KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w23 Sibat r. 2-7
  • Kitêba Pîroz li ser Nivîskarê Xwe yê Eslî Çi Dibêje?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Kitêba Pîroz li ser Nivîskarê Xwe yê Eslî Çi Dibêje?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • KITÊBA PÎROZ HÎKMETA XWEDÊ NÎŞAN DIDE
  • KITÊBA PÎROZ EDALETA XWEDÊ NÎŞAN DIDE
  • KITÊBA PÎROZ HEZKIRINA XWEDÊ NÎŞAN DIDE
  • JI BO HEDIYEYA XWEDÊ ŞIKIRDAR BE
  • Kitêba Pîroz Xebera Xwedê ye
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Gelo Ev Mizgîn bi Rastî ji Xwedê ye?
    Mizgîna Xwedê
  • Kitêba Pîroz – Peyva Xwedê
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Sifetên Xwedayê Me yên Bêhempa
    Îmana Rasteqîn Bextewer Dike
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
w23 Sibat r. 2-7

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 6

Kitêba Pîroz li ser Nivîskarê Xwe yê Eslî Çi Dibêje?

‘Hemû gotinên ku min ji te re gotine, bona xwe di pirtûkekê de binivîse!’ (YÊREMYA 30:2).

KILAM 96 Kitêba Pîroz Xezîne ye

PÊŞGOTINa

1. Çima tu ji bo Kitêba Pîroz şikirdar î?

EM JI BO Kitêba Pîroz ji Yehowa Xwedê re pir şikirdar in! Bi destê Peyva xwe, Yehowa şîretên baş dide me. Bi alîkariya van şîretan, em dikarin problemên xwe safî bikin. Wekî din, Xwedê hêviyeke pir xweş dide me. A herî muhîm jî ev e: Yehowa bi destê Kitêba Pîroz gelek sifetên xwe ji me re eşkere kirine. Gava em li ser sifetên wî difikirin, ew tesîreke gelek baş li me dikin û em ji dil dixwazin bibin dostên wî yên nêzîk (Zebûr 25:14, NWT).

2. Yehowa çawa xeber digihandin mirovan?

2 Yehowa dixwaze ku her kes wî nas bike. Di demên berê de, wî bi destê xewn, dîtinî û melekan xeber digihandin mirovan (4. Mûsa 12:6; Karên Şandiyan 10:3, 4). Lê eger ev xewn, dîtinî yan gotinên melekan nehatana nivîsandin, ma meyê ew çawa bixwendana? Loma, çi tiştên ku Yehowa dixwest em bizanibin, wî bi destê pêxemberan “di pirtûkekê de” da nivîsandin (Yêremya 30:2). Ji ber ku “riya Xwedê bêqusûr e”, em dikarin emîn bin ku ev rêya xeberdana wî ya bi mirovan re pir baş e (Zebûr 18:30).

3. Gelo Yehowa çawa Kitêba Pîroz heta roja îro parastiye? (Îşaya 40:8)

3 Îşaya 40:8 bixwîne. Peyva Xwedê bi hezaran salan rêberiyeke baş daye jin û mêrên dilsoz. Gelo ev yek çawa mumkin bû? Ev pirseke pir baş e! Çimkî nivîsarên eslî li ser tiştên wek tomar yan parşîmenê hatibûn nivîsandin. Lê bi zeman re ew xera bûn. Loma îro nivîsarên eslî tune ne. Lê Yehowa wisa kir ku kopyayên Nivîsarên Pîroz bên çêkirin. Ew kopyaker her çi qas mirovên biqisûr bûn jî, wan karê xwe pir bi dîqat dikir. Zanyarekî di heqê Nivîsarên Îbranî de wisa got: “Em emîn in ku qet kitêbeke din a kevn bi awayekî ew qas rast nehatiye kopîkirin.” Belê, Nivîsarên Pîroz di demên berê de li ser tiştên ku xera dibûn hatibûn nivîsandin. Kopyakerên wan jî mirovên qisûrdar bûn. Lê dîsa jî, em dikarin emîn bin ku gotinên Kitêba Pîroz hê jî fikrên Nivîskarê wê yê eslî, yanî yên Yehowa ne.

4. Di vê meqaleyê de, emê li ser çi xeber bidin?

4 Yehowa Çavkaniya “her dayîna qenc û her diyariya bêkêmahî” ye (Aqûb 1:17). Kitêba Pîroz yek ji hediyeyên herî baş e ku Yehowa dane me. Gava kesek hediyeyekê dide me, hediyeya wî eşkere dike ka ew me û halê me baş nas dike yan na. Em dikarin eynî tiştî li ser Nivîskarê eslî yê Kitêba Pîroz jî bibêjin. Her ku em Kitêba Pîroz dixwînin, em Yehowa baştir nas dikin. Em ji Kitêba Pîroz dielimin ku Yehowa me baş nas dike û dizane çi ji me re lazim e. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku Kitêba Pîroz li ser hîkmet, edalet û hezkirina Yehowa çi dibêje. Werin em ewilî bala xwe bidinê ku Kitêba Pîroz li ser hîkmeta Yehowa çi dibêje.

KITÊBA PÎROZ HÎKMETA XWEDÊ NÎŞAN DIDE

5. Kitêba Pîroz çawa hîkmeta Xwedê nîşan dide?

5 Yehowa dizane ku em hewceyî gotinên wî yên bihîkmet in. Kitêba Pîroz bi gotin û hîkmeta Xwedê ve tije ye. Şîretên Kitêba Pîroz dikarin tesîreke baş li mirovan bikin. Kitêba Pîroz jiyana mirovan ber bi başiyê ve diguherîne. Dema ku Mûsa pêxember kitêbên pêşîn ên Kitêba Pîroz nivîsandin, wî ji miletê Xwedê re wisa got: “Ji ber ku ev [gotin] bona we ne tiştekî vala ye; ji ber ku ev jiyana we ye” (5. Mûsa 32:47). Kesên ku guh didin Nivîsarên Pîroz dibin xwediyê jiyaneke xweş û bextewar (Zebûr 1:2, 3). Peyva Xwedê her çi qas kevn bûye jî qeweta wê heye ku jiyana mirovan baştir bike. Mesela, li ser jw.org, rêzên meqaleyan ên bi navê “Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne” hene. Li wir gelek serpêhatiyên xwişk û birayên me cih girtiye. Kitêba Pîroz alî wan kiriye ku ew di jiyana xwe de guhertinên mezin bikin, da ku ew bextewar bibin (1. Selanîkî 2:13).

6. Çima em dikarin bibêjin ku qet kitêbeke din naşibe Kitêba Pîroz?

6 Qet kitêbeke din naşibe Peyva Xwedê. Em çima wisa dibêjin? Çimkî Nivîskarê wê Yehowa Xwedê ye. Qeweta wî têra her tiştî dike. Ew ebedî ye û hîkmeta wî di ser ya her kesî re ye. Piştî mirina gelek nivîskaran, kitêbên wan hê jî tên xwendin. Lê şîretên ku wan di kitêbên xwe de nivîsandibûn îro bi kêrî mirovan nayên. Ji aliyê din ve, zeman nîşan daye ku şîretên Kitêba Pîroz her tim bitesîr in û ji bo mirovan bifeyde ne. Gava em Kitêba Pîroz dixwînin û li ser gotinên wê kûr difikirin, ruhê pîroz alî me dike ku em fehm bikin ka em çawa dikarin şîretên Xwedê di jiyana xwe de bînin cih (Zebûr 119:27; Maleyaxî 3:16; Îbranî 4:12). Bi rastî jî, Yehowa Xwedê pir dixwaze alî te bike. Ma ev ne sebebekî muhîm e ku em her roj Kitêba Pîroz bixwînin?

Kolaj: 1. Kitêba Pîroz bi formatên çapkirî, yên wek Nivîsar, Kodeks, kitêbeke cîldkirî û formatên elektronîk. 2. Mirovên ji kok û miletên cuda Kitêba Pîroz di formatên çapkirî yan elektronîk de li malê, li cihê kar û bi rê de dixwînin.

Hem berê hem jî îro, Kitêba Pîroz çawa alî xizmetkarên Xwedê kiriye ku ew di yekîtiyê de bin? (Li paragrafên 7 û 8an binêre)

7. Di demên berê de, Kitêba Pîroz çawa alî xizmetkarên Xwedê dikir ku ew di yekîtiyê de bin?

7 Ji ber sebebekî din jî em dibêjin ku di Kitêba Pîroz de hîkmeta Xwedê heye. Kitêba Pîroz alî xizmetkarên Xwedê dike ku ew di yekîtiyê de bin. Dema ku Îsraêlî derbasî Welatê Sozdayî bûn, ew li gelek herêman bi cih bûn. Hinek bûn masîgir, hinekan heywan xwedî dikirin û hinekan jî erd cot dikir. Îsraêliyên ku dûrî hev dijiyan dikaribû bi hêsanî hevdû ji bîr bikirana û bi hev re eleqedar nebûna. Lê Yehowa dixwest ku Îsraêlî di dema gelek cejnan de li hev kom bibin, da ku Peyva wî ji wan re bê xwendin û şîrovekirin (5. Mûsa 31:10-13; Nehemya 8:2, 8, 18). Îcar xeyal bike ku çi qas kêfa Îsraêliyekî dihat, gava ku ew dihat Orşelîmê û didît ku bi milyonan xizmetkarên Xwedê ji temamiya welêt hatine û li hev kom bûne! Bi vî awayî, Yehowa alî xizmetkarên xwe dikir ku ew bi hevdû re di yekîtiyê de bimînin. Paşê, gava civata şagirtên Îsa Mesîh hat avakirin, di nav wan de mirovên ji gelek miletên cuda hebûn. Hinek ji wan feqîr, hinek zengîn û hinek jî mirovên bi nav û deng bûn. Lê ji ber ku wan ji Nivîsarên Pîroz hez dikir, wan di yekîtiyê de ji Xwedê re îbadet dikir. Kesên nû dikaribû bi alîkariya xwişk û birayên din û bi alîkariya civînan Peyva Xwedê baştir fehm bikin (Karên Şandiyan 2:42; 8:30, 31).

8. Îro, Kitêba Pîroz çawa alî xizmetkarên Xwedê dike ku ew di yekîtiyê de bin?

8 Xwedê îro jî xizmetkarên xwe bi destê Kitêba Pîroz perwerde dike û di nav wan de yekîtiyê çêdike. Kitêba Pîroz çavkaniya hemû rastiyên di heqê Yehowa de ye. Em ji van rastiyan hez dikin. Em tim diçin civîn û komcivînan, çimkî li wir Kitêba Pîroz tê xwendin, şîrovekirin û li ser wê tê sohbetkirin. Belê, Yehowa bi destê Kitêba Pîroz alî xizmetkarên xwe dike ku ew ‘mil bi mil jê re xizmetê bikin’ (Tsêfanya 3:9, Mizgînî).

9. Tenê mirovên çawa dikarin ji gotinên Kitêba Pîroz fehm bikin? (Lûqa 10:21)

9 Hîkmeta Yehowa di tiştekî din de jî tê dîtin. Gelek qismên Kitêba Pîroz wisa hatine nivîsandin ku tenê mirovên dilnizm dikarin jê fehm bikin (Lûqa 10:21 bixwîne). Li her derê, mirov Kitêba Pîroz dixwînin. Zanyarek di heqê Kitêba Pîroz de wisa dibêje: “Kitêba ku herî zêde û hûr û kûr hatiye xwendin, Kitêba Pîroz e.” Lê belê, tenê mirovên dilnizm ji Kitêba Pîroz fehm dikin û li gor gotinên wê dijîn (2. Korîntî 3:15, 16).

10. Bi çi awayê din Kitêba Pîroz hîkmeta Yehowa ji me re eşkere dike?

10 Hîkmeta Yehowa bi awayekî din jî di Kitêba Pîroz de tê dîtin. Yehowa bi destê Kitêba Pîroz me ne tenê wek kom, lê yek bi yek jî perwerde dike û dilê me rihet dike. Dema ku em Kitêba Pîroz dixwînin, em dikarin hîs bikin ku Yehowa bi me re jî eleqedar dibe (Îşaya 30:21). Gava tengasî tên serê te, ma hin ayetên ku tu dixwînî wisa xuya nakin ku tu dibêjî qey ew ji bo te hatine nivîsandin? Belê, Kitêba Pîroz ji bo hemû mirovan hatiye nivîsandin. Gelo çima şîretên ku ji bo te şexsî lazim in tê de hene? Sebeb ev e ku Kitêba Pîroz hîkmeta Xwedê nîşan dide (2. Tîmotêyos 3:16, 17).

KITÊBA PÎROZ EDALETA XWEDÊ NÎŞAN DIDE

11. Gava ku Kitêba Pîroz hatibû nivîsandin, Yehowa çawa nîşan da ku ew ferqiyê naxe nava mirovan?

11 Edalet sifetekî din ê Xwedê ye (5. Mûsa 32:4). Kesekî adil ferqiyê naxe nava mirovan. Yehowa jî ferqiyê naxe nava mirovan (Karên Şandiyan 10:34, 35; Romayî 2:11). Mesela, Yehowa Kitêba Pîroz bi zimanên ku ji aliyê gelek mirovan ve dihatin fehmkirin da nivîsandin. Her 39 kitêbên pêşîn ên Kitêba Pîroz herî zêde bi zimanê Îbranî hatine nivîsandin. Wê çaxê ev ziman ji aliyê xizmetkarên Xwedê ve bi hêsanî dihat fehmkirin. Lê belê, di sedsala yekê de, piraniya mirovan bi zimanê Yûnanî xeber dida. Loma, her 27 kitêbên dawîn ên Kitêba Pîroz herî zêde bi zimanê Yûnanî hatine nivîsandin. Yehowa nedixwest ku Peyva wî tenê bi yek zimanî bê nivîsandin. Îro, nêzîkî 8 milyar mirovên li dinyayê bi gelek zimanan dipeyivin. Gelo ew qas mirov çawa dikarin Yehowa nas bikin?

12. Gotinên ji Danîêl 12:4 çawa di van rojên dawîn de hatine cih?

12 Bi destê Danîêl pêxember, Yehowa soz dabû ku di dema dawîn de, “zanîna rast” wê zêde bibe. Yanî hatibû gotin ku gelek mirov wê Kitêba Pîroz baştir fehm bikin (Danîêl 12:4 bixwîne). Yehowa bi destê tercûmekirin, çapkirin û belavkirina Kitêba Pîroz û weşanên li ser wê alî gelek mirovan kiriye ku ew Peyva wî baştir fehm bikin. Li dinyayê, Kitêba Pîroz kitêba herî zêde belavkirî û tercûmekirî ye. Wergerên Kitêba Pîroz, ên ku ji aliyê şîrketên din ve hatine çapkirin, carinan pir biha ne. Heta niha, xizmetkarên Yehowa Peyva wî, bi temamî yan bi qismî, bi zêdetirî 240 zimanî tercûme kiriye. Û her kes dikare Kitêba Pîroz bêpere bi dest bixe. Bi vî awayî, berî ku dawî bê, mirovên ji hemû miletan dikarin “Mizgîniya Padîşahiyê” nas bikin (Metta 24:14). Xwedayê edaletê Yehowa dixwaze fersendê bide her kesî ku ew Peyva wî bixwînin û wî nas bikin. Loma em dikarin bibêjin ku Yehowa ji me hemûyan pir hez dike.

KITÊBA PÎROZ HEZKIRINA XWEDÊ NÎŞAN DIDE

13. Çima em dikarin bibêjin ku Kitêba Pîroz hezkirina Yehowa nîşan dide? (Yûhenna 21:25)

13 Kitêba Pîroz dibêje ku sifetê Yehowa yê herî mezin hezkirin e (1. Yûhenna 4:8). Bala xwe bidê ku Yehowa di Kitêba Pîroz de çi daye nivîsandin û çi na. Wî di Kitêba Pîroz de daye nivîsandin ku em çawa dikarin bibin dostên wî. Wekî din, ew dibêje ku em çawa dikarin niha jiyaneke bextewar derbas bikin û jiyana herheyî bi dest bixin. Lê belê, ji ber ku Yehowa ji me hez dike, wî gotinên ku ji me re ne lazim in nedaye nivîsandin (Yûhenna 21:25 bixwîne).

14. Kitêba Pîroz bi çi awayê din nîşan dide ku Xwedê ji me hez dike?

14 Ji ber ku Yehowa ji me hez dike, wî di Kitêba Pîroz de rêzeke dirêj a qanûnan nedaye me, û ji me re nabêje ku gerek em di jiyana xwe de tam çi bikin û çi jî nekin. Li şûna vê yekê, ew dixwaze ku em bi xwe bifikirin û ji serpêhatî, gotinên pêxemberan û şîretên Kitêba Pîroz bielimin û qerarên baş bidin. Bi van awayan, Peyva Xwedê dilê me xurt dike ku em ji Xwedê hez bikin û ji dil guh bidin wî.

Kolaj: 1. Keçeke ciwan kitêbeke li ser hîmê Kitêba Pîroz dixwîne û li ser serpêhatiya keçika Îsraêlî, ya ku bi xatûna xwe re dipeyive, kûr difikire. 2. Birayekî ciwan Kitêba Pîroz dixwîne û li ser serpêhatiya Ûsiv, ê ku ji jina Fîrawûn direve, kûr difikire. 3. Xwişkeke emirmezin Kitêba Pîroz dixwîne û li ser serpêhatiya Hanna, ya ku bi dîtina Îsa şa dibe, kûr difikire.

Çima lazim e ku em li ser serpêhatiyên xizmetkarên Xwedê yên berê bifikirin? (Li paragrafa 15an binêre)

15. (a) Kitêba Pîroz çawa nîşan dide ku Yehowa bi me re eleqedar dibe? (b) Di resim de, keçika biçûk, birayê ciwan û xwişka emirmezin li ser kîjan xizmetkarên Xwedê kûr difikirin?

15 Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa bi me re eleqedar dibe. Gelo çawa? Di Peyva wî de, gelek serpêhatiyên kesên ku hîsên wan wek hîsên me ne hatine nivîsandin. Em dikarin ji halê wan rind fehm bikin, çimkî ew jî mirovên “wek me” bûn (Aqûb 5:17). Yehowa xema mirovên wek me dixwar û bi wan re eleqedar dibû. Ji vê yekê em dikarin bi zelalî fehm bikin ku “Xudan gelek dilovan û tije rehm e” (Aqûb 5:11).

16. Gava em di Kitêba Pîroz de serpêhatiyên kesên ku şaşî kirine dixwînin, em di heqê Yehowa de çi hîn dibin? (Îşaya 55:7)

16 Kitêba Pîroz bi awayekî din jî nîşan dide ku Yehowa ji me hez dike. Nivîsarên Pîroz dibêjin ku gava em şaşiyan dikin, Yehowa me terk nake. Îsraêliyan dîsa û dîsa li hemberî Yehowa guneh dikir. Lê belê, gava ku wan tobe dikir, Xwedê ew efû dikirin (Îşaya 55:7 bixwîne). Xizmetkarên Xwedê yên di sedsala yekê de jî dizanibû ku Xwedê ji wan pir hez dike. Bi îlhama Xwedê, Pawlosê şandî ji xwişk û birayan re gotibû ku bila ew zilamekî ku ketibû rêya gunehekî giran efû bikin û dilê wî ava bikin, çimkî ew ji gunehê xwe poşman bûbû (2. Korîntî 2:6, 7; 1. Korîntî 5:1-5). Belê, çi xweş e ku Yehowa berê xwe ji xizmetkarên xwe, yên ku şaşî kirine, nazivirîne! Li şûna vê, ew ji dil alî wan dike, wan serrast dike û dixwaze ku ew dîsa bibin dostên wî. Wî soz daye ku ewê îro eynî tiştî ji bo hemû kesên tobedar bike (Aqûb 4:8-10).

JI BO HEDIYEYA XWEDÊ ŞIKIRDAR BE

17. Kitêba Pîroz çima hediyeyeke pir biqîmet e?

17 Yehowa hediyeyeke giranbiha daye me. Peyva wî çima ew qas biqîmet e? Wek ku em hîn bûn, Kitêba Pîroz hîkmet, edalet û hezkirina Xwedê ji me re eşkere dike. Ev kitêb nîşan dide ku Yehowa dixwaze em wî baştir nas bikin û bibin dostên wî.

18. Em çawa dikarin şikirdariya xwe ji bo Peyva Xwedê nîşan bidin?

18 Gerek em qet ji bîr nekin ku Kitêba Pîroz hediyeya ji Yehowa Xwedê ye (Aqûb 1:17). Ji ber vê yekê, em dixwazin her tim şikirdariya xwe ji bo Peyva wî nîşan bidin. Gelo çawa? Em dikarin her roj gotinên wî yên pîroz bixwînin û li ser wan kûr bifikirin. Eger em wisa bikin, em dikarin emîn bin ku Nivîskarê eslî yê Kitêba Pîroz wê xîreta me bibereket bike û alî me bike ku em “zanîna Xwedê” bibînin (Methelokên Silêman 2:5).

KITÊBA PÎROZ LI SER VAN SIFETÊN YEHOWA ÇI DIBÊJE:

  • Hîkmet?

  • Edalet?

  • Hezkirin?

KILAM 98 Nivîsarên Pîroz ji Îlhama Xwedê ne

a Kitêba Pîroz alî me dike ku em nêzîkî Yehowa bibin. Em dikarin ji Kitêba Pîroz li ser hîkmet, edalet û hezkirina Xwedê çi bielimin? Tiştên ku emê bielimin wê alî me bikin ku em ji bo Peyva Xwedê zêdetir şikirdar bin û fehm bikin ku Kitêba Pîroz bi eslê xwe hediyeya Bavê meyî ezmanî ye.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne