Te Zanibû?
Çima baş bû ku hem qumrî hem kevok wek qurban dihatin qebûlkirin?
DI BIN Qanûna Mûsa de, Yehowa hem qumrî hem kevok wek qurban qebûl dikirin. Qanûnên di heqê qurbanan de her tim behsa van du çivîkan dikir, û îzin hebû ku ew li şûna hev bên pêşkêşkirin (3. Mûsa 1:14; 12:8; 14:30, Mizgînî). Ev yek çima baş bû? Yek ji sebeban ev bû ku qumrî carinan bi dest nediketin. Gelo çima?
Qumrî
Qumrî çivîkên koçber in, ên ku li mehên germ li welatê Îsraêlê dimînin. Her meha Cotmehê, ew derbasî welatên germtir dibin, û li biharê, ew vedigerin welatê Îsraêlê (Helbesta Helbestan 2:11, 12; Yêremya 8:7). Loma, li demên berê li Îsraêliyan zor dihat ku li zivistanê qumriyan qurban bikin.
Kevok
Ji aliyê din ve, kevok bi gelemperî koç nakin, loma ew temamiya salê li welatê Îsraêlê hebûn. Bi ser de, kevok çivîkên kedî bûn (li Yûhenna 2:14, 16 jî binêre). Li gor kitêba Bible Plants and Animals, “li hemû gund û bajarên Filistînê kevokên kedî hebûn. Li her malê, cihê kevokan yan qulek li dîwêr hebû ku çivîk li wê derê bimînin” (li Îşaya 60:8 jî binêre).
Kevokeke li cihê kevokan
Ev yek ku Yehowa çivîkên ku temamiya salê bi hêsanî bi dest diketin wek qurban qebûl dikirin nîşan dide ku ew çi qas maqûl û dilovan e.