KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w22 Hezîran r. 14-19
  • Hezkirin Çawa Dikare Alî Me Bike ku Em Netirsin?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Hezkirin Çawa Dikare Alî Me Bike ku Em Netirsin?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • NETIRSE KU TUYÊ NIKARIBÎ DEBARA MALBATA XWE BIKÎ
  • JI ÎNSANAN NETIRSE
  • JI MIRINÊ NETIRSE
  • JI TIRSÊN XWE BIFILITE
  • Tu Çawa Dikarî Bibî Dostê Xwedê?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
w22 Hezîran r. 14-19

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 26

Hezkirin Çawa Dikare Alî Me Bike ku Em Netirsin?

“Xudan bi min re ye, nîne tirsa min” (ZEBÛR 118:6).

KILAM 105 “Xwedê Hezkirin e”

PÊŞGOTINa

1. Hin kes ji çi ditirsin?

SERPÊHATIYÊN van xwişk û birayan bîne ber çavê xwe: Birayekî bi navê Nestor û jina wî Maríayê dixwest derbasî cihekî din bibin ku xizmeta xwe berfirehtir bikin.b Ji bo vê, wê lazim bû ku wan mesrefên xwe kêmtir bikirana. Lê belê, ew ditirsiyan ku eger ew wisa bikin, jiyana wan wê pir zor be. Li welatekî ku mirov ji Şahidên Yehowa hez nakin, zilamekî bi navê Biniam bû Şahidê Yehowa. Wî dizanibû ku ew dikare rastî zilmê were, loma ew ditirsiya. Lê belê, ew ji reaksiyona malbata xwe hê jî zêdetir ditirsiya. Xwişkeke bi navê Valérie bi kanser giran nexweş ket. Li wê zor dihat ku doktorekî minasib bibîne, yê ku hazir e ku wê bê neqla xwînê emeliyat bike, loma ew ditirsiya ku ewê bimire.

2. Çima muhîm e ku em ji tirsên xwe bifilitin?

2 Belkî tu jî carinan ji tiştên wisa ditirsî, û ev yek normal e. Lê belê, eger em tirsên xwe kontrol nekin, talûke ev e ku em qerarên xerab bidin, ên ku dikarin dostaniya me ya bi Yehowa re xera bikin. Îblîs dixwaze ku em bikevin halekî wisa. Ew dike ku tirsên me li dijî me bixebitîne, da ku em guh nedin qanûnên Yehowa, mesela qanûna ku gerek em mizgînê belav bikin (Peyxam 12:17). Îblîs bi rastî jî yekî xerab, bêrehm û zordar e. Dîsa jî, em dikarin xwe ji wî biparêzin. Gelo çawa?

3. Çi dikare alî me bike ku em netirsin?

3 Eger em bawer bin ku Yehowa ji me hez dike û bi me re ye, Îblîs wê nikaribe me bitirsîne (Zebûr 118:6). Nivîskarê Zebûra 118an jî rastî tengasiyên giran dihat. Gelek dijminên wî hebûn, û hin ji van dijminan mirovên bi nav û deng bûn (ayet 9, 10). Carinan, ew diket halekî pir zor (ayet 13). Bi ser de, wî ji aliyê Yehowa ve jî bi awayekî cidî hatibû serrastkirin (ayet 18). Dîsa jî, ew neditirsiya. Gelo çima? Çimkî wî dizanibû ku Yehowa ew her çi qas serrast kiribû jî, ew ji wî pir hez dike. Zebûrbêj emîn bû ku çi dibe bila bibe, Xwedê her tim hazir e ku alî wî bike (Zebûr 118:29).

4. Eger em bawer bin ku Xwedê ji me hez dike, emê ji çi netirsin?

4 Gerek em bawer bin ku Yehowa ji me hez dike. Ev yek wê alî me bike ku em (1) netirsin ku emê nikaribin debara malbata xwe bikin, (2) ji însanan netirsin û (3) ji mirinê netirsin. Kesên ku paragrafa pêşîn behsa wan dike ji tirsên xwe filitîn ji ber ku ew emîn bûn ku Xwedê ji wan hez dike.

NETIRSE KU TUYÊ NIKARIBÎ DEBARA MALBATA XWE BIKÎ

Birayek tevî kurê xwe torekê davêje.

Birayek tevî kurê xwe masiyan digire ku debara mala xwe bike (Li paragrafa 5an binêre)

5. Dibe ku serên malbatê seba çi xem dikin? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

5 Serên malbata pir xîret dikin ku debara malbata xwe bikin (1. Tîmotêyos 5:8). Eger tu jî serê malbatê yî, tu belkî li dema pandemiyê ditirsiyayî ku tuyê îşê xwe winda bikî. Te belkî xem dikir ku tuyê zikê zarokan çawa têr bikî û pereyê kirê yan krediya malê çawa bidî. Tu belkî ditirsiyayî ku eger tu îşê xwe winda bikî, tuyê nikaribî ji xwe re îşekî nû bibînî. Yan jî, wek Nestor û Maríayê, tu belkî difikiriyî ku tu nikarî mesrefên xwe kêmtir bikî û jiyaneke sadetir bajoyî. Bi destê tirsên wisa, Îblîs gelek kes ji xizmeta Yehowa dûr xistine.

6. Armanca Îblîs çi ye?

6 Îblîs dixwaze me bide bawerkirin ku Yehowa xema me naxwe û wê alî me neke ku em debara malbata xwe bikin. Loma, dibe ku em bifikirin ku gerek em çi ji destê me tê bikin ku em îşê xwe winda nekin. Bi ser de, tirsên wisa dikarin bibin sebeb ku em zerarê bidin dostaniya xwe ya bi Yehowa re.

7. Îsa Mesîh çi temînat daye me?

7 Îsa Mesîh di heqê Bavê meyî ezmanî de wisa gotibû: “Bavê we hê berî ku hûn ji wî bixwazin bi hewcedariya we dizane” (Metta 6:8). Îsa Mesîh Yehowa ji her kesî baştir nas dike, û ew dizane ku ew hazir e ku hewcedariyên me tedarek bike. Wek şagirtên Îsa Mesîh, em aîdî malbata Xwedê ne. Em dikarin emîn bin ku serê malbatê Yehowa wê li gor prensîpa ku wî li 1. Tîmotêyos 5:8 daniye, hereket bike.

Xwişkek û qîza wê kincan dişon. Birayek û jina wî ji wan re xwarinekê tînin.

Yehowa wê hewcedariyên me tedarek bike. Mesela, ew dikare bi destê xwişk û birayan alî me bike (Li paragrafa 8an binêre)d

8. (a) Çi wê alî me bike ku em netirsin ku emê nikaribin debara malbata xwe bikin? (Metta 6:31-33) (b) Em çawa dikarin jin û mêrê ku li resim tên nîşandayîn, ji xwe re emsal bigirin?

8 Madem ku Yehowa hem ji me hem ji malbata me hez dike, em dikarin bawer bin ku ewê hewcedariyên me tedarek bike (Metta 6:31-33 bixwîne). Yehowa bi rastî jî yekî pir destvekirî ye! Wexta ku wî erd xuliqandibû, wî ne tenê tiştên esasî, yên ku ji bo jiyanê lazim in, lê gelek tiştên ku kêfê didin jî tedarek kirin (1. Mûsa 2:9). Eger tiştên ku di destê me de hene carinan kêm bin jî, wê baş be ku em bala xwe bidinê ku Yehowa me dîsa jî birçî nahêle (Metta 6:11). Gerek em ji bîr nekin ku tiştên ku Yehowa wê bide me ji tiştên ku em feda dikin qat bi qat biqîmettir in. Bi ser de, ewê jiyana bêdawî bide me. Nestor û Maríayê ev yek rind fehm kir (Îşaya 65:21, 22).

9. Tu ji serpêhatiya Nestor û Maríayê çi dersan distînî?

9 Nestor û Maríayê li Kolombiyayê jiyaneke rihet dajot. Ew dibêjin: “Me dixwest jiyana xwe sadetir bikira û xizmeta xwe berfirehtir bikira, lê em ditirsiyan ku eger pereyê me kêmtir be, jiyana me wê zehmet be.” Gelo çi alî wan kir ku ew ji vê tirsê bifilitin? Wan anî bîra xwe ku Yehowa hezkirina xwe ji wan re çawa eyan kiribû. Ew bawer bûn ku Yehowa wê her tim li wan xwedî derkeve, loma wan qerar da ku dev ji îşên xwe yên meaşbilind berdin, mala xwe bifiroşin û herin herêmeke din, a ku mizgînvanên Padîşahiya Xwedê li wê derê hindik in. Gelo netîceya vê qerarê bû çi? Nestor dibêje: “Me dîtiye ku Metta 6:33 çawa tê cih. Tu kêmasiya me çênebûye, û em hê bextewartir in.”

JI ÎNSANAN NETIRSE

10. Însan çima ji hevdû ditirsin?

10 Çi heyf e ku însan her tim xerabiyê li hev dikin (Waiz 8:9). Mesela, gelek kes otorîteya xwe bi awayekî xerab bi kar tînin, zilm û zordariyê dikin, li mektebê li hevdû çêran dikin û hevaldersên xwe ditirsînin. Li hin malbatan, mirov tehdeyê li hev dikin. Loma, gelek însan ji însanên din ditirsin. Gelo Îblîs çi dike ku tirsa ji însanan li dijî me bixebitîne?

11-12. Îblîs tirsa ji însanan çawa li dijî me dixebitîne?

11 Îblîs dixwaze ku em ji însanan bitirsin, da ku em dev ji belavkirina mizgînê berdin yan guh nedin hin emrên din ên Yehowa. Seba bandora Îblîs, hin dewlet îşê me qedexe dikin û zilmê li me dikin (Lûqa 21:12; Peyxam 2:10). Li dinyaya Îblîs, gelek kes di heqê Şahidên Yehowa de derewan belav dikin, û dibe ku kesên ku ji van derewan bawer dikin qerfên xwe bi me bikin yan hicûmî me bikin (Metta 10:36). Ma em seba vê stratejiya Îblîs ecêbmayî dimînin? Na! Em dizanim ku di sedsala yekê de jî, stratejiya Îblîs eynî bû (Karên Şandiyan 5:27, 28, 40).

Birayekî ciwan diçe civînê, lê dê û bavê wî li wî diqîrin.

Eger merivên me tehdeyê li me bikin jî, em dikarin bawer bin ku Yehowa ji me hez dike (Li paragrafên 12 heta 14an binêre)e

12 Ji xeynî tirsa ji zilm û zordariya dewletê, Îblîs tirsên din jî dixebitîne. Mesela, hin kes ditirsin ku eger ew bibin Şahidên Yehowa, malbata wan wê li ser wan hêrs bikeve. Ew ji merivên xwe pir hez dikin û dixwazin ku ew jî Yehowa nas bikin û ji wî hez bikin. Gava merivên wan Xwedayê rastîn û xizmetkarên wî nizm dikin, dilê wan diêşe. Carinan, merivên ku di serî de muxalefetê dikin paşê tên ser riya rastiyê. Lê belê, eger merivên me seba baweriya me eleqeya xwe bi me biqetînin, emê çi bikin?

13. Eger em ji aliyê malbata xwe ve bên redkirin jî, çima ne lazim e ku em bitirsin? (Zebûr 27:10)

13 Em dikarin ji gotinên Zebûr 27:10 teseliyê bistînin (bixwîne). Eger malbata me me red bike jî, Yehowa ji me hez dike, loma ne lazim e ku em bitirsin. Em bawer in ku Yehowa wê dilsoziya me xelat bike. Ew ji her kesî rindtir dizane ku hewcedariyên me yên madî û manewî çi ne, û ewê van hewcedariyan tedarek bike. Birayê me Biniam, ê ku me berê behsa wî kiribû, dîtiye ku bi rastî jî wisa ye.

14. Tu ji serpêhatiya Biniam çi dersan distînî?

14 Biniam dizanibû ku ew dikare rastî zilmê bê, lê wî dîsa jî qerar da ku bibe Şahidê Yehowa. Ew bawer bû ku Yehowa ji wî hez dike, û vê yekê alî wî dikir ku ew ji însanan netirse. Ew dibêje: “Zilm ji texmîna min xerabtir bû, lê ez herî zêde ne ji zilma dewletê, lê ji muxalefeta malbata xwe ditirsiyam. Ez ditirsiyam ku bavê min, ê ku Şahidê Yehowa nîne, wê seba qerara min xemgîn be û ku malbata min bifikire ku ez yekî bêkêr im.” Dîsa jî, Biniam bawer bû ku Yehowa her tim xema xizmetkarên xwe dixwe. Biniam dibêje: “Min dianî bîra xwe ku Yehowa çawa alî kesên din kiriye ku ew li hemberî tengasiyên madî, pêşhukim û zordariya mirovan sebir bikin. Min dizanibû ku heta ku ez ji Yehowa re dilsoz bimînim, ewê min bibereket bike. Gava ez çend caran hatim girtin û lêxistin jî, min bi çavê xwe dît ku eger em dilsoz bimînin, Yehowa bi rastî jî alî me dike.” Belê, Yehowa ji Biniam re bû Bav, û xizmetkarên Xwedê ji wî re bûn malbat.

JI MIRINÊ NETIRSE

15. Çima normal e ku em ji mirinê ditirsin?

15 Yehowa xwesteka jiyana herheyî xistiye dilê me (Waiz 3:11). Loma, gava em yan hezkiriyên me giran nexweş dikevin, em ji mirinê ditirsin, çimkî em naxwazin bimirin. Jixwe, Kitêba Pîroz mirinê wek “dijmin” bi nav dike (1. Korîntî 15:25, 26). Tirsa mirinê dikare alî me bike ku em jiyana xwe û jiyana hezkiriyên xwe biparêzin. Mesela, seba tirsa mirinê, em xwarinên bifeyde dixwin û em sporê dikin, da ku siheta me baş be. Gava hewce dibe, em diçin ba doktor, em dermanan bi kar tînin û em jiyana xwe badîhewa navêjin talûkeyê.

16. Îblîs çawa hewl dide ku tirsa mirinê li dijî me bixebitîne?

16 Îblîs dizane ku em qîmetê didin jiyana xwe. Bes ew îdîa dike ku em hazir in ku her tiştî – heta dostaniya xwe ya bi Yehowa re jî – feda bikin ku sax bimînin (Eyûb 2:4, 5). Ev îdîa çi qas şaş e! Dîsa jî, ji ber ku Îblîs “xwediyê hêza mirinê ye”, ew dike ku me bitirsîne, da ku em dev ji xizmeta Yehowa berdin (Îbranî 2:14, 15). Carinan, alîgirên Îblîs ji xizmetkarên Yehowa re dibêjin ku eger ew dev ji baweriya xwe bernedin, ewê wan bikujin. Carinan jî, gava em seba qeza yan nexweşiyeke giran li ber mirinê ne, Îblîs vê fersendê dixebitîne ku zorê li me bide ku em qanûnên Yehowa binpê bikin. Mesela, dibe ku doktor yan merivên me, yên ku Şahidên Yehowa nînin, hewl bidin ku me îqna bikin ku em neqla xwînê yan tedawiyeke ku li dijî prensîpên Kitêba Pîroz e, qebûl bikin.

17. Li gor Romayî 8:37-39, çima ne lazim e ku em ji mirinê bitirsin?

17 Em helbet naxwazin bimirin, lê em dizanin ku eger em jiyana xwe winda bikin jî, hezkirina Yehowa xelas nabe (Romayî 8:37-39 bixwîne). Wexta ku dostên Yehowa dimirin, ew wan di bîra xwe de xwedî dike, qey ew hê sax in (Lûqa 20:37, 38). Ew ji dil dixwaze wan ji mirinê rake (Eyûb 14:15). Yehowa fedakariyeke mezin kiriye, da ku em jiyana herheyî bistînin (Yûhenna 3:16). Em dizanin ku Yehowa ji me çi qas hez dike û xema me dixwe. Loma, gava em nexweş dikevin yan li ber mirinê ne, em rûyê xwe ji Yehowa nazivirînin, lê em xwe davêjin bin baskên wî, da ku ew teselî, hîkmet û qewetê bide me. Valérie û zilamê wê tam wisa kir (Zebûr 41:3).

18. Tu ji serpêhatiya Valérie’yê çi dersan distînî?

18 Gava Valérie 35 salî bû, ew bi kansereke xerab nexweş ket. Gelo hezkirina Yehowa çawa alî wê dikir ku ew tirsa mirinê ji dilê xwe derxe? Ew dibêje: “Teşhîsa kanserê jiyana me ji nişka ve guherand. Ji bo ku ez sax bimînim, ji min re emeliyateke zor lazim bû. Ez çûm ba gelek doktoran, lê wan nedixwest emeliyata min bê neqla xwînê bikira. Ji ber vê yekê, ez helbet ditirsiyam, lê dîsa jî, ez biqerar bûm ku guh bidim qanûna Xwedê û neqla xwînê qebûl nekim. Di jiyana min de, Yehowa her tim nîşanî min dida ku ew ji min çi qas hez dike. Niha fersenda min çêbû ku ez nîşan bidim ku ez ji wî çi qas hez dikim. Her ku min xeberên xerab distandin, ez hê jî biqerartir dibûm ku dilê Yehowa şa bikim û îznê nedim ku Îblîs serkeftî be. Dawiya dawîn, ez bê neqla xwînê hatim emeliyatkirin, û emeliyat baş derbas bû. Siheta min hê ne baş e, lê Yehowa her tim hewcedariyên me tedarek dike. Mesela, li civîna li dawiya heftiyê berî ku min teşhîsa xwe stand, me meqaleya ‘Bi Mêrxasî bi Problemên Xwe re Micadele Bike’ lêkolîn kiribû.c Ev meqale ji bo me pir bifeyde bû. Me ew dîsa û dîsa dixwend. Bi saya meqaleyên mîna vê û fealiyetên ruhî, hizûr ketiye dilê min û zilamê min. Vê yekê alî me kiriye ku em sakîn bimînin û qerarên baş bidin.”

JI TIRSÊN XWE BIFILITE

19. Di demeke nêzîk de, çi wê biqewime?

19 Bi saya alîkariya Yehowa, xwişk û birayên me yên li seranserê dinyayê bi dilsozî li hemberî Îblîs sekinîne (1. Petrûs 5:8, 9). Tu jî dikarî vêya bikî! Di demeke nêzîk de, Yehowa wê ji Îsa Mesîh û hempadîşahên wî re bibêje ku bila ew ‘karên Îblîs xera bikin’ (1. Yûhenna 3:8). Piştî vê, xizmetkarên Xwedê wê êdî ji tu tiştî netirsin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Tê qet netirsî. Wê helakbûn ji te dûr be, wê qet nêzîkî te nebe” (Îşaya 54:14, Mizgînî; Mîka 4:4). Lê heta wê rojê, lazim e ku em pir xîret bikin ku tirsên xwe ji dilê xwe derxin.

20. Çi wê alî me bike ku em netirsin?

20 Yehowa ji xizmetkarên xwe hez dike û wan diparêze. Ji bo ku baweriya me xurttir be, wê baş be ku em bala xwe bidinê ku li demên berê, Yehowa xizmetkarên xwe çawa diparastin, û bi dewamî li ser van serpêhatiyan kûr bifikirin û xeber bidin. Wekî din, wê baş be ku em bînin bîra xwe ku heta niha, wî çawa alî me kiriye ku em li hemberî tengasiyan sebir bikin. Belê, bi alîkariya Yehowa, em dikarin ji tirsên xwe bifilitin! (Zebûr 34:4).

HEZKIRIN ÇAWA DIKARE ALÎ ME BIKE KU EM …

  • netirsin ku emê nikaribin debara malbata xwe bikin?

  • ji însanan netirsin?

  • ji mirinê netirsin?

KILAM 129 Emê Dilsoz Bimînin

a Tirs hîseke normal e û dikare me biparêze. Ji aliyê din ve, tirs dikare zerarê bide me. Îblîs dikare hin tirsên me li dijî me bixebitîne ku em qerarên xerab bidin. Loma, pir muhîm e ku em ji tirsên wisa bifilitin. Gelo em çawa dikarin vêya bikin? Li vê meqaleyê, emê bibînin ku eger em bawer bin ku Yehowa bi me re ye û ji me hez dike, ne lazim e ku em bitirsin.

b Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.

c Li kovara The Watchtower, 15 Cotmeh 2012, rûp. 7-11 (bi zimanê Îngilîzî) binêre.

d RESIM: Xwişkek û qîza wê kincan dişon. Birayek û jina wî ji wan re xwarinekê tînin.

e RESIM: Dê û bavê birayekî ciwan naxwazin ku ew ji Yehowa re xizmet bike, lê ew xwe dispêre alîkariya Xwedê.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne