KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • wp21 no. 2 r. 10-12
  • Tu Çawa Dikarî Bikevî Dinyaya Nû?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Tu Çawa Dikarî Bikevî Dinyaya Nû?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2021
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • JI BO KU TU SAX BIMÎNÎ, XWEDÊ ‘NAS BIKE’
  • JI XWE RE HER ROJ KITÊBA PÎROZ BIXWÎNE
  • JI XWEDÊ RE DUA BIKE Û ALÎKARIYA WÎ BIXWAZE
  • Em Dikarin Her û Her Bijîn!
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
  • Ceneta li ser Rûyê Erdê Pir Nêzîk Bûye!
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2021
  • Nêzikî Yehowa Bimîne
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2021
wp21 no. 2 r. 10-12

Tu Çawa Dikarî Bikevî Dinyaya Nû?

Meqaleyên berê nîşan dan ku Xwedê wê di wexteke nêzîk de însanên xerab û hemû problemên ku ew çêdikin, tune bike. Bê şik û bê guman em dikarin pê bawer bin ku Xwedê wê vêya bike. Gelo çima? Çimkî Kitêba Pîroz wisa soz dide:

“Îcar dinya ... derbas dibe” (1. YÛHENNA 2:17).

Em dikarin ji sedî sed pê bawer bin ku em dikarin sax bimînin, çimkî ev ayet wisa jî soz dide:

“Yê ku daxwaza Xwedê dike her û her dijî.”

Li gor vê ayetê, eger em daxwaza Xwedê bînin cih, emê sax bimînin. Ji bo ku em fehm bikin ka daxwaza Xwedê çi ye, ewilî gerek em wî baş nas bikin.

JI BO KU TU SAX BIMÎNÎ, XWEDÊ ‘NAS BIKE’

Albûm: 1. Hemşîreyek li korîdora nexweşxaneyê rûniştiye. Ew pir betilî ye û bêhna wê teng bûye. 2. Ew li kafeteryayê îstirihetê dike û dibîne ku hevalkara wê bi kêfxweşî kovarekê dixwîne. 3. Hevalkara wê ji wê re ayeteke Kitêba Pîroz dixwîne û karta jw.org dide wê.

Îsa Pêxember gotibû: “Jiyana herheyî jî ev e: Ku ew te, tu Xwedayê bi tenê rast ... nas bikin” (Yûhenna 17:3). Ji bo ku em di dawiya dinyayê de sax bimînin û heta bi hetayê bijîn, gerek em Xwedê “nas bikin”. Yanî, ne bes e ku em dizanin ku Xwedê heye. Xwedê dixwaze ku em bibin dostên wî. Ji bo ku em bibin dostên yekî, gerek em wexta xwe pê re derbas bikin. Avakirina dostaniya bi Xwedê re jî wisa çêdibe. Bala xwe bide hin rastiyên Kitêba Pîroz. Ew alî me dikin ku em dostaniyeke baş bi Xwedê re ava bikin.

Rastiyên ku Em ji Kitêba Pîroz Dielimin

Hemşîre li malê dikeve malpera jw.org.

Xwedê dixwaze ku em di cenetê de bijîn.

Xwedê însanên pêşîn, yanî Adem û Hewa, xuliqandin. Wî ew xistin ceneta ku jê re baxçeyê Adenê tê gotin. Ew kamil bûn û çi ji wan re lazim bû, Xwedê dabû wan da ku ew di jiyana xwe de kêfxweş bin. Xwedê dixwest ku ew heta bi hetayê bijîn. Heta ku ew di rêya Xwedê de dimeşiyan û dostên wî bûn, ew sax diman. Lê wan nexwest ku di rêya Xwedê de bimeşin û gotinên wî li erdê xistin.

Însan çima kul û derdan dikişînin?

Ji ber ku însanê pêşîn, yanî Adem, guh neda Xwedê, fersenda jiyana bêdawî ji destê wî û ji destê me jî çû. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Loma ka çawa bi saya yek mirovî guneh ket dinyayê û ji guneh mirin hat, wisa jî mirin derbasî hemû mirovan bû” (Romayî 5:12). Çawa ku nexwşiya dê û bavekî dikare derbasî zarokekî wan bibe, bi vî awayî nexweşiya Adem jî, yanî guneh û qisûrdariya wî, derbasî me hemûyan bûye. Ji ber vê yekê, em kal û pîr dibin û dimirin.

Xwedê ji bo me çi kiriye?

Kitêba Pîroz dibêje: “Çimkî Xwedê wisa ji dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da, da her kesê ku baweriyê bi wî bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe” (Yûhenna 3:16). Xwedê Îsa Pêxember şand dinyayê ji bo ku ew canê xwe ji bo me bide. Ji ber vê hezkirina Xwedê, kalemêrekî Hindî, yê ku navê wî Prabhakar e û 86 salî ye, wisa dibêje: “Bi rastî, Yehowaa ji min pir hez dike. Bi vê hezkirina xwe, Xwedê ji min re rêya jiyana bêdawî vekir.”

Em çawa dikarin ji Xwedê re şikur bikin ji bo tiştên ku wî ji bo me kirine?

Kitêba Pîroz dibêje ku gava em “emrên wî tînin cih”, em şikurdariya xwe ji Xwedê re nîşan didin (1. Yûhenna 2:3). Yehowa Xwedê ji me pir hez dike. Loma ew ji me re rê nîşan dide ku em çawa dikarin ji jiyana xwe tehmê bistînin (Îşaya 48:17, 18). Xwedê naxwaze ku dilê me ji ber kul û derdan biêşe. Ew soz dide ku eger em di rêya wî de bimeşin, emê hem niha hem jî heta bi hetayê şa bin.

JI XWE RE HER ROJ KITÊBA PÎROZ BIXWÎNE

Hemşîre li derve îstirihetê dike. Piştî xwendina Kitêba Pîroz ew li ezmanan dinêre.

Di dawiya dinyayê de, tu dikarî sax bimînî. Ji bo vê yekê ji Xwedê re dua bike, alîkariya wî bixwaze û daxwaza wî bîne cih

Ji bo ku em sax bimînin, gerek em her roj xwarinê bixwin. Lê Îsa Pêxember gotibû: “Mirov ne bi nên tenê dijî, lê bi her peyva ku ji devê Xwedê derdikeve dijî” (Metta 4:4).

Îro jî, em dikarin peyvên Yehowa di Kitêba Pîroz de bibînin. Gava ku tu vê Kitêba Muqedes bixwînî, tuyê bielimî ku Xwedê di wextên berê de çi kiriye, ew niha çi dike û ewê di pêşerojê de çi bike.

JI XWEDÊ RE DUA BIKE Û ALÎKARIYA WÎ BIXWAZE

Eger tu dixwazî di rêya Xwedê de bimeşî, lê li te zor tê ku tu dev ji tiştên xerab berdî, gerek tu çi bikî? Bi rastî, gava ku tu Xwedê baş nas bikî, ewê helbet alî te bike.

Ka werin em li ser jinikeke ku em bibêjin navê wê Sakura ye, xeber bidin. Wê di jiyana xwe de bênamûsî dikir. Gava wê dest bi xwendina Kitêba Pîroz kir, ew elimî ku Xwedê ji bênamûsiya cinsî nefret dike (1. Korîntî 6:18). Sakurayê ji Xwedê re dua kir ku ew qewetê bide wê. Bi alîkariya Xwedê wê karibû dev ji vî tiştê xerab berde. Lê hê jî, ew li hemberî vê ceribandinê disekine. Ew wisa dibêje: “Gava ku fikrên bêexlaq tên hişê min, ez ji Yehowa re dua dikim û derdê dilê xwe ji wî re dibêjim. Çimkî ez dizanim ku ez nikarim bi qeweta xwe li hemberî vê xwesteka xerab bisekinim. Lê bi destê duayê, min Yehowa baş nas kir.” Wek Sakurayê, bi milyonan însan Xwedê êdî baş nas dikin. Xwedê qewetê dide wan ku ew jiyana xwe li gor daxwaza wî serrast bikin. Bi vî şiklî, jiyana wan bi dilê Xwedê ye (Filîpî 4:13).

Gava ku tu Xwedê baştir nas bikî, tuyê jî “ji aliyê Xwedê ve [werî] naskirin”. Bi vî awayî, tu dikarî bibî dostê Xwedê (Galatî 4:9; Zebûr 25:14). Eger tu wisa bikî, tuyê sax bimînî û bikevî dinyaya nû. Lê jiyana li dinyaya nû wê çawa be? Meqaleya din vê yekê zelal dike.

a Kitêba Pîroz dibêje ku navê Xwedê Yehowa ye.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne