm bû. Wî bi gelemperî rasterast şîret nedida min, lê emsala wî ya baş ji hezar gotinî çêtir bûn. Li John zor dihat ku Fransî xeber bide, loma ez pir caran bi wî re derdiketim xizmetê û min ji aliyê zimên ve alî wî dikir. Di netîceyê de, vê yekê ku min bi John re wext derbas dikir alî min kir ku ez bibim Şahidê Yehowa. Deh sal piştî ku min Şahidên Yehowa cara pêşîn nas kiribû, ez li 26ê Gulanê ya sala 1951ê hatim bin av kirin.

Léonce Crépeault, John Rae û hin hevalên wan.

Emsala baş a John Rae (A) alî min kir (B) ku ez tirsa ji xizmeta mal bi mal ji ser xwe bavêjim

Li civata meye biçûk a li Quebec City’yê, piraniya xwişk û birayan pêşeng bûn. Tesîra wan a baş ez jî teşwîq kirim ku bibim pêşeng. Wê wextê, me mizgîn tenê bi destê Kitêba Pîroz mal bi mal belav dikir. Ji ber ku di destê me de weşan tune bûn, gerek me Kitêba Pîroz hê xweştir bi kar bianiya. Loma ji bo ku ez rastiyê biparêzim, min hewl da ku ez ayetên Kitêba Pîroz rind nas bikim. Lê belê, gelek kesan nedixwest Kitêba Pîroz bixwenda eger tê de mora resmî ya dêra Katolîk tune ye.

Li sala 1952yan, ez bi xwişkeke bi navê Simone Patry re zewicîm. Me mala xwe bar kir Montrealê, û di hundirê salekê de, keça me Lise hat dinyayê. Wexteke kin berî ku em zewicîn, lazim bû ku ez dev ji xizmeta pêşengiyê berdim. Dîsa jî, me jiyaneke sade dajot û heta ku ji destê me dihat bi karên civatê mijûl dibûn.

Deh sal bi şûn de, min dîsa dixwest bibim pêşeng. Li sala 1962yan, gava ez ji bo mehekê ji bo Kursa Xizmeta Padîşahiyê ya ji bo kalên civatê li Beytela Kanadayê bûm, ez û birayekî bi navê Camille Ouellette li odeyekê diman. Xîreta Camille ya ji bo xizmetê li ser min pir tesîr kir, bi xisûsî ji ber ku ew xwediyê malbatekê bû. Li wan rojan, ev yek ku kesekî ku zarokên wî hene bibe pêşeng, li Quebecê wek tiştekî ecêb dihat dîtin, lê Camille ev hedef dabû ber çavê xwe. Di wexta kursê de, wî ez teşwîq kirim ku li ser halê xwe bifikirim. Çend meh bi şûn de, min fehm kir ku ez dikarim dîsa bibim pêşengê daîmî. Hinekan bi şik û guman li qerara min dinêrî, lê ez êdî biqerar bûm. Ez bawer bûm ku Yehowa wê bereketa xwe bide xîreta min.

EM WEK PÊŞENGÊN XISÛSÎ VEDIGERIN QUEBECÊ

Li sala 1964an, em wek pêşengên xisûsî hatin şandin bajarê xwe Quebec City’yê, û me çend sal li wê derê xizmet kir. Wê wextê, belavkirina mizgînê êdî hêsantir bûbû, lê dîsa jî em carinan rastî muxalefetê dihatin.

Rojeke şemiyê piştî nîvro, ez li Sainte-Marie’yê, bajarekî biçûk î nêzikî Quebec City’yê, hatim girtin. Polîsekî ez birim merkeza polîsê û ez avêtim hebsê ji ber ku min bê îzin mal bi mal mizgîn belav dikir. Paşê, ez birim ber hakimekî biheybet ê bi navê Baillargeon. Wî ji min pirsî ku avûkatê min wê kî be. Gava min got ku birayê Glen Howa wê avûkatê min be, wî bi heyecan got: “Na, nabe! Ew nabe!” Birayê Glen di parastina Şahidên Yehowa de pir bi nav û deng bû. Pir wext derbas nebû ku mehkemeyê xeber ji min re şand ku hemû îtham hatine betal kirin.

Seba muxalefeta li Quebecê, li me zor dihat ku em cihên minasib ji bo civînan kirê bikin. Civata meye biçûk ji xwe re tenê garajeke kevin û sar dît. Zivistanê, me sobeyeke biçûk dişewitand. Berî civînan, em pir caran ji bo çend saetan li dora sobeyê rûdiniştin, û me behsa serpêhatiyên xweş ên xizmeta xwe dikir.

Bi zeman re, îşê belavkirina mizgînê bi pêş ve çû. Li salên 1960î, li derdora Quebec City’yê, li herêma Côte-Nordê û li nîvgirava Gaspéyê bi giştî tenê çend civatên biçûk hebûn. Îro, li wê derê zêdetirî du herêmên xizmetê hene, û xwişk û birayên me li salonên xweşik li hev top dibin.

TEKLÎFA JI BO ÎŞÊ XIZMETA RÊWÎ

Toronto, 1977: Léonce Crépeault û hin nazirên rêwî li civînekê.

Li sala 1977an, ez li Torontoyê çûm civîneke ji bo nazirên rêwî

Li sala 1970yî, em ji bo xizmeta herêmî hatin dawet kirin. Pişt re, li sala 1973yan, em ji bo îşê naziriya mintiqeyî hatin tayîn kirin. Li wan salan, ez ji birayên jêhatî wek Laurier Saumurb û David Splanec pir tiştan hîn bûm. Wan her duyan jî xizmeta rêwî dikir. Piştî her civîna mezin, min û David, me aqil dida hev ku em çawa dikarin hunera hînkirinê bi pêş ve bixin. Tê bîra min ku David carekê ji min re wisa got: “Léonce, kêfa min bi gotara te ya dawîn hat. Gotara te xweş bû, lê minê ji malzemeya gotara te sê gotar çêkirana!” Berê, min pir zêde melûmat dixist gotarên xwe. Lazim bû ku ez bielimiyama ku ez bala xwe bidim tenê nuqteyên herî muhîm.

Xerîteya bajarên ku Léonce Crépeault xizmet dikir: Sainte-Marie, Quebec City, Montreal û Toronto.

Min li cure cure bajarên li rojhilatê Kanadayê xizmet dikir

Bi eslê xwe, wezîfeya nazirên mintiqeyî ev bû ku nazirên herêmî teşwîq bikin. Lê belê, li Quebecê gelek mizgînvanan ez rind nas dikirim. Gava ez diçûm ziyareta herêman, wan pir caran dixwest bi min re derkevin xizmetê. Min ji xizmeta bi wan re pir kêf distend, lê min bi têra xwe wexta xwe ji bo nazirên herêmî venediqetand. Carekê, nazirekî herêmî ji min re wisa got: “Çi qas xweş e ku tu wexta xwe bi xwişk û birayan re derbas dikî, lê ji bîr neke ku ev heftî heftiya min e. Ez jî hewceyî teşwîqê me!” Ez ji vê şîreta nazik hîn bûm ku gerek ez zêdetir terazdar bim.

Li sala 1976an, tiştekî xerab çêbû. Delala min Simone giran nexweş ket û jiyana xwe ji dest da. Ew hevaleke pir fedakar bû, û wê ji Yehowa pir hez dikir. Xizmeta min pir sebir dida min, û ez ji Yehowa re şikurdar im ku wî di wê wexta zor de bi dilovanî piştgiriya min dikir. Paşê, ez bi pêşengeke Îngilîzaxiv a bi navê Carolyn Elliott re zewicîm. Ew hatibû Quebecê ji ber ku li wê derê mizgînvan hindik bûn. Carolyn yeke dilgerm e, û ew ji dil bi kesên din eleqedar dibe, bi xisûsî bi kesên fediyok yan bêkes. Gava ew bi min re diçû xizmeta rêwî, ew ji bo min bereketeke mezin bû.

SALEKE XISÛSÎ

Li meha Çileyê ya sala 1978an, ez bûm mamosteya Kursa Xizmeta Pêşengiyê ya pêşîn a li Quebecê. Ez pir biheyecan bûm, çimkî bernameya hînkirinê hem ji bo min hem jî ji bo xwendekaran tiştekî nû bû. Şikur ku di kursa min a pêşîn de gelek pêşengên bitecrûbe hebûn. Her çi qas ez mamoste bûm jî, ez ji xwendekaran gelek tiştan hîn bûm!

Di eynî salê de, Civîna Navnetewî ya bi temaya “Baweriya Serkeftî” li Stadyûma Olîmpîk a Montrealê çêbû. Ev civîna herî mezin bû, ya ku li Quebecê çêbû. Zêdetirî 80.000 temaşevan hebûn. Li vê civînê, ez li Departmana Medyayê xebitîm. Min bi gelek rojnamevanan re xeber da, û ez pir şa bûm gava li medyayê gelek xeberên pozîtîf derketin. Hevpeyivînên ku li televîzyonê û li radyoyê hatin weşandin, zêdetirî 20 saetan bûn, û bi sedan meqale hatin çap kirin. Belê, şahidiyeke pir mezin hat dayîn!

XIZMETA LI WAREKÎ DIN

Li sala 1996an, ez rastî guhertineke pir mezin hatim. Ji wexta ku ez hatibûm bin av kirin û pê ve, min her tim li herêmên Fransîaxiv ên Quebecê xizmet kiribû. Lê îcar, teşkîlatê ez şandim herêmeke Îngilîzîaxiv a li hêla Torontoyê. Ez ditirsiyam gava ez difikirîm ku gerek ez bi Îngilîziya xwe ya şikestî gotaran pêşkêş bikim. Lazim bû ku ez zêdetir dua bikim û xwe zêdetir bispêrim Yehowa.

Du salên ku min li hêla Torontoyê derbas kir bi rastî jî pir xweş bûn. Carolynê bi sebir alî min dikir ku ez hê xweştir bi zimanê Înglîzî xeber bidim, û xwişk û birayan pir alîkariya min dikir û ez teşwîq dikirim. Di wexteke kin de, me gelek hevalên nû dîtin.

Ji xeynî haziriyên ji bo civînên mezin, min gelek caran li êvara roja Înê nêzikî saetekê mal bi mal xizmet dikir. Hinek belkî difikirin ku ne lazim e ku mirov li wexteke wisa derkeve xizmetê. Lê belê ez ji sohbetên xweş ên li xizmetê kêfê distînim. Heta îro jî, belavkirina mizgînê her tim dilê min xweş dike.

Li sala 1998an, em li Montrealê bûn pêşengên xisûsî. Bi gelek salan, min kampanyayên xisûsî ji bo belavkirina mizgîne organîze dikirin û ez bi medyayê re dişixulîm ku pêşhikumên li hemberî Şahidên Yehowa ji holê rakim. Niha em mizgînê didin kesên xerîb ên ku nû hatine Kanadayê û ku dixwazin di heqê Kitêba Pîroz de zêdetir melûmatê bistînin.

Léonce Crépeault û pîreka wî Carolyn.

Ez û pîreka min Carolyn

Êdî 68 sal e ku ez Şahidê Yehowa me. Min bi rastî gelek bereket stendine. Ez hîn bûm ku ji xizmetê hez bikim û min alî gelek kesan kir ku rastiyê nas bikin. Ev yek min pir kêfxweş dike. Qîza min Lise û zilamê wê, piştî ku zarokên wan mezin bûn, dest bi xizmeta pêşengiyê kir. Gava ez dibînim ku ew di xizmetê de çi qas bixîret in, dilê min şa dibe. Ez bi xisûsî ji xwişk û birayên ku bi destê emsala xweye baş û şîretên baqil alî min kir, şikurdar im. Wan alî min kir ku ez ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herim û di xizmeta Yehowa de cure cure wezîfeyan bistînim. Ez hîn bûme ku tenê eger em bi qeweta ruhê pîroz bawer bin, emê karibin di tayînên xwe de tim dilsoz bimînin (Zeb. 51:11). Ez tim û tim ji Yehowa re spas dikim ku ez dikarim pesnê navê wî bidim! (Zeb. 54:6).

a Li serpêhatiya Glen How binêre (“The Battle Is Not Yours, but God’s”, Awake!, 22 Nîsan 2000).

b Li serpêhatiya Laurier Saumur binêre (“I Found Something Worth Fighting For”, The Watchtower, 15 Mijdar 1976).

c David Splane niha endamekî Koma Rêberiyê ya Şahidên Yehowa ye.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne