Pirsên Xwendevanan
Belavkirina mizgîniyê wê kengê xelas bibe?
Îsa Mesîh wisa gotibû: “Ev mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê belavkirin, da ku hemû milet vê mizgîniyê bibihîzin, û hingê dawî wê bê” (Meta 24:14). Peyva Yûnanî, ya ku di vê ayetê de û di ayetên 6 û 13an de wek “dawî” hatiye tercûmekirin behsa Harmegedonê dike, yanî dawiya dinyaya Îblîs (Peyxam 16:14, 16). Loma, em fehm dikin ku emê mizgîniyê heta demeke kin berî Harmegedonê belav bikin.
Berê, em difikirîn ku di destpêka tengasiya mezin de, gava Babîla mezin wê bê xerakirin, emê dev ji belavkirina mizgîniyê berdin (Peyxam 17:3, 5, 15, 16). Me digot ku ev bûyer wê bê maneya ku “sala razîbûna Xudan” êdî xelas bûye (Îşaya 61:2). Wekî din, em difikirîn ku tenê kesên ku berî tengasiya mezin ji Yehowa re dilsoz bûn wê di tengasiya mezin re sax derbas bibin. Me ew dişibandin Cihûyên ku B.M. di sala 607an de, gava bajarê Orşelîmê hat wêrankirin, sax mabûn. Ji ber ku wan ji Yehowa re îbadet dikir û ji xerabiyê nefret dikir, nîşanek hatibû danîn ser eniya wan ji bo ku ew sax bimînin (Hêzekîêl 5:11; 9:4). Lê belê, ev fikir bi gotinên Meta 24:14 li hev nayê, çimkî ev ayet eşkere dike ku heta demeke kin berî Harmegedonê, fersenda mirovan wê hebe ku mizgîniyê qebûl bikin.
Bi saya fehmkirina me ya nû ya Meta 24:14, em maneya xebera ku mîna zîpikan e, ya ku Peyxam 16:21 behsa wê dike, êdî bi awayekî din fehm dikin. Me dîtiye ku ev du ayet bi hev ve girêdayî ne. Gelo çawa? Wek Pawlosê şandî nivîsîbû, xeber ji bo “kesên ku wê xelas bibin” xebereke baş e, wek “bêhna jiyanê” ye. Lê ji bo dijminên Xwedê, ev xeber xebereke xerab e, wek “bêhna mirinê” ye (2. Korîntî 2:15, 16). Ew ji xebera Hukimdariya Xwedê nefret dikin, çimkî ev xeber nîşan dide ku dinyaya wan xerab e, ku hukimdarê vê dinyayê Îblîs e û ku dinya wê bê helakkirin (Yûhena 7:7; 1. Yûhena 2:17; 5:19).
Ka bala xwe bidê ku li gor Kitêba Pîroz, zîpik wê pir mezin bin. Maneya vê belkî ev e ku di dema tengasiya mezin de, mizgînî wê hê jî zêdetir bê belavkirin û navê Yehowa wê hê zêdetir bê îlankirin (Hêzekîêl 39:7). Wê demê, yanî piştî helakkirina Babîla mezin, gelo hin kes wê bêhna xweş a mizgîniyê bistînin û bên ser rêya rast? Belkî jî. Dibe ku ew bînin bîra xwe yan jî bibihîzin ku bi gelek salan, Şahidên Yehowa dawiya dîn û baweriyên sexte îlan kiribû.
Ka bîne bîra xwe ku di demên berê de, piştî 10 belayan li Misrê, çi çêbû. Piştî ku Yehowa hukim anîbû ser hemû îlahên Misrê, gelek kesên ku ne Îsraîlî bûn bi xizmetkarên Xwedê re çûn (2. Mûsa 12:12, 37, 38). Dibe ku gava wan kesên xerîb didît ku gotinên Mûsa yên li ser 10 belayan çawa hatin cih, wan qerar da ku ji Yehowa re îbadetê bikin.
Kesên ku wê piştî helakkirina Babîla mezin qerarê bidin ku ji Yehowa re îbadetê bikin wê bikarin xêrê li birayên Mesîh bikin, ên ku hê li dinyayê ne (Meta 25:34-36, 40). Helbet, demeke kin berî Harmegedonê, piştî ku hilbijartiyên dawîn wê herin ezmanan, fersenda wan ku wek miyan bên dîtin, wê êdî tune be.
Ev melûmata serrastkirî bala me dikişîne ser dilovanî û hezkirina mezin a Yehowa, yê ku “naxwaze ku kesek helak bibe, lê dixwaze ku hemû tobe bikin” (2. Petrûs 3:9, Mizgînî).