SERPÊHATÎ
Jiyaneke Xweş li Xizmeta Yehowa
GAVA ez nû hatim Beytela Kanadayê, karê min ev bû ku çapxaneyê bimalim. Sal, sala 1958an bû, û ez 18 salî bûm. Çendek bi şûn de min dest bi xebata li ser makîneya ku kovarên çapkirî jêdikir, kir. Jiyana li Beytelê li min pir xweş dihat!
Salek bi şûn de, li Beytelê hat îlankirin ku ji bo Beytela Afrîkaya Başûr xebatkar lazim in, çimkî li wê derê, makîneyeke çapkirinê ya nû wê bihata kirîn. Min got ku ez hazir im ku herim. Ji xeynî min, sê birayên din jî hatin hilbijartin – Dennis Leech, Bill McLellan û Ken Nordin. Ji me re hat gotin ku gerek em ji bo demeke dirêj li Afrîkaya Başûr bimînin.
Min ji diya xwe re telefon kir û got: “Dayê, xeberek heye. Ezê herim Afrîkaya Başûr!” Diya min jinikeke sakîn û bawermend bû, û wê ji Yehowa pir hez dikir. Wê tiştek negot, lê min dizanibû ku ew bi qerara min qayil e. Dê û bavê min helbet xemgîn bûn ji ber ku ezê ji wan ew qas dûr bibûma, lê wan tu caran tiştekî li dijî qerara min nedigot.
AFRÎKAYA BAŞÛR
1959: Ez û Dennis Leech, Ken Nordin û Bill McLellan, em bi trenê ji bajarê Cape Townê diçin bajarê Johannesburgê
2019: 60 sal bi şûn de, em li Beytela Afrîkaya Başûr dîsa li hev top bûn
Pêşî, em sê mehan li Beytela Brooklynê man. Li wê derê, me ji bo şixulandina makîneya çapkirinê perwerdeya xisûsî stand. Paşê, em bi gemiyeke kargoyê çûn bajarê Cape Townê (Afrîkaya Başûr). Li wê demê, ez 20 salî bûm. Serê êvarê, em li trenê siwar bûn ku ji Cape Townê herin Johannesburgê. Sibehê, tren li gundekî li çola Karooyê sekinî. Hewa pir germ bû û bi toz û dû ve tije bû. Me ji pencereyê li derve dinêrî û xem dikir ka em hatin ku derê. Lê belê, gava em gelek sal bi şûn de dîsa çûn wê herêmê, ev gund û bajarên biçûk êdî li me pir xweş xuya dikir.
Bi çend salan, ez li ser makîneyeke bi navê “Linotype” dixebitîm. Bi destê vê makîneyê, min herf û rêzên ji bo çapkirina kovarên Birca Çavdêriyê û Hişyar Bin! hazir dikirin. Buroyê ev kovar bi gelek zimanên Afrîkayî çap dikirin – ne tenê ji bo Afrîkaya Başûr, lê ji bo gelek welatên din jî. Belê, makîneya çapkirinê bi awayekî pir kêrhatî dihat bikaranîn.
Paşê, ez derbasî Ofîsa Fabrîkayê bûm. Ev departman ji gelek îşên çapkirin, şandin û wergerandinê mesûl bû. Jiyana min hem pir mijûl bû hem jî pir xweş û bimane bû.
ZEWAC Û WEZÎFEYEKE NÛ
1968: Ez û Laura wek pêşengên xisûsî
Di sala 1968an de, ez bi pêşengeke bi navê Laura Bowen zewicîm. Laura nêzîkî Beytelê dima, û wê ji bo Departmana Tercûmeyê kar dikir. Li wan rojan, îzin tune bû ku cotên nûzewicî li Beytelê bimînin, loma em wek pêşengên xisûsî hatin tayînkirin. Piştî 10 salên xizmeta li Beytelê, ez hebekî ditirsiyam ka emê çawa debara xwe bikin. Li Beytelê, hem xwarin hem jî cih û stara min her tim hebû. Lê belê, wek pêşengên xisûsî, her yekî ji me her meh tenê 25 rand (bi pereyê wê demê weke 35 dolar) standin – ew jî eger emê bigihîjin hedefên ji bo saet, ziyaretên dubare û belavkirina weşanan. Bi van pereyan, lazim bû ku em hemû mesrefên ji bo kirê, xwarin, pereyê rê, doktor û tiştên din bidin.
Beytelê em şandin komeke biçûk a nêzîkî bajarê Durbanê, li kêleka Okyanûsa Hindî. Li wê derê, gelek însanên ji Hindistanê hebûn. Piraniya wan, zarokên karkerên Hindî bûn, ên ku di sala 1875an de hatibûn Afrîkaya Başûr ku li fabrîkayên şekerê bixebitin. Niha ew êdî li îşên din dixebitîn, lê wan kultur û xwarinên xwe yên tamxweş hê jî xwedî dikirin. Wekî din, wan Îngilîzî dizanibû, loma li me hêsan dihat ku em bi wan re sohbetê bikin.
Wê demê, pêşengên xisûsî her meh 150 saet xizmet dikir. Loma, ez û Laura, me roja pêşîn dixwest derkevin û şeş saet xizmet bikin. Qet ziyaretên dubare û xwendekarên me tune bûn; lazim bû ku em şeş saetan herin mal bi mal. Demeke piştî ku me dest pê kiribû, min li saeta xwe nêrî. Tenê 40 deqe derbas bûbûn! Min meraq dikir ka emê wezîfeya xwe çawa berdewam bikin.
Bi zeman re, me ji xwe re planeke baş çêkir. Her roj, me ji xwe re sandwîç hazir dikirin û termosên xwe bi çorbe yan qehwe ve tije dikirin. Gava me dixwest îstirhetê bikin, me erebeya xwe ya biçûk li bin siya darekê dida sekinandin. Carinan, zarokên Hindî li derdora me disekinîn û bi meraq li me dinêrîn. Di hundirê çend rojan de, me dît ku piştî du-sê saetan, roj êdî pir zû derbas dibe.
Însanên li deşta me pir mêvanhez bûn, û me ji xizmetê pir kêf distand. Me dît ku miletê Hindî hurmetkar, dilovan û Xwedênas e. Gelek ji wan mizgîn qebûl kir. Melûmata li ser Yehowa, Îsa Mesîh, Kitêba Pîroz, ceneta li rûyê erdê û rabûna miriyan li wan xweş dihat. Piştî salekê, 20 xwendekarên me hebûn. Her roj, wan em ji bo xwarinê gazî mala xwe dikirin. Kêf kêfa me bû!
Piştî demekê, me tayîneke nû stand: Ez bûm nazirê herêmê, û gerek em biçûna ziyareta civatên li kêleka Okyanûsa Hindî. Her hefte, em li mala malbatekê diman, û em tevî mizgînvanên civatê diçûn xizmetê û me ew teşwîq dikirin. Em dibûn para malbata wan, û me bi zarokên wan û bi heywanên malê dilîst. Du salên xweş wisa derbas bûn. Rojekê, buroyê ji me re telefon kir. Wan got: “Em dixwazin we dîsa gazî Beytelê bikin.” Min got: “Hûn dizanin, em li vir pir dilxweş in.” Lê belê, em helbet hazir bûn ku tayîneke nû qebûl bikin.
EM VEDIGERIN BEYTELÊ
Li Beytelê, ez li Departmana Xizmetê dixebitîm. Li vê departmanê, gelek birayên bitecrûbe hebûn. Li wan rojan, nazirê herêmê ji bo her civata ku ew ziyaret dikir, rapor dişand buroyê, û buroyê jî name dişand van civatan. Bi destê van nameyan, ji civatan re teşwîq û rêberî dihat dayîn. Lazim bû ku sekreterên me nameyan ji zimanên Kosa, Zûlû û zimanên din ser zimanê Îngilîzî û paşê jî ji zimanê Îngilîzî ser zimanên Afrîkayî tercûme bikin. Min pir qîmet dida van tercûmanên jîr û jêhatî, yên ku alî min dikir ku ez tengasiyên xwişk û birayên çermereş baştir fehm bikim.
Li wê demê, li Afrîkaya Başûr sîstemeke cihêbûnê ya bi navê “apartheid” hebû. Di bin vê sîstemê de, însanên ji miletên cuda li taxên cuda dijiyan, loma ew pir rastî hev nedihatin. Xwişk û birayên çermereş bi zimanên xwe xeber dida, bi zimanên xwe xizmet dikir û diçûn civatên bi zimanên xwe.
Ji ber ku min her tim li civatên bi zimanê Îngilîzî xizmet kiribû, min heta wê demê gelek mirovên çermereş nas nekiribûn. Lê niha, êdî fersend hebû ku ez mirovên çermereş û urf û adetên wan nas bikim. Min dît ku ji bo xwişk û birayên me çi qas zor e ku li hemberî adetên herêmî û baweriyên sexte dilsoz bimînin. Li gel muxalefeta malî û gundiyên xwe, wan bi cesareteke mezin dev ji adetên nerast û cindariyê berdidan. Mirovên ku li gundan dijiyan pir feqîr bûn. Gelek kes nexwendî bûn, lê wan qedrê Kitêba Pîroz digirt.
Ez li ser hin dozên hiqûqî jî dixebitîm, ên ku bi azadiya îbadetê û bêterefbûna me ve girêdayî bûn. Ez ji dilsozî û cesareta zarokên Şahidên Yehowa re heyran dimam, ên ku ji mektebê hatibûn derxistin ji ber ku wan dua û kilamên dînî nedigotin.
Carekê, xwişk û birayên me yên li Swazîlandê rastî problemeke mezin hatin. Gava Padîşah Sobhuzayê Duyem mir, dewletê dixwest ku hemû zilam porê xwe kur bikin û hemû jin porê xwe kin bibirin. Gelek xwişk û bira rastî zilmê hatin ji ber ku wan ev adeta şîngirtinê, ya ku bi îbadeta kal û bavan ve girêdayî ye, neanî cih. Em bi dilsoziya wan pir serbilind bûn. Belê, dilsozî û sebra xwişk û birayên Afrîkayî baweriya me xurttir dikir.
EZ VEDIGERIM ÇAPXANEYÊ
Di sala 1981ê de, ez hatim tayînkirin ku li îşê hazirkirina metodên çapkirinê yên bi destê kompîturan alîkariyê bikim. Loma ez vegeriyam çapxaneyê. Min ji vî îşî pir kêf distand. Metodên çapkirinê êdî diguherîn. Fîrmayekê makîneyeke nû da buroyê, da ku em vê makîneyê bê pere biceribînin. Di netîceyê de, me li şûna neh makîneyên berê pênc makîneyên nû kirîn. Wekî din, makîneyeke nû ya ji bo çapkirinê jî hat saz kirin. Belê, îşê me her ku diçû bileztir dibû.
Bi saya kompîturan, me dest bi metodên nû yên ji bo birêzkirina rûpelan kir. Ji bo vî îşî, me êdî programeke bi navê MEPSa bi kar dianî. Ji rojên ku em çar Beytelvan ji Kanadayê hatibûn Afrîkaya Başûr ku makîneyên çapkirinê bixebitînin heta niha, em çi qas bi pêş ve çûn! (Îşaya 60:17). Me gişt bi pêşengên bixîret re zewicîbûn. Ez û Bill, em hê li Beytelê bûn. Ken û Dennis nêzîkî Beytelê dijiyan û zarokên xwe mezin dikirin.
Îşê Beytelê her ku diçû zêde dibû. Weşanên li ser Kitêba Pîroz bi zêdetir zimanan dihatin tercûmekirin, çapkirin û şandin buroyên din. Ji ber vê yekê, Beytel hewceyî avahiyên nû bû. Loma, li cihekî xweş ê li rojavaya bajarê Johannesburgê, Beyteleke nû hat avakirin û di sala 1987an de dest bi fealiyetê kir. Bi zeman re, ez wek endamekî Komîteya Buroya Afrîkaya Başûr hatim tayînkirin, û min ev wezîfe bi gelek salan bi kêfxweşî dianî cih.
DÎSA TAYÎNEKE NÛ
Di sala 2001ê de, teşkîlatê gazî min kir ku ez li Komîteya Buroya Dewletên Yekbûyî xizmet bikim, a ku nû hatibû sazkirin. Em helbet xemgîn bûn ji ber ku em ji îşê li Afrîkaya Başûr û ji dost û hevalên xwe dûr ketin, lê em şa bûn ku em bûn para malbata Beytela Amerîkayê.
Lê belê, me meraq dikir ka halê diya Laurayê wê çawa bibe. Ji New Yorkê, me êdî nikaribû pê eleqedar bibûna, lê sê xwişkên Laurayê got ku ew hazir in ku wê xwedî bikin û debara wê bikin. Wan got: “Em nikarin xizmeta tamrojî bikin, lê eger em li diya xwe binêrin, ev yek wê alî we bike ku hûn wezîfeya xwe berdewam bikin.” Em ji wan re pir spasdar in.
Wekî din, birayê min û pîreka wî, yên ku li Torontoyê (Kanada) dijiyan, li diya min dinêrî. Heta wê demê, ew jixwe bi zêdetirî 20 salan li cem wan mabû, û em ji bo hezkirin û eleqeya ku wan nîşanî diya min dida, şikurdar in. Çi heyf e ku demeke kin piştî ku em hatin New Yorkê, diya min mir. Me rind fehm kir ku ferdên malbatê, yên ku hazir in ku jiyana xwe eyar bikin ku mesûliyeteke ew qas zor bistînin, çi qas biqîmet in!
Li Amerîkayê, ez bi çend salan li warê hazirkirina weşanan dixebitîm. Metodên ku di vî warî de tên bikaranîn êdî pir guherîne û hê hêsan û modern bûne. Niha ez li Departmana Kirînê dixebitim. Êdî 20 sal e ku ez li vê buroya mezin dixebitim. Weke 5.000 Beytelvanên me hene, û weke 2.000 kes ji derve tên ku li Beytelê bixebitin.
Şêst sal berê, minê texmîn nekira ku jiyana min wê ew qas xweş be. Bi salan, Laurayê bi dil û can piştgiriya min kiriye. Em şa ne ku em li cure cure îşên Yehowa xebitîne û ku me ew qas xwişk û birayên li seranserê dinyayê nas kirine. Ez êdî ji 80 salî mezintir im, û ji ber ku gelek birayên ciwan hene, yên ku dikarin îşê min bikin, îşê min êdî kêmtir bûye.
Zebûrbêj wisa nivîsîbû: “Xwezî bi wî miletî ku Xwedayê wî Xudan e” (Zebûr 33:12). Ev gotin çi qas rast e! Ez pir şikurdar û dilşad im ji ber ku ez di nav xizmetkarên Yehowa de me!
a Multilanguage Electronic Publishing System