KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w21 Cotmeh r. 8-13
  • “Xwedayê ku bi Rehmê Dewlemend e” ji Xwe re Emsal Bigire

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • “Xwedayê ku bi Rehmê Dewlemend e” ji Xwe re Emsal Bigire
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • YEHOWA ÇIMA DILREHM E?
  • JICIVATÊDERXISTIN ÇAWA BI REHMÊ VE GIRÊDAYÎ YE?
  • EM ÇAWA DIKARIN DILREHM BIN?
  • Xwezî bi Yên ku Dilrehm in!
    Bi Kêfxweşî ji Yehowa re Kilaman Bibêje
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
w21 Cotmeh r. 8-13

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 41

“Xwedayê ku bi Rehmê Dewlemend e” ji Xwe re Emsal Bigire

“Xudan, ji bo her kesî qenc e, dilovaniya wî, di ser hemû karên wî re ye” (ZEBÛR 145:9).

KILAM 44 Niyaza Kesê Dilteng

PÊŞGOTINa

1. Dilrehmî çi ye?

DILREHMÎ sifetekî pir xweş e, yê ku bi nezaket, dilovanî, dilşewatî, dilgermî û comerdiyê ve girêdayî ye. Ka çîroka Îsa Mesîh a di heqê Sameriyê dilrehm de bîne ber çavê xwe. Ev zilam ji miletekî din bû, lê gava wî zilamekî Cihû dît, ê ku ketibû destê rêbiran, “dilê wî pê şewitî”. Zilamê Samerî bi dilovanî bi zilamê birîndar eleqedar bû û li wî xwedî derket (Lûqa 10:29-37). Ev çîrok bala me dikişîne ser dilrehmiya Xwedê. Dilrehmî, yek ji xisûsiyetên hezkirina Xwedê ye, û Xwedê vî sifetî roj bi roj ji me re nîşan dide.

2. Dilrehmî carinan tê çi maneyê?

2 Ji xeynî vê, dilrehmî carinan tê maneya ku eger mumkin be, ceza neyê dayîn. Ma Yehowa rehma xwe bi vî awayî nîşanî me nade? Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Ew li gor sûcên me bi me re nade” (Zebûr 103:10). Lê belê, car caran lazim e ku Yehowa kesekî ku guneh kiriye bi awayekî cidî terbiye bike.

3. Li vê meqaleyê, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

3 Li vê meqaleyê, emê li sê pirsan binêrin: Gelo Yehowa çima dilrehm e? Gelo terbiyeya cidî çawa bi dilrehmiyê ve girêdayî ye? Gelo çi dikare alî me bike ku em dilrehm bin? Ka em bibînin ku Kitêba Pîroz çi cewabê dide.

YEHOWA ÇIMA DILREHM E?

4. Yehowa çima dilrehm e?

4 Rehma Yehowa bi hezkirina wî ve girêdayî ye. Bi îlhama Xwedê, Pawlosê şandî nivîsî ku Xwedê “bi rehmê dewlemend e”. Li van ayetan, Pawlos zelal kir ku Xwedê çawa bi dilovanî hêviya jiyana li ezmanan dide hin xizmetkarên xwe yên qisûrdar (Efesî 2:4-7). Lê belê, Yehowa rehma xwe ji kesên din re jî eyan dike. Dawid Padîşah wisa nivîsî: “Xudan, ji bo her kesî qenc e, dilovaniya wî, di ser hemû karên wî re ye” (Zebûr 145:9). Ji ber ku Yehowa ji însanan hez dike, ew her ku îmkan heye rehmê li wan dike.

5. Îsa Mesîh ji ku dizanibû ku Yehowa dilrehm e?

5 Îsa Mesîh ji her kesî baştir dizane ku Yehowa çi qas dilrehm e. Berî ku Îsa hatibû dinyayê, wî li ezmên bi Bavê xwe re pir wext derbas kiribû (Methelokên Silêman 8:30, 31). Îsa Mesîh gelek caran dîtibû ku Bavê wî çawa rehm li însanên gunehkar dikir (Zebûr 78:37-42). Gava Îsa Mesîh mirov hîn dikirin, wî gelek caran bala wan dikişand ser vî sifetê xweş ê Bavê xwe.

Bav kurê xwe biçûk nexist, lê ew li malê qebûl kir (Li paragrafa 6an binêre)c

6. Îsa Mesîh rehma Xwedê çawa zelal kir?

6 Wek me li meqaleya berê dîtibû, Îsa Mesîh bi destê çîroka kurê windabûyî zelal kir ku Yehowa çi qas dilrehm e. Li vê çîrokê, xort ji malê çû û “bi serserîtî malê xwe tert û bela kir” (Lûqa 15:13). Paşê, wî tobe kir, xwe nizm kir û vegeriya malê. Gelo bavê wî çi kir? Îsa Mesîh got: “Hê ji dûr ve bavê wî ew dît û dilê wî bi kurê wî şewitî. Û ew bi lez ber bi wî ve çû û ew da ber singê xwe û ramûsand.” Kurê windabûyî gunehên mezin kiribûn, lê ji ber ku wî tobe kir, bavê wî ew efû kir. Bav kurê xwe biçûk nexist, lê bi dilrehmî efû kir û li malbata xwe qebûl kir. Ev bavê dilrehm Yehowa temsîl dike. Bi vê çîrokê, Îsa Mesîh eşkere kir ku Bavê wî hazir e ku gunehkarên ku ji dil tobe dikin, efû bike (Lûqa 15:17-24).

7. Hîkmeta Yehowa çawa bi rehma wî ve girêdayî ye?

7 Rehma Yehowa bi hîkmeta wî ya bêemsal ve girêdayî ye. Nivîsarên Pîroz wisa dibêjin: “Şehrezayiya [hîkmeta] ku ji jor e ... bi rehmê û berê qenc tije ye” (Aqûb 3:17). Wek bavekî dilovan, Yehowa dizane ku rehma wî ji bo zarokên wî bifeyde ye (Zebûr 103:13; Îşaya 49:15). Însan her çi qas qisûrdar bin jî, ew dikarin xwe bavêjin ber rehma Xwedê. Hîkmeta Yehowa bêsînor e. Loma, eger sebebên maqûl hebin, ew hazir e ku rehmê li însanan bike. Rehma Yehowa helbet bi temamî terazdar e û nayê maneya ku ew çavê xwe li ser her tiştî digire. Belê, qerarên Yehowa her tim bihîkmet in û ji bo xêra me ne.

8. Carinan lazim e ku çi bê kirin, û çima?

8 Ferz bike ku xizmetkarekî Xwedê bi qesdî guneh kiriye. Îcar gerek em çi bikin? Bi îlhama Xwedê, Pawlosê şandî wisa got: “Pê re têkiliyê nekin” (1. Korîntî 5:11). Kesên ku gunehên giran dikin û tobe nakin ji civatê tên derxistin. Ev yek lazim e ji bo ku xwişk û birayên dilsoz bên parastin û ji bo ku em bi standardên Yehowa ve girêdayî bimînin. Lê belê, hin kes difikirin ku gava kesek ji civatê tê derxistin, ev yek tê maneya ku Xwedê êdî rehmê li wî nake. Ma ev fikir rast e?

JICIVATÊDERXISTIN ÇAWA BI REHMÊ VE GIRÊDAYÎ YE?

Şivan nêzîkî miyeke nexweş dibe, ya ku ji keriyê cihê ye.

Gava miyeke nexweş ji keriyê tê cihêkirin, şivan wê dîsa jî xwedî dike (Li paragrafên 9 heta 11an binêre)

9-10. Li gor Îbranî 12:5, 6, em çima dikarin bibêjin ku jicivatêderxistin bi rehmê ve girêdayî ye? Mîsalekê bide.

9 Wexta ku em li civînê îlanekê dibihîzin ku kesekî ku em nas dikin û jê hez dikin “êdî Şahidê Yehowa nîne”, em pir xemgîn dibin. Em belkî meraq dikin ka çima lazim bû ku ew ji civatê bê derxistin. Gelo ev yek ku kesek ji civatê tê derxistin çawa bi rehmê ve girêdayî ye? Bi eslê xwe, eger kesek hewceyî terbiyeyê ye, riya hîkmet, dilrehmî û dilovaniyê ev e ku ew bê terbiyekirin (Methelokên Silêman 13:24). Ev yek ku kesek ji civatê tê derxistin dikare alî wî bike ku ew tobe bike û xwe serrast bike. Hişê gelek kesên ku gunehên giran kirine bi saya terbiyeya cidî ya rîspiyan hat serê wan. Di netîceyê de, wan xwe serrast kiriye, û ew vegeriyane bin siya Yehowa (Îbranî 12:5, 6 bixwîne).

10 Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Şivan dibîne ku yek ji miyên wî nexweş e. Ew dizane ku ji bo tedawîkirina vê nexweşiyê, lazim e ku miya nexweş ji keriyê bê cihêkirin. Lê belê, mî heywanên sosyal in. Ew dixwazin di nav keriyê de bin, û gava ew tên cihêkirin, ew aciz dibin. Ma ev yek ku şivan miya xwe ji keriyê dûr dixe tê maneya ku ew yekî zalim e? Helbet na. Şivan dizane ku eger miya nexweş di nav keriyê de bimîne, nexweşî dikare derbasî miyên din bibe. Loma, şivan miya nexweş cihê dike, da ku kerî bê parastin (li 3. Mûsa 13:3, 4 jî binêre).

11. (a) Kesekî ku ji civatê hatiye derxistin çawa dişibe miyeke nexweş? (b) Kesên ku ji civatê hatine derxistin dikarin çi alîkariyê bistînin?

11 Gava şagirtekî Îsa Mesîh ji civatê tê derxistin, ew dişibe miyeke nexweş, çimkî ew ji aliyê ruhî ve nexweş e (Aqûb 5:14). Wek hin nexweşiyên bedenî, nexweşiya ruhî jî dikare derbasî mirovên din bibe. Loma, carinan lazim dibe ku kesekî ku ji aliyê ruhî ve nexweş e, ji civatê bê cihêkirin. Ev terbiye hezkirina Yehowa eyan dike, yê ku dixwaze miyên xwe yên din biparêze. Bi ser de, ev terbiye dikare bigihîje dilê kesê sûcdar û bibe sebeb ku ew tobe bike. Gava ku kesek ji civatê derxistî ye, ew dîsa jî dikare were civînan ku xwarina ruhî bistîne. Wekî din, ew dikare ji bo lêkolîna şexsî weşanan bixwaze û li bernameyên JW Broadcasting® temaşe bike. Rîspiyên ku bala xwe didin pêşveçûna wî dikarin car caran şîret û rêberiyê bidin wî, da ku ew ji aliyê ruhî ve qenc bibe û dîsa li civatê bê qebûlkirin.b

12. Eger kesek tobe neke, gerek rîspî çi bikin?

12 Ji bîr neke ku tenê gunehkarên ku tobe nakin ji civatê tên derxistin. Ji ber vê yekê, lazim e ku rîspî kûr bifikirin berî ku ew kesekî ji civatê derxin. Ew rind dizanin ku çi qas hewce ye, Yehowa mirovan ew qas terbiye dike (Yêremya 30:11). Rîspî ji xwişk û birayan hez dikin, û ew naxwazin dostaniya wan ya bi Yehowa re xera bikin. Lê belê, ew dizanin ku qerara dilrehm û dilovan ev e ku kesê netobedar heta wextekê ji civatê bê derxistin.

13. Li civata Korîntê, çima lazim bû ku zilamek ji civatê bê derxistin?

13 Li sedsala yekê, li civata Korîntê zilamekî bi jina bavê xwe re bêexlaqî dikir. Çi eyb e! Bi ser de, bêexlaqiya vî zilamî li ser civatê jî bandor dikir. Hin kesên ji civata Korîntê seba bênamûsiya wî aciz nedibûn. Gelo Pawlos ev problem çawa safî kir? Li Qanûna Mûsa, Yehowa ji Îsraêliyan re wisa gotibû: “Yê ku bi jina bavê xwe re raketiye, tazîtiya bavê xwe vekiriye; dê her du jî muheqeq bên kuştin” (3. Mûsa 20:11). Ji ber ku şagirtên Îsa Mesîh di bin hikmê Qanûna Mûsa de nînin, Pawlos helbet emir neda ku ev zilam bê kuştin. Lê belê, Pawlos ji civata Korîntê re got ku bila ew wî ji civatê derxin (1. Korîntî 5:1, 2, 13).

14. Pawlos çawa rehm li zilamê ku ji civatê hatibû derxistin kir, û çima? (2. Korîntî 2:5-8, 11)

14 Wextek bi şûn de, Pawlos bihîst ku zilamê gunehkar xwe serrast kiriye û bi rastî tobe kiriye. Vî zilamî her çi qas leke anîbû ser civatê, Pawlos nedixwest bi zêdeyî sert be. Loma, wî ji rîspiyan re got ku bila ew wî efû bikin û dilê wî rihet bikin, “da ku ev kes di nav xemgîniya zêde de nefetise”. Dilê Pawlos bi zilamê tobedar dişewitî. Wî nedixwest ku ev zilam di bin barê sûcê xwe de bimîne û dev ji xîreta xwe berde ku bê efûkirin (2. Korîntî 2:5-8, 11 bixwîne).

15. Rîspî çawa dikarin terazdar bin?

15 Rîspî gerek wek Yehowa dilrehm bin. Gava hewce dibe, gerek ew kesên sûcdar bi awayekî cidî terbiye bikin, lê eger mumkin be û sebebên maqûl hebin, gerek ew rehmê li wan bikin. Belê, rîspî gerek dilrehm bin, lê ev yek nayê maneya ku gerek ew çavê xwe li ser her tiştî bigirin. Ji xeynî rîspiyan, gelo kesên din çawa dikarin dilrehm bin?

EM ÇAWA DIKARIN DILREHM BIN?

16. Li gor Methelokên Silêman 21:13, Yehowa li kesên bêrehm çawa dinêre?

16 Hemû şagirtên Îsa Mesîh gerek rehma Yehowa ji xwe re emsal bigirin. Gelo çima? Sebebeke muhîm ev e ku Yehowa guh nade duayên mirovên ku rehmê li kesên din nakin (Methelokên Silêman 21:13 bixwîne). Eger em dixwazin ku Yehowa guh bide duayên me, gerek em hay ji xwe hebin ku em li hemberî mirovan bêrehm nebin. Gerek em guhê xwe li derd û gazinên xwişk û birayan ker nekin, lê her tim hazir bin ku guh bidin “qêrîna xizanan”. Wekî din, gerek em ji bîr nekin ku “dîwan, ji bo wî yê ku rehm nekiriye bê rehm e” (Aqûb 2:13). Eger em bi dilnizmî bînin bîra xwe ku em çi qas hewceyî rehmê ne, wê li me hêsantir bê ku em rehmê li kesên din bikin. Mesela, gava gunehkarekî tobedar vedigere civatê, gerek em rehmê li wî bikin.

17. Dawid Padîşah çawa dilrehmiya xwe nîşan dida?

17 Hin serpêhatiyên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ku em dilrehm bin û li hemberî mirovan sert nebin. Serpêhatiya Dawid Padîşah bîne ber çavê xwe. Wî gelek car rehm li kesên din dikir. Mesela, wexta ku Saûl Padîşah dixwest ew bikuşta, Dawid rehm li wî dikir. Wî tu car hewl nedida ku padîşahê tayînkirî bikuje yan heyfa xwe jê hilde (1. Samûyêl 24:9-12, 18, 19).

18-19. Dawid li kîjan du rewşan nêrîneke bêrehm eyan kir?

18 Lê belê, Dawid carinan ne ew qas dilrehm bû. Mesela, gava Nabal, ê ku mirovekî qure bû, bi bêhurmetî xeber da û xwarin neda Dawid û leşkerên wî, Dawid hêrs ket û qerar da ku Nabal û hemû zilamên li mala wî bikuje. Şikur ku jina Nabal Abîgaîl, a ku jinikeke nazik û bisebir bû, Dawid îqna kir ku dev ji plana xwe berde (1. Samûyêl 25:9-22, 32-35).

19 Careke din, Natan pêxember ji Dawid re behsa zilamekî dewlemend kir, ê ku berxê cîranê xwe yê feqîr ji destê wî girt. Dawid bi hêrs wisa got: “Bi navê Xudanê Jîndar, kesê ku wiha kiriye mirinê heq dike!” (2. Samûyêl 12:1-6, Mizgînî). Bi eslê xwe, Dawid dizanibû ku li gor Qanûna Mûsa, kesekî ku miyekê didize gerek li şûna miyekê çar miyan bide (2. Mûsa 22:1). Bi rastî, fikra ku diz gerek bê kuştin, wê qerareke bêrehm bûya. Bi eslê xwe, Natan ev çîrok tenê wek mîsal bi kar anî ku bala Dawid bikişîne ser sûcê wî, yê ku qat bi qat girantir bû. Belê, Dawid wê rehm li dizê berxekî nekira, lê Yehowa rehm li Dawid kir (2. Samûyêl 12:7-13).

Dawid rehm li zilamê ji çîroka Natan nekir (Li paragrafên 19 û 20an binêre)d

20. Serpêhatiya Dawid çi rêyî me dide?

20 Bala xwe bidê ku gava Dawid hêrs ket, wî got ku Nabal û hemû xulamên wî hêjayî mirinê ne. Careke din, Dawid got ku zilamê ji çîroka Natan hêjayî mirinê ye. Bi xisûsî ji bo rewşa diduyan, em belkî meraq dikin ka mirovekî ku bi normalî dilgerm e çima hikmekî ew qas sert da. Ka bifikire: Li wê demê, wijdanê Dawid nerihet bû. Eger kesek kesên din her tim bi sertî mehkûm dike, ev yek nîşan dide ku siheta wî ya ruhî ne baş e. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got ku bila ew kesên din hikum nekin, da ku ew jî hikum nebin (Metta 7:1, 2). Loma, bila em nebin kesên dilkevir, lê bila em “Xwedayê ku bi rehmê dewlemend e” ji xwe re emsal bigirin.

21-22. Em çawa dikarin rehmê li mirovan bikin?

21 Dilrehmî ne tenê hîseke di hundirê dilê me de ye. Kesekî ku bi rastî dilrehm e bi hal û hereketên xwe rehmê li kesên din dike. Wê baş be ku em rind bala xwe bidin hewcedariyên malbat, civat û civaka xwe. Bê şik gelek fersend hene ku em rehmê li mirovan bikin. Mesela, eger kesek hewceyî teseliyê ye, em belkî dikarin ji bo wî xwarinê çêkin yan bi awayekî din alî wî bikin. Yan jî, gava kesekî ku ji civatê hatibû derxistin vedigere civatê, ew belkî hewceyî teselî û hevaltiyê ye. Wekî din, wê baş be ku em ji mirovan re behsa xebera xêrê bikin. Bi vî awayî, em dikarin rehmê li her kesî bikin (Eyûb 29:12, 13; Romayî 10:14, 15; Aqûb 1:27).

22 Belê, roj bi roj gelek fersend çêdibin ku em rehmê li mirovan bikin. Eger em dilrehm bin, Bavê meyî ezmanî, yê ku “bi rehmê dewlemend e”, wê ji me razî be.

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Yehowa çima rehmê li însanan dike?

  • Terbiye çawa bi rehmê ve girêdayî ye?

  • Çi dikare alî me bike ku em dilrehm bin?

KILAM 43 Duaya Şukranê

a Dilrehmî yek ji sifetên herî xweş ên Yehowa ye, û lazim e ku em jî vî sifetî pêk bînin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Yehowa çima dilrehm e, terbiyeya wî çawa bi rehma wî ve girêdayî ye û em çawa dikarin vî sifetê xweş eyan bikin.

b Meqaleya “Dostaniya bi Yehowa re ji Nû ve Ava Bike” ya li vê kovarê nîşan dide ku kesên ku vedigerin civatê çawa dikarin dostaniya Xwedê ji nû ve bi dest bixin, û rîspî çawa dikarin alî wan bikin.

c RESIM: Ji serê xanî, bav dibîne ku kurê wî vedigere malê, û ew diçe ku wî hembêz bike.

d RESIM: Seba wijdanê xwe yî nerihet, Dawid bi mirovê ji çîroka Natan bi zêdeyî hêrs dikeve û dibêje ku ew hêjayî mirinê ye.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne