SERPÊHATÎ
Yehowa Guh Daye Duayên Min
ŞEVEKÊ, gava ez 10 salî bûm, min li stêrkan dinêrî. Ez ketim ser çokan, û min dua kir. Ez di heqê Yehowa de hê nû hîn bûbûm, lê min dilê xwe jê re vekir û behsa hemû xemên xwe kir. Ji wê demê û pê ve, Yehowa, “yê ku duayan dibihîze”, bû dostê min (Zebûr 65:2). Ka ez ji we re bibêjim ku sebebê duaya min çi bû.
ZIYARETEKE KU JIYANA ME GUHERAND
Ez di 22yê Kanûna 1929an de li gundekî bi navê Noville, nêzîkî bajarê Bastogneyê, di nav çiyayên Ardenên Belçîkayê de hatim dinyayê. Li gundê me tenê neh çewlik hebûn, û jiyana me pir xweş bû. Her roj, ez û birayê minî biçûk Raymond, me çêlekên xwe didotin, û li dema dirûnê me alî mezinan dikir. Li gundê me her kesî alî hev dikir.
Ez û malbata min, gava me di çewlika xwe de kar dikir
Diya min Alice û bavê min Emile Katolîkên dîndar bûn. Her roja Yekşemê ew diçûn dêrê. Lê belê, weke sala 1939an, pêşengên ji Înglistanê hatin gundê me û abonmana kovara Consolation (niha wek Hişyar Be! tê binavkirin) pêşkêşî bavê min kir. Bavê min zû fehm kir ku heqîqet ev e, û wî dest bi xwendina Kitêba Pîroz kir. Paşê, wî dev ji dêrê berda. Lê belê, cîranên me pir hêrs ketin, û wan hewl da ku bavê min îqna bikin, da ku ew dev ji dînê xwe bernede.
Ez pir xemgîn bûm ji ber ku mirovan ew qas zor li bavê min dida. Loma, wek min di destpêka meqaleyê de gotibû, min ji Xwedê alîkarî xwest. Bi zeman re, muxalefeta cîranan kêmtir bû. Ez pir kêfxweş bûm, û min fehm kir ku Yehowa bi rastî jî “duayan dibihîze”.
JIYANA DI DEMA ŞER DE
Di 10ê Gulana 1940î de, ordiya Alman ket Belçîkayê, loma gelek kes ji wê derê reviyan. Em jî reviyan û çûn Fransaya başûr. Li ser rê, em ji ber şerkirina di nav eskerên Alman û Fransî de çend caran ketin talûkeyê.
Gava em vegeriyan çewlika xwe, me dît ku piraniya eşyayên me hatin talankirin. Tenê kûçikê me Bobbie hê li wê derê bû. Min meraq dikir ka çima ew qas kul û derd hene.
Gava ez hê ciwan bûm, min dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir dikir
Wan salan, birayekî dilsoz ê bi navê Emile Schrantz, ê ku wek pêşeng û rîspî xizmet dikir, dihat ziyareta me. Wî ji Kitêba Pîroz nîşanî me da ku kul û derd çima hene, û wî cewaba pirsên min ên li ser jiyanê da. Gav bi gav, ez nêzîktirî Yehowa bûm, û min fehm kir ku ew bi rastî jî Xwedayekî dilovan e.
Gava şer hê dewam dikir jî, gelek fersendên me hebûn ku em bi Şahidên Yehowa re wextê derbas bikin. Di Tebaxa 1943yan de, birayê José-Nicolas Minet ji bo pêşkêşkirina gotarekê hat çewlika me. Wî pirsî: “Kî dixwaze vaftîz bibe?” Ez û bavê min, me destê xwe hilda. Nêzîkî çewlika me çemekî biçûk hebû, û em li wê derê vaftîz bûn.
Di Kanûna 1944an de, ordiya Alman cara dawîn li ser cebheyê rojava dest bi êrîşeke mezin kir. Ev êrîş wek “Êrîşa Ardenan” tê binavkirin. Ji ber ku êrîş pir nêzîkî me çêdibû, em weke mehek di bodrûma malê de man. Rojekê, gava ez çûm jorê ku xwarinê bidim heywanan, guleyên topan ketin ser çewlika me, û baniyê embarê hilweşiya. Eskerekî Amerîkayî, yê ku di axurê de nêzîkî min disekinî, bang kir: “Bikeve erdê!” Ez reviyam ba wî û min xwe avêt erdê, wî jî kumzirxê xwe li serê min kir ku min biparêze.
PÊŞKETINA LI SER RÊYA YEHOWA
Ez û Elly, di roja daweta xwe de
Piştî şer, em bi civata li bajarê Liège’ê, weke 90 kîlometre ji çewlika me, ketin îrtibatê. Bi zeman re, me li bajarê Bastogneyê komeke biçûk ava kir. Min di îdareya bacan de dest bi karkirinê kir, û fersend ket destê min ku ez hiqûqê bixwînim. Paşê, ez wek katibê noterekî xebitîm. Di sala 1951ê de, me li bajarê Bastogneyê komcivîneke biçûk derbas kir. Weke 100 kes hatin, û di nav wan de xwişkeke jîr û jêhatî ya bi navê Elly Reuter hebû, ya ku pêşeng bû. Ji bo ku ew bigihîje cihê komcivînê, ew 50 kîlometre bi bisîkletê rê hatibû. Demeke kin bi şûn de, dilê me ket hev û me soz da hev. Lê belê, Elly’yê dawetnameyek standibû ku here Mekteba Gîleadê. Loma, wê ji merkeza cîhanî re name nivîsî û zelal kir ku ew çima nikare here. Birayê Knorr, ê ku wê demê rêberiya xizmetkarên Xwedê dikir, bi dilovanî cewab da ku rojekê, ewê belkî bikare bi zilamê xwe re here Mekteba Gîleadê. Di Sibata 1953yan de, em zewicîn.
Elly û kurê me Serge
Wê salê, ez û Elly, em çûn Komcivîna Civaka Dinyaya Nû, ya ku li Yankee Stadiumê, li bajarê New Yorkê hat derbaskirin. Li wê derê, birayekî karekî baş teklîfî min kir û xwest ku ez mala xwe bar bikim û werim Amerîkayê. Piştî ku me li ser vê meseleyê ji Yehowa re dua kir, me qerar da ku vê teklîfî qebûl nekin, lê vegerin Belçîkayê, da ku em destekê bidin koma biçûk a Bastogneyê, ku tê de tenê weke 10 mizgînvan hebûn. Salek bi şûn de, kurê me Serge hat dinyayê. Lê belê, heft meh bi şûn de, Serge nexweş ket û mir. Me ji Yehowa re behsa êşa dilê xwe kir, û wî jî bi destê hêviya rabûna miriyan dilrihetî da me.
XIZMETA TAMROJÎ
Di Cotmeha 1961ê de, min ji xwe re karekî nîvrojî dît, ê ku fersend da min ku ez bibim pêşeng. Lê belê, wê rojê xizmetkarê buroya Belçîkayê ji min re telefon kir û pirsî ka ez dikarim bibim xizmetkarê herêmê (niha wek “çavdêrê herêmê” tê binavkirin). Min got: “Berî ku em vê wezîfeyê qebûl bikin, ma em nikarin hinek pêşengiyê bikin?” Daxwaza min hat qebûlkirin. Piştî ku me 8 meh pêşengî kiribû, me di Îlona 1962yan de dest bi xizmeta herêmê kir.
Du sal bi şûn de, Beytela Brukselê gazî me kir. Di Cotmeha 1964an de, em derbasî wê derê bûn. Bi saya vê tayîna nû, me gelek bereket standin. Demeke kin piştî ku birayê Knorr di sala 1965an de hat Beytela me, ez wek xizmetkarê buroyê hatim tayînkirin. Paşê, ez û Elly, em hatin dawetkirin ku herin sinifa 41ê a Mekteba Gîleadê. Tiştê ku birayê Knorr 13 sal berê gotibû hat cih! Piştî xelasbûna mektebê, em vegeriyan Beytela Belçîkayê.
PARASTINA HEQÊN ŞAHIDÊN YEHOWA
Bi salan, gelek fersend ketin destê min ku ez zanîna xwe ya hiqûqê ji bo parastina azadiya fealiyetên Şahidên Yehowa li Ewropayê û li cihên din bi kar bînim (Filîpî 1:7). Bi saya vî karî, ez bi memûrên ji zêdetirî 55 welatên ku fealiyetên me li wê derê bi temamî yan bi qismî qedexe bûn, ketim îrtibatê. Li şûna ku ez bala wan bikişînim ser tecrûbeya xwe ya hiqûqî, min xwe wek “xizmetkarekî Xwedê” dida naskirin. Min her tim ji Yehowa rêberî dixwest, çimkî wek Kitêba Pîroz dibêje, “dilê padîşah [yan hakim] coya avê ye ku di destê Xudan de ye, bi ku ve bixwaze, dişîne wê derê” (Methelokên Silêman 21:1, Mizgînî).
Yek ji serpêhatiyên min qet ji bîra min naçe. Min çend caran ji endamekî Parlamentoya Ewropayê randevû xwestibû, û dawiya dawîn, wî daxwaza min qebûl kir. Lê belê, wî got: “Tenê pênc deqeyên te hene, yek deqe jî zêde nabe.” Min serê xwe xwar kir û dua kir. Parlamenter ecêbmayî ma û ji min pirsî ka ez çi dikim. Min lê nêrî û got: “Min ji Xwedê re şikir kir ji ber ku tu xizmetkarekî wî yî.” Wî got: “Çi? Min fehm nekir.” Min Romayî 13:4 nîşanî wî da. Ew Protestan bû, loma vê ayetê bala wî kişand. Netîce bû çi? Wî nîv saet da min, û hevdîtina me pir baş derbas bû. Heta, wî got ku ew qedrê karê me digire.
Bi salan, Şahidên Yehowa li Ewropayê gelek caran ji bo meseleyên wek bêterefiya siyasî, welayeta zarokan, bac û mijarên din li ber mehkemeyan micadele kiriye. Gelek caran ez jî diketim van dozan, û min bi çavê xwe dîtiye ku Yehowa çawa alî me dike. Şahidên Yehowa li ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê zêdetirî 140 doz qezenc kirine!
KÛBA VEDIBE
Paşê, ez, birayê Philip Brumley, yê ku li merkeza cîhanî xizmet dikir, û birayê Valter Farneti, yê ku ji Îtalyayê bû, me hevkarî dikir ku ji bo xwişk û birayên li Kûbayê zêdetir azadiyê bi dest bixin, çimkî fealiyeta wan ne tam serbest bû. Min ji Sefareta Kûbayê ya li Belçîkayê re name nivîsand û çûm ba memûrê ku bi meseleya me eleqedar dibû. Lê belê, di hevdîtinên xwe yên pêşîn de, me nikaribû problemên ku bûn sebeb ku Kûba fealiyetên me qedexe kirine, ji holê rakirana.
Ez, Philip Brumley û Valter Farneti, gava em bi hev re li Kûbayê bûn
Piştî ku me ji Yehowa re dua kir, me îzin xwest ku 5.000 Kitêbên Pîroz bişînin Kûbayê, û ji bo vê, îzin hat dayîn. Kitêbên Pîroz gihîştin wê derê û di nav xwişk û birayan de hatin belavkirin. Ji vê, me fehm kir ku Yehowa keda me bibereket dike. Paşê, me îzin xwest ku 27.500 Kitêbên Pîroz bişînin Kûbayê, û dîsa, îzin hat dayîn. Ez pir dilxweş bûm ku Kitêba Pîroz êdî ket destê xwişk û birayên li Kûbayê.
Ez ji bo safîkirina hin meseleyên hiqûqî yên Şahidên Yehowa gelek caran çûm Kûbayê, û min bi gelek memûrên dewletê re rind hevkarî kir.
ALÎKARIYA JI BO XWIŞK Û BIRAYÊN LI RWANDAYÊ
Sala 1994an, li Rwandayê zêdetirî 1.000.000 mirov di komkujiya li dijî Tûtsiyan de hatin kuştin. Çi heyf e ku hin xwişk û birayên me jî hatin kuştin. Ji ber vê rewşê, çend bira hatin tayînkirin ku alîkariyê bişînin xwişk û birayên li Rwandayê.
Gava em gihîştin bajarê Kîgaliyê, yê ku paytexta Rwandayê ye, me dît ku ofîsa tercûmeyê û depoya weşanan tijî şopên guleyan bûn. Me bihîst ku çend xwişk û bira bi şûr hatibûn kuştin. Ji aliyê din ve, me serpêhatiyên xweş jî bihîstin, ên ku hezkirina di nav xwişk û birayan de nîşan didin. Mesela, me birayekî Tûtsî nas kir, ê ku 28 roj ji aliyê malbateke Hûtû ve di çaleke di bin erdê de hatibû veşartin. Li civîneke li Kîgaliyê, me li ser esasê Kitêba Pîroz teselî da zêdetirî 900 xwişk û birayî.
Aliyê çepê: Kitêbeke li ofîsa tercûmeyê, ya ku gule lê ketibû
Aliyê rastê: Di karê belavkirina malzemeyên alîkariyê de
Paşê, em di sînor re derbas bûn û çûn welatê Zaïre’ê (niha wek “Komara Demokratîk a Kongo” tê binavkirin), da ku li xwişk û birayên ku reviyabûn kampên nêzîkî bajarê Gomayê, bigerin. Me nikaribû wan bibînin, loma me ji Yehowa re dua kir û jê rêberî xwest. Dû re, kesek ber bi me ve hat, û me jê pirsî ka li vir Şahidên Yehowa li ku ne. Wî got: “Ez Şahidê Yehowa me. Ka werin, ezê we bibim ba komîteya alîkariyê.” Piştî ku me bi komîteya alîkariyê civîneke xweş derbas kir, me teşwîq û teselî da weke 1.600 xwişk û birayên ku li kampê diman. Wekî din, me nameyeke ji Koma Rêberiyê ji wan re xwend. Xwişk û bira bi van gotinên nameyê pir şa bûn: “Em her tim ji bo we dua dikin. Em dizanin ku Yehowa wê we tenê nehêle.” Bi rastî jî wisa çêbû. Îro li Rwandayê zêdetirî 30.000 Şahidên Yehowa hene!
XIZMETA DILSOZ DEWAM DIKE
Piştî ku em nêzîkî 58 salan zewicî bûn, hevala mine ezîz di sala 2011an de wefat kir. Min ji Xwedê re behsa êşa dilê xwe kir, û wî jî teselî da min. Wekî din, min ji karê belavkirina mizgîniyê jî teselî standiye.
Emrê min êdî zêdetirî 90î ye. Dîsa jî, ez her hefte diçim xizmetê. Wekî din, ez alîkariya Departmana Hiqûqê ya li Belçîkayê dikim, ji kesên din re behsa serpêhatiyên xwe dikim û li Beytelvanên ciwan şivantiyê dikim.
Weke 84 sal berê, min cara pêşîn ji Yehowa re dua kiribû. Bi salan, ez gav bi gav nêzîktirî wî bûme. Di emrê xwe de, min dîtiye ku Yehowa bi rastî jî guh dide duayan (Zebûr 66:19).a
a Di dema hazirkirina vê meqaleyê de, birayê Marcel Gillet di 4ê Sibata 2023yan de wefat kir.