KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w22 Sibat r. 30
  • Te Zanibû?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Te Zanibû?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
w22 Sibat r. 30
Zilamekî Îsraêlî çêlekekê wek qelen dide bavê dergistiya xwe.

Carinan heywan wek qelen dihatin dayîn

Te Zanibû?

Li demên berê, Îsraêliyan çima qelen dida?

LI DEMÊN berê, qelen dihat dayîn malbata bûkê. Qelen wek pere, heywan yan tiştên biqîmet dihat dayîn. Li şûna qelen, hin zilaman ji bo malbata bûkê kar dikir. Mesela, Aqûb qebûl kir ku heft salan li ber destê bavê Rahelê bixebite (1. Mûsa 29:17, 18, 20). Gelo armanca vê adetê çi bû?

Zanyar Carol Meyers wisa dibêje: “Qelen wek bergîdana keda bûkê dihat dîtin. Ji bo malbatên ku debara xwe bi cotkariyê dikir, keda wê pir biqîmet bû.” Wekî din, qelen dikaribû dostaniya di nav malbata zava û malbata bûkê de xurttir bikira. Ev dostanî li demên tengasiyê pir muhîm bû. Wekî din, qelen nîşan dida ku keçik êdî dergistî ye û wê ji mala bavê xwe derbasî mala zilamê xwe bibe.

Adeta qelendayînê nedihat maneya ku keçik dihat firotin. Kitêbek wisa dibêje: “Ev yek ku pere yan tiştekî din dihat dayîn wisa xuya dike qey bûk dihat kirîn. Lê belê, [qelen] bi eslê xwe ne heqê bûkê bû, lê tezmînata ku dihat dayîn malbata bûkê” (Ancient Israel—Its Life and Institutions).

Li hin welatan, adeta qelendayînê hê heye. Eger şagirtên Îsa Mesîh qelen bixwazin, gerek ew “maqûl” bin û qelenekî mezin nexwazin (Filîpî 4:5, NWT; 1. Korîntî 10:32, 33). Bi vî awayî, ewê nîşan bidin ku ew “perehez” û çavbirçî nînin (2. Tîmotêyos 3:2). Wekî din, eger dê û bav qelenekî mezin nexwazin, zava wê mecbûr nemîne ku berî dawetê bi salan bixebite ku qelen hazir bike. Eger zava pêşeng e, ewê mecbûr nemîne ku dev ji xizmeta xwe berde û di îşekî tamrojî de bixebite, da ku ew karibe qelen bide.

Li hin deran, qanûnên li ser qelen hene. Eger qanûnên wisa hebin, gerek şagirtên Îsa Mesîh guh bidin wan. Gelo çima? Peyva Xwedê dibêje ku gerek şagirtên Îsa Mesîh “bi ya hukûmeta li ser xwe” bikin û guh bidin qanûnên ku li dijî qanûnên Xwedê nînin (Romayî 13:1; Karên Şandiyan 5:29).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne