SERPÊHATÎ
Keçikeke Fediyok Dibe Mizgînvaneke Wezîfedar
GAVA ez biçûk bûm, ez yeke fediyok bûm, û ez ji mirovan ditirsiyam. Lê bi zeman re, Yehowa alî min kir ku ez ji mirovan hez bikim û bibim mizgînvaneke wezîfedar. Gelo çawa? Di serî de, bi saya rêberiya bavê min. Paşê, bi saya mînaka baş a xwişkeke 16 salî. Û paşê jî, bi saya sebir û nezaketa zilamê min. Ka ez ji we re behsa jiyana xwe bikim.
Ez di sala 1951ê de li bajarê Viyanayê (Awistirya) di malbateke Katolîk de hatim dinyayê. Ez yeke fediyok bûm, û min nikaribû bi rehetî bi mirovan re xeber bidaya, lê ez bi Xwedê bawer bûm û min gelek caran bi destê duayê pê re xeber dida. Gava ez 9 salî bûm, bavê min bi Şahidên Yehowa re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir, û piştî demeke kin, diya min jî dest bi kursê kir.
Tevî xwişka min Elisabethê (li aliyê çepê)
Pir wext derbas nebû ku em çûn civata Döblingê, li Viyanayê. Min bi malbata xwe re Kitêba Pîroz dixwend, em diçûn civînan û me li komcivînan alîkarî dikir. Ji biçûktiya min ve, bavê min alî min dikir ku ez ji Yehowa hez bikim. Wî tim dua dikir ku ez û xwişka min, em bibin pêşeng. Lê wê demê, min ev yek ji xwe re nedikir hedef.
DESTPÊKA XIZMETA TAMROJÎ
Di sala 1965an de, gava ez 14 salî bûm, ez vaftîz bûm. Lê belê, ji min re zor dihat ku ez di xizmetê de bi kesên nenas re xeber bidim. Min xwe nizm didît, û min pir dixwest ku ciwanên din bi min re hevaltiyê bikin. Loma, piştî vaftîza xwe min dest pê kir ku wexta xwe bi kesên ku ji Yehowa re xizmet nedikir re derbas bikim. Min her çi qas ji hevaltiya wan kêf distand jî, wijdanê min nerehet bû. Lê belê, qeweta min têra min nedikir ku ez xwe serrast bikim.
Ez ji Dorothéeyê gelek tiştan hîn bûme (li aliyê çepê)
Wan rojan, keçikeke 16 salî ya bi navê Dorothée derbasî civata me bû. Wê bi xîreteke mezin mal bi mal xizmet dikir, û ez ji xîreta wê re heyran dimam. Ez ji wê hinek mezintir bûm, lê min bi qasî wê xizmet nedikir. Îcar min ji xwe re got: “Dê û bavê min Şahidên Yehowa ne, lê di malbata Dorothéeyê de tenê ew Şahid e. Ew li cem diya xwe ya nexweş dimîne, lê dîsa jî, ew her tim diçe xizmetê!” Mînaka wê daxwaza min xurttir kir ku ez ji Yehowa re zêdetir xizmet bikim. Pir wext derbas nebû ku ez û Dorothée, em di xizmeta pêşengiyê de bûn hevalkarên hev. Di serî de, em bûn pêşengên alîkar, ên ku wê demê wek “pêşengên tetîlê” dihatin binavkirin. Paşê, em bi hev re bûn pêşengên daîmî. Xîreta Dorothéeyê ser min jî tesîr kir. Wê alî min kir ku ez cara pêşîn bi kesekî re kursa Kitêba Pîroz îdare bikim. Hêdî hêdî li min hêsantir dihat ku ez mal bi mal, li kolanan û li cihên din bi mirovan re xeber bidim.
Sala pêşîn piştî ku ez bûm pêşenga daîmî, birayekî Awistiryayî ya bi navê Heinz hat civata me. Wî rastiya Kitêba Pîroz li Kanadayê ji birayê xwe, yê ku Şahidê Yehowa bû, bihîstibû. Heinz wek pêşengê xisûsî hat şandin civata me. Ji serî ve, ew li dilê min xweş hat. Bes wî dixwest bibe mizgînvanê wezîfedar, lê min ev yek qet nedixwest. Loma, min di serî de vedişart ku dilê min tê de heye. Lê paşê, me dest bi hevaltiyê kir, em zewicîn, û me bi hev re li Awistiryayê dest bi pêşengiyê kir.
DAXWAZA KU EZ BIBIM MIZGÎNVANA WEZÎFEDAR DIKEVE DILÊ MIN
Heinz gelek caran ji min re digot ku ew dixwaze bibe mizgînvanê wezîfedar. Wî tu caran zor li min nedikir, lê wî hin pirs dipirsîn, mesela “Madem ku zarokên me tune ne, ma em nikarin ji Yehowa re zêdetir xizmet bikin?”. Lê ji ber ku ez yeke fediyok bûm, ez ditirsiyam ku bibim mizgînvana wezîfedar. Rast e, min pêşengî dikir, lê ez difikirîm ku xizmeta mizgînvanên wezîfedar bi zêdeyî zor e. Dîsa jî, Heinz sebir kir û dev ji hedefa xwe berneda. Wekî din, wî ji min re digot ku bila ez bi zêdeyî li ser xwe nefikirim, lê bala xwe bidim hewcedariyên mirovên din. Şîreta wî bi rastî jî bifeyde bû.
Salzburg (Awistirya), sala 1974an: Di civateke biçûk a bi zimanê Yûgoslavî de, Heinz Lêkolîna Birca Çavdêriyê îdare dike
Hêdî hêdî, daxwaza min zêde bû ku ez bibim mizgînvana wezîfedar, loma me ji bo Mekteba Gîleadê mureceet kir. Lê belê, xizmetkarê buroyê ji min re got ku bila ez pêşî zimanê Îngilîzî baştir hîn bibim, û min jî wisa kir. Lê piştî sê salan, em hatin şandin civateke Yûgoslav a li Salzburgê (Awistirya). Me heft sal mizgînî dida kesên ku bi zimanê Sirbî-Xirwatî xeber dida. Zilamê min bû çavdêrê herêmê, û salek me bi hev re civat ziyaret dikirin.
Di sala 1979an de, ji me re gotin ku bila em ji bo “tetîlê” herin Bulgaristanê. Li wê derê, belavkirina mizgîniyê qedexe bû. Loma me ji tu kesî re behsa mizgîniyê nekir. Lê belê, me bi dizîka weşan birin ba pênc xwişkên ku li bajarê Sofyayê dijiyan. Ez pir ditirsiyam, lê Yehowa alî min kir ku ez vê wezîfeya biheyecan bînim cih. Polîsê dikaribû ev xwişk ji nişka ve biavêtana hebsê, lê dîsa jî, wan bi cesaret û dilxweşî ji Yehowa re xizmet dikir. Mînaka wan cesareta min zêde kir ku teşkîlata Yehowa ji min çi bixwaze jî, ez vêya çi qas ji destê min tê bikim.
Bi zeman re, me dîsa ji bo Mekteba Gîleadê mureceet kir, û îcar em hatin qebûlkirin. Em difikirîn ku emê herin Amerîkayê û mektebê bi zimanê Îngilîzî derbas bikin, lê wisa nebû. Di Mijdara sala 1981ê de, teşkîlatê dest pê kir ku li Almanyayê jî hin sinifên Gîleadê derbas bike. Loma, me Mekteba Gîleadê li bajarê Wiesbadenê bi zimanê Almanî derbas kir, ê ku min rind fehm dikir. Piştî ku mekteb xelas bû, gelo em hatin şandin ku derê?
XIZMETA LI WELATEKÎ BITALÛKE
Em hatin şandin Kenyayê! Lê belê, buroya Kenyayê ji me pirsî ka em dikarin li Ûgandayê xizmet bikin. Zêdetirî 10 sal berê, hukûmeta Ûgandayê ji aliyê General Idi Amin ve hatibû qelibandin. Di bin dîktatoriya wî de, bi hezaran kes mirin û jiyana bi milyonan însanan tevlihev bû. Paşê, di sala 1979an de, hukûmeta Ûgandayê dîsa hat qelibandin. Rast bêjim, min nizanibû ka fikreke baş e ku em herin welatekî ew qas bitalûke. Lê belê, Mekteba Gîleadê em hazir kiribûn ku em baweriya xwe bi Yehowa bînin. Loma me qebûl kir.
Halê Ûgandayê pir tevlihev bû. Di Salnameya 2010an de, Heinz wisa got: “Gelek tişt nedixebitîn. Mesela av nedihat û telekomûnîkasyon xera bû. … Bi xisûsî şevê pevçûna bi çekan û talan çêdibû … Şevê, mirov ji malê dernediketin, û wan hêvî dikir – û gelek caran dua dikir – ku mêvanên nehêvîkirî neyên.” Belê, halê welêt pir xerab bû, lê dîsa jî, baweriya xwişk û birayan qewî bû.
Mala malbata Waiswa: Hazirkirina xwarinekê
Di sala 1982yan de, ez û Heinz, em gihîştin Kampalayê, serbajarê Ûgandayê. Pênc mehên pêşîn, em li mala Sam û Christina Waiswa man. Pênc zarokên wan hebûn, û çar merivên wan jî li cem wan diman. Gelek caran, wan rojê tenê carek xwarin dixwar. Dîsa jî, ew hazir bûn ku tiştên ku di destê wan de hebûn bi me re parve bikin. Gava em li cem wan diman, em gelek tiştan hîn bûn, ên ku ji bo xizmeta me bifeyde bûn. Mesela, em hîn bûn ku tenê bi çend lître avê serê xwe bişon û vê avê paşê ji bo tuwaletê bi kar bînin. Di sala 1983yan de, me li Kampalayê li cihekî ku ne ew qas bitalûke bû ji xwe re malek dît.
Me ji xizmeta xwe pir kêf distand. Mehekê, me zêdetirî 4.000 kovar belav kirin. Lê tiştê herî xweş ew bû ku mirovan çawa qedrê Xwedê digirt û hez dikir ku li ser Kitêba Pîroz sohbetê bikin. Bi gelemperî, her yek ji me bi 10-15 kesan re kursa Kitêba Pîroz îdare dikir. Em ji xwendekarên xwe gelek tiştan hîn dibûn. Mesela, lazim bû ku ew her hefte peya herin civînan, lê wan gilî û gazinên xwe nedikirin, û rûyê wan tim dikeniya.
Di salên 1985 û 1986an de, li Ûgandayê dîsa du caran şer derket. Me gelek caran eskerên zarok didîtin, ên ku di destê wan de çekên mezin hebûn û li nuqteyên kontrolê disekinîn. Wê demê, me dua dikir ku em di xizmetê de bi hîkmet hereket bikin û sakîn bimînin. Yehowa jî cewab dida duayên me. Gava kesekî guh dida mizgîniyê, me tirsên xwe ji bîr dikirin.
Ez û Heinz tevî Tetyanayê (di nav me de)
Wekî din, me mizgînî dida kesên xerîb jî. Mesela, me Dîlbar û Murat Îbatûllîn, jin û mêrekî ji Teteristanê (Rûsyaya Navîn), nas kirin û bi wan re kursa Kitêba Pîroz îdare kir. Murat doktor bû. Ew jin û mêr bûn Şahidên Yehowa, û ji wê demê û pê ve, ew bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikin. Paşê, min jinikeke Ûkraynî ya bi navê Tetyana Vileyska nas kir, a ku hindik mabû ku xwe bikuşta. Piştî ku Tetyana vaftîz bû, ew vegeriya Ûkraynayê û paşê wek tercûmaneke weşanên me xizmet kir.
TAYÎNEKE NÛ
Di sala 1991ê de, gava em li Awistiryayê li tetîlê bûn, buroyê ji me re got ku emê bên şandin Bulgaristanê. Piştî ku komunîzm li Ewropaya Rojhilat hilweşiyabû, îzin hat dayîn ku Şahidên Yehowa li wê derê xizmet bikin. Wek min berê gotibû, gava fealiyetên me li Bulgaristanê qedexe bûn, me bi dizîka weşan biribûn wê derê. Lê niha, em hatin şandin ku mizgîniyê li wê derê belav bikin.
Ji me re gotin ku bila em venegerin Ûgandayê. Loma, bêyî ku em vegerin mala mizgînvanên wezîfedar ku eşyayên xwe top bikin û xatirê dost û hevalên xwe bixwazin, em çûn Beytela Almanyayê, me ji xwe re erebeyek anî, û em çûn Bulgaristanê. Me li Sofyayê, di komeke teqrîben 20 mizgînvanan de dest bi xizmetê kir.
Li Bulgaristanê, em rastî çend zehmetiyên nû hatin. A yekê, me zimanê Bulgarî nizanibû. Wekî din, bi zimanê Bulgarî tenê du weşan hebûn: kitêba Rastiya ku ber bi Jiyana Herheyî ve Dibe û kitêba Serpêhatiyên Kitêba Pîroz. Li me zor dihat ku em bi mirovan re dest bi kursa Kitêba Pîroz bikin. Dîsa jî, koma me ya biçûk mizgînî bi xîret belav dikir. Gava Dêra Ortodoks ev yek dît, problemên mezin dest pê kir.
Di sala 1994an de, tescîla Şahidên Yehowa hat îbtalkirin, û ew wek terîqateke qedexekirî hatin dîtin. Hin xwişk û bira hatin girtin. Televîzyon û rojnameyan di heqê me de tiştên pir xerab digotin. Mesela, wan digot ku ji ber ku Şahidên Yehowa neqla xwînê qebûl nakin, ew dibin sebebê mirina zarokên xwe, û ku ew ji Şahidên din re jî dibêjin ku bila ew xwe bikujin. Li me zor dihat ku em mizgîniyê belav bikin. Em gelek caran rastî mirovên bihêrs dihatin, ên ku li ser me dikir qîrînî, gazî polîsê dikir û heta tişt diavêtin me. Ne mumkin bû ku em weşanan bînin welêt, û pir zor bû ku em cihên ji bo civînan bi kirê bigirin. Heta, polîsê carekê komcivîneke me belav kir. Ez û Heinz, em tu caran rastî nefreteke ew qas mezin nehatibûn. Mirovên li Ûgandayê ne wisa bûn. Ew nazik bûn, û wan hez dikir ku guh bidin mizgîniyê. Gelo çi alî me dikir ku em li hemberî van zehmetiyan sebir bikin?
Me ji hevaltiya bi xwişk û birayan re kêf distand. Ew dilxweş bûn ji ber ku wan Yehowa nas kiribû, û ew ji bo desteka me şikirdar bûn. Em gişt nêzîkî hev diman, û me alî hevdû dikir. Ji wan serpêhatiyan, em hîn bûn ku eger em herî zêde bala xwe bidin ne problemên xwe, lê hewcedariyên mirovan, em dikarin li her derê dilxweş bin.
Sala 2007an: Li buroya Bulgaristanê
Bi zeman re, rewşa me baştir bû. Di sala 1998an de, teşkîlata me dîsa hat tescîlkirin, û pir wext derbas nebû ku gelek weşanên me bi zimanê Bulgarî hatin weşandin. Di sala 2004an de, buroyeke nû hat vekirin. Îro li Bulgaristanê 57 civat û 2.953 mizgînvan hene. Sala xizmetê ya çûyî, 6.475 kes hatin Bîranînê. Berê, li bajarê Sofyayê tenê pênc xwişk hebûn, lê niha neh civatên me hene. Me bi rastî jî dîtiye ku “malbata biçûk” bû “hezar kes” (Îşaya 60:22).
ZEHMETIYÊN ŞEXSÎ
Di emrê xwe de, ez gelek caran nexweş ketim. Bi salan, di bedena min de çend caran tumor çêbûbû. Carekê di serê min de tumorek çêbû. Min tedawiya radyasyonê stand, û min li Hindistanê emeliyateke 12 saetan derbas kir ku tumor bi piranî bê derxistin. Piştî ku min li buroya Hindistanê îstirahet kiribû, em vegeriyan Bulgaristanê.
Wê demê, ba Heinz nexweşiya Huntington derket. Ji ber vê nexweşiya genetîk, li wî zor dihat ku bimeşe, xeber bide û hereketên xwe kontrol bike. Her ku halê wî xerabtir dibû, ew hewceyî alîkariya min bû. Barê min carinan pir giran bû, û min meraq dikir ka çi wê çêbe. Lê belê, birayekî ciwan ê bi navê Bobi her tim gazî Heinz dikir ku bi wî re derkeve xizmetê. Bobi ji ber xeberdana Heinz yan hereketên wî yên bêkontrol şerm nedikir. Gava min nikaribû alî Heinz bikira, Bobi her tim hazir bû ku destekê bide me. Ez û Heinz, me her çi qas qerar dabû ku di vê dinyayê de zarokan neynin jî, Bobi hediyeyeke ji Yehowa bû. Ew ji me re bû wek kur (Marqos 10:29, 30).
Bi ser de, Heinz bi kanser jî ket. Çi heyf e ku di sala 2015an de, hevalê minî delal wefat kir. Piştî mirina Heinz, min nizanibû ku çi bikim. Min nikaribû bawer bikira ku ew êdî tune ye. Ew tim di hişê min de ye, qey ew hê sax e (Lûqa 20:38). Ez gotinên wî yên nazik û şîretên wî yên baş her roj tînim bîra xwe. Ez ji bo salên ku me bi hev re xizmet dikir pir şikirdar im.
EZ JI BO DESTEKA YEHOWA ŞIKIRDAR IM
Di hemû tengasiyên min de, Yehowa ji min re bûye destek. Ez her çi qas yeke fediyok bûm jî, wî alî min kir ku ez bibim mizgînvaneke wezîfedar (2. Tîmotêyos 1:7). Şikir ji Yehowa re, ez û xwişka mine biçûk, em her du jî di xizmeta tamrojî de ne. Niha ew bi zilamê xwe, yê ku çavdêrê herêmê ye, diçe civatên Sirbî yên li Ewropayê. Belê, Yehowa cewab daye duayên ku bavê min gelek sal berê kiribûn.
Lêkolîna Kitêba Pîroz hizûrê dide min. Di demên zehmet de, ez hîn bûme ku wek Îsa Mesîh “hê jî zêdetir” dua bikim (Lûqa 22:44). Yehowa bi rastî jî cewab daye duayên min. Mesela, xwişk û birayên li civata Nadejdayê (Sofya) li hemberî min pir nazik û dilovan in. Ew min gazî mala xwe dikin û gelek caran tînin zimên ku ew çi qas qîmetê didin min. Ev yek dilê min pir şa dike.
Ez gelek caran xeyal dikim ku rabûna miriyan wê çawa be: Dê û bavê min li ber mala me sekinî ne û dîsa ciwan in, wek di roja daweta xwe de. Xwişka min xwarinê hazir dike. Heinz li cem hespê xwe sekinî ye. Fikirîna kûr alî min dike ku ez bi zêdeyî xemgîn nebim, lê ji Yehowa re şikirdar bim.
Gava ez jiyana xwe tînim bîra xwe û ber bi pêşerojê ve diçim, ez bi van gotinên Dawid Padîşah hemfikir im: “Ez bawer im ku ezê li diyarê jîndaran, bibînim qenciya Xudan. Li benda Xudan be, hêzdar û bizirav be; erê li benda Xudan be!” (Zebûr 27:13, 14).