KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Tebax r. 20-25
  • Tu Dikarî li Hemberî Xwestekên Nerast bi ser Bikevî?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Tu Dikarî li Hemberî Xwestekên Nerast bi ser Bikevî?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • ÎBLÎS DIXWAZE KU EM XWE ÇAWA HÎS BIKIN?
  • JI BER KU EM GUNEHKAR IN, DIBE KU EM XWE ÇAWA BIBÎNIN?
  • TU ÇAWA DIKARÎ BI SER BIKEVÎ?
  • XWE KONTROL BIKE
  • Li Hemberî Ceribandinê Hişyar Bimîne
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Piştî Vaftîzbûnê bi Dewamî li pey Îsa Mesîh Here
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Yehowa Rêya Xelasbûna ji Guneh û Mirinê Çawa Vekiriye?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Xwe Bispêre Yehowa û Qerarên Baş Bide
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Tebax r. 20-25

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 35

KILAM 121 Ji Me re Xwegirtin Lazim e

Tu Dikarî li Hemberî Xwestekên Nerast bi ser Bikevî

“Nehêlin ku guneh li ser jiyana we hukim bajo. Li gor xwestekên bedena xwe, ya ku dikare bimire, nekin” (ROMAYÎ 6:12).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku em çawa dikarin (1) li hemberî bêcesaretiyê micadele bikin û (2) li ber ceribandinê sist nekevin.

1. Çi tê serê hemû însanên qisûrdar?

CARINAN, dibe ku di dilê me de xwestekeke wisa çêbe, ya ku li Yehowa xweş nayê. Eger tiştekî wisa bê serê te, nefikire ku tu ji her kesî zêdetir têyî ceribandin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Hemû ceribandinên ku hûn rastî wan tên, hatine serê kesên din jî” (1. Korîntî 10:13). Yanî, li ba te kîjan xwesteka nerast hebe jî, bizane ku kesên din jî pê micadele dikin. Tu ne tenê yî, û bi alîkariya Yehowa, tu dikarî bi ser bikevî.

2. Dibe ku hin şagirtên Îsa Mesîh û xwendekarên Kitêba Pîroz bi çi bên ceribandin? (Li resiman jî binêre.)

2 Wekî din, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Her kes bi vê yekê ku ew ji aliyê xwesteka xwe ve tê kişandin û xapandin, tê ceribandin” (Aqûb 1:14). Mirov bi tiştên cuda tên ceribandin. Mesela, li hin kesan belkî zor tê ku bi kesekî ji cinsê din re bêexlaqiyê nekin. Li hin kesan jî belkî zor tê ku bi kesekî ji eynî cinsî re bêexlaqiyê nekin. Li hin kesên ku dev ji temaşekirina li pornografiyê berdaye belkî pir zor tê ku dîsa dest bi vê yekê nekin. Li hin kesên ku madeyên narkotîk bi kar dianîn yan bi zêdeyî alkol vedixwar belkî pir zor tê ku xwe ji van tiştan dûr bigirin. Hin xwestekên nerast, ên ku dikarin bikevin dilê şagirtên Îsa Mesîh û xwendekarên Kitêba Pîroz, ev in. Belkî tu jî carinan wek Pawlosê şandî hîs dikî, yê ku wisa gotibû: “Gava ez dixwazim tiştê rast bikim, ji hundirê min xerabî derdikeve” (Romayî 7:21).

Mirov dikare ji nişka ve bê ceribandin (Li paragrafa 2yan binêre)c


3. Eger xwestekeke nerast ji dilê te dernekeve, dibe ku tu xwe çawa hîs bikî?

3 Eger xwestekeke nerast ji dilê te dernekeve, dibe ku tu xwe bêçare hîs bikî, qey tu nikarî li hemberî ceribandinê bi ser bikevî. Wekî din, dibe ku tu xwe bêhêvî hîs bikî, qey Yehowa wê te mehkûm bike ji ber ku ev xwesteka nerast li ba te heye. Lê bawer be ku her du fikir jî ne rast in. Di vê meqaleyê de, emê li ser du pirsan bisekinin: (1) Ev yek ku kesek xwe bêçare û bêhêvî hîs dike ji ku tê? (2) Gelo tu çawa dikarî li hemberî xwestekên nerast micadele bikî?

ÎBLÎS DIXWAZE KU EM XWE ÇAWA HÎS BIKIN?

4. (a) Îblîs çima dixwaze ku em xwe bêçare hîs bikin? (b) Di micadeleya xwe de, em çima bêçare nînin?

4 Wexta ku em tên ceribandin, Îblîs dixwaze ku em xwe bêçare hîs bikin. Ji ber vê yekê, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku bila ew wisa dua bikin: “Nehêle ku em bikevin ceribandinê, lê me ji destê Îblîs xelas bike” (Meta 6:13). Îblîs dibêje ku eger însan bên ceribandin, ewê guh nedin Yehowa (Eyûb 2:4, 5). Gelo Îblîs çima wisa difikire? Çimkî ew bi xwe ket bin tesîra xwesteka xwe, û wî nexwest ji Yehowa re dilsoz bimîne. Xuya ye ku ew difikire ku em jî mîna wî ne, ku emê jî li ber ceribandinê guh nedin Yehowa. Heta, Îblîs difikirî ku Kurê Xwedê dikare bi destê ceribandinê ji rêya rast bê derxistin (Meta 4:8, 9). Lê di micadeleya li hemberî xwestekên nerast de, gelo em bi rastî bêçare ne? Na! Wek Pawlosê şandî, em jî wisa dibêjin: “Ez dikarim her tiştî bi destê Xwedê, yê ku qewetê dide min, bikim” (Filîpî 4:13).

5. Em ji ku dizanin ku Yehowa bawer e ku em dikarin di micadeleya xwe de bi ser bikevin?

5 Nêrîna Yehowa ji nêrîna Îblîs bi temamî cuda ye. Yehowa bawer e ku em dikarin li hemberî xwestekên nerast bi ser bikevin. Em vêya ji ku dizanin? Çimkî Yehowa ji berê ve gotibû ku gelek kesên dilsoz wê di tengasiya mezin de sax bimînin. Ka bîne ber çavê xwe ku maneya vê çi ye. Yehowa, yê ku nikare derewan bike, dibêje ku ne tenê hin kes, lê gelek kes wê bi “xiftanên spî” bikevin dinyaya nû. Maneya vê ev e ku Yehowa wan wek kesên paqij dibîne (Peyxam 7:9, 13, 14, Mizgînî). Eşkere ye ku Yehowa nafikire ku em di micadeleya li hemberî xwestekên nerast de bêçare ne.

6-7. Îblîs çima dixwaze ku em xwe bêhêvî hîs bikin?

6 Îblîs dixwaze ku em xwe ne tenê bêçare, lê bêhêvî jî hîs bikin, qey Yehowa wê me mehkûm bike ji ber ku li ba me xwestekên nerast hene. Bi eslê xwe, yê ku bêhêvî ye, Îblîs e, çimkî Yehowa ew mehkûm kiriye. Ewê nikaribe heta hetayê bijî, lê ewê bê helakkirin (1. Mûsa 3:15; Peyxam 20:10). Îblîs bê guman dixwaze ku em jî xwe bêhêvî hîs bikin, bi xisûsî ji ber ku bereketa ku ji destê wî hatiye standin êdî li ber me ye. Lê belê, em bêhêvî nînin. Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa “naxwaze ku kesek helak bibe, lê dixwaze ku hemû tobe bikin” (2. Petrûs 3:9). Belê, Yehowa naxwaze me mehkûm bike, lê ew dixwaze alî me bike.

7 Fikra ku em di micadeleya li hemberî xwestekên nerast de bêçare û bêhêvî ne, bi eslê xwe li Îblîs xweş tê. Eger em vêya rind fehm bikin, emê hê jî zêdetir bixwazin li hemberî wî saxlem bisekinin (1. Petrûs 5:8, 9).

JI BER KU EM GUNEHKAR IN, DIBE KU EM XWE ÇAWA BIBÎNIN?

8. Ji xeynî kirinên nerast, peyva guneh tê çi maneyê? (Zebûr 51:5) (Li “Not”ê jî binêre.)

8 Ji xeynî Îblîs, faktoreke din jî heye, ya ku dikare bibe sebeb ku em xwe di micadeleya li hemberî xwestekên nerast de bêçare û bêhêvî hîs bikin. Gelo ev faktor çi ye? Halê meyî gunehkar, ê ku me ji Adem û Hewayê mîras standiyea (Eyûb 14:4; Zebûr 51:5 bixwîne).

9-10. (a) Gunehkariyê çawa ser Adem û Hewayê tesîr dikir? (Li resim jî binêre.) (b) Gunehkarî çawa ser me tesîr dike?

9 Ka bifikire ku halê gunehkar ê Adem û Hewayê çawa ser wan tesîr dikir. Piştî ku wan qanûna Yehowa binpê kiribû, wan xwe veşart û hewl da ku bedenên xwe dadin. Çavkaniyek di heqê gunehê Adem û Hewayê de wisa dibêje: “Guneh bû sebeb ku ew xwe sûcdar hîs bikin, xeman bikişînin, bitirsin û şerm bikin” (Insight on the Scriptures). Qey Adem û Hewa di maleke wisa de man ku tê de tenê ev çar ode hebûn. Wan dikaribû ji odeyekê derbasî odeyeke din bibin, lê wan nikaribû ji malê derkevin. Belê, wan nikaribû ji halê xweyî gunehkar birevin.

10 Halê me helbet ji her aliyî ve wek halê Adem û Hewayê nîne. Bi saya fîdyeyê – ya ku li ser wan tesîr nake – rê vebûye ku gunehên me bên efûkirin û em nêzîkî Xwedê bibin (1. Korîntî 6:11). Dîsa jî, me guneh û qisûrdarî ji wan mîras standiye. Loma, em jî xwe sûcdar hîs dikin, xeman dikişînin, ditirsin û şerm dikin. Kitêba Pîroz dibêje ku însan hê di bin destê guneh de ne: “Heta mirin li ser mirovên ku eynî wek Adem guneh nekir jî hukim ajot” (Romayî 5:14). Çi heyf e ku wisa ye, lê dîsa jî, ne lazim e ku em xwe bêçare û bêhêvî hîs bikin. Gelo em çawa dikarin ji hîsên wisa bifilitin?

Adem û Hewayê bi rûreşî ji baxçeyê Adenê derdikevin. Kincên ji çerm li wan in.

Guneh bû sebeb ku Adem û Hewa xwe sûcdar hîs bikin, xeman bikişînin, bitirsin û şerm bikin (Li paragrafa 9an binêre)


11. Eger em xwe bêçare hîs bikin, gerek em çi bikin, û çima? (Romayî 6:12)

11 Gava em xwe bêçare hîs dikin, qey em nikarin li hemberî xwestekên nerast bi ser bikevin, gerek em guh nedin dengê gunehkariya xwe. Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em “nehêlin ku guneh li ser jiyana [me] hukim bajo” (Romayî 6:12 bixwîne). Yanî, eger xwestekên me yên nerast hebin jî, em dikarin ji wan birevin û qerarê bidin ku emê li gor wan hereket nekin (Galatî 5:16). Eger Yehowa bawer nebûya ku em dikarin li hemberî ceribandinê qayîm bisekinin, wiyê ev yek ji me nexwesta (5. Mûsa 30:11-14; Romayî 6:6; 1. Selanîkî 4:3). Xuya ye ku di micadeleya li hemberî xwestekên nerast de, em bêçare nînin.

12. Eger em xwe bêhêvî hîs bikin, gerek em çi bikin, û çima?

12 Mîna vê, gava em xwe bêhêvî hîs dikin, qey Yehowa wê me mehkûm bike ji ber ku xwestekên me yên nerast hene, gerek em guh nedin gunehkariya xwe. Gelo çima? Çimkî Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa Xwedê halê meyî gunehkar fehm dike (Zebûr 103:13, 14). Ew di heqê me de “her tiştî dizane”. Mesela, ew dizane ku xwestekên me yên nerast çawa bi gunehkariya me ve girêdayî ne (1. Yûhena 3:19, 20). Heta ku em li gor xwestekên xwe yên nerast hereket nekin, em dikarin li ber Yehowa bibin xwediyê wijdanekî rehet. Gelo em vêya ji ku dizanin?

13-14. Eger di dilê me de xwestekên nerast hebin, gelo ev yek tê maneya ku Yehowa ji me ne razî ye?

13 Li gor Kitêba Pîroz, di nav xwestekên nerast û kirinên nerast de ferqeke mezin heye. Carinan ne di destê mirov de ye ku xwestekeke nerast bikeve dilê wî, lê dîsa jî, ew dikare vê xwestekê kontrol bike û vê xerabiyê neke. Mesela, di sedsala yekê de, hin xwişk û birayên ji civata Korîntê berê homoseksuel bûn. Pawlosê şandî wisa nivîsî: “Hin ji we kesên wisa bûn.” Gelo ev yek tê maneya ku xwestekên homoseksuel êdî qet nediketin dilê wan? Na. Pir zor e ku mirov ji xwestekên wisa bi temamî bifilite, loma îhtimal heye ku xwestekên wisa carinan diketin dilê wan. Lê belê, Yehowa ew wek kesên paqij didîtin, çimkî wan êdî li gor xwestekên xwe yên nerast hereket nedikir (1. Korîntî 6:9-11). Mîna wan, em jî dikarin di çavê Yehowa de kesên paqij bin.

14 Xwestekên te yên nerast her çi bin jî, tu dikarî bi ser bikevî. Eger tu nikarî wan bi temamî ji dilê xwe derxî jî, tu dikarî xwe bigirî û “li gor xwestekên xwe yên gunehkar û fikrên xwe hereket” nekî (Efesî 2:3). Gelo tu çawa dikarî vêya bikî û li hemberî xwestekên nerast bi ser bikevî?

TU ÇAWA DIKARÎ BI SER BIKEVÎ?

15. Ji bo ku em di micadeleya li hemberî xwestekên nerast de bi ser bikevin, çima muhîm e ku em li hemberî xwe durist bin?

15 Ji bo ku tu li hemberî xwestekên nerast bi ser bikevî, gerek tu bi duristî qebûl bikî ku hin kêmasiyên te hene. Xwe bi “fikrên şaş” nexapîne (Aqûb 1:22). Mesela, eger tu ji xwe re bibêjî, “Kesên din ji min zêdetir vedixwin” yan “Eger jina min bi min zêdetir eleqedar bûya, minê li pornografiyê temaşe nekira”, wê pir zor be ku tu xwe ji tiştên nerast dûr bigirî. Loma, li bahaneyan negere, û sûcê xwe neavêje ser kesên din (Galatî 6:7).

16. Ji bo ku tu ya rast bikî, gerek tu çi bikî?

16 Ji xeynî vê, pir muhîm e ku tu ji xwe re bikî armanc ku tu nekevî bin tesîra kêmasiyên xwe (1. Korîntî 9:26, 27; 1. Selanîkî 4:4; 1. Petrûs 1:15, 16). Pê derxe ku tu herî zêde bi çi û kengê têyî ceribandin. Mesela, gava tu westiyayî yî yan gava saet êdî dereng e, dibe ku li te zortir bê ku tu li hemberî ceribandinê qayîm bisekinî. Xwe ji berê ve hazir bike û bifikire ku eger tu bêyî ceribandin, tuyê çi bikî (Methelokên Silêman 22:3).

17. Em dikarin ji serpêhatiya Ûsiv çi dersê bistînin? (1. Mûsa 39:7-9) (Li resiman jî binêre.)

17 Bîne bîra xwe ku gava jina Potîfar dixwest bi Ûsiv re bêexlaqiyê bike, Ûsiv çawa di cih de ji wê derê reviya (1. Mûsa 39:7-9 bixwîne). Em dikarin ji vê serpêhatiyê çi dersê bistînin? Berî ku jina Potîfar dixwest Ûsiv ji rê derxe, Ûsiv jixwe qerar dabû ku ewê çi bike. Mîna vê, tu jî dikarî ya rast ji xwe re bikî armanc berî ku tu bêyî ceribandin. Eger tu wisa bikî, tuyê bi hêsanî bikarî ya rast bikî, çimkî te jixwe qerar dabû ku wisa bikî.

Kolaj: 1. Ûsiv ji jina Potîfar direve. Kincê wî di destê wê de maye. 2. Li mektebê, birayekî ciwan cîlweyên keçikekê red dike.

Gava tu têyî ceribandin, wek Ûsiv bike (Li paragrafa 17an binêre)


XWE KONTROL BIKE

18. Tu çawa dikarî li hemberî xwestekên nerast bi ser bikevî? (2. Korîntî 13:5)

18 Ji bo ku tu di micadeleya li hemberî xwestekên nerast de bi ser bikevî, pir muhîm e ku tu bi dewamî kontrol bikî ka halê te çawa ye (2. Korîntî 13:5 bixwîne). Fikir û kirinên xwe car caran di ber çavan re derbas bike, û eger lazim be, xwe serrast bike. Mesela, gava tu cara dawîn hatî ceribandin, gelo li te zor hat ku tu rasterast bêjî “Na”? Eger wisa bû, xwe mehkûm neke, lê bifikire ku careke din, tu çawa dikarî xwe baştir biparêzî. Ji xwe bipirse: “Ez çawa dikarim fikrên nerast zûtir ji hişê xwe derxim? Ji ber tiştên ku ez dixwînim yan li wan temaşe dikim, gelo li min zor tê ku ez xwe ji xwestekên nerast dûr bigirim? Gava ez tiştekî bêexlaq dibînim, gelo ez rûyê xwe di cih de jê dizivirînim? Her çi qas lazim be ku ez xîret bikim ku xwe bigirim jî, gelo ez fehm dikim ku qanûnên Yehowa çima ji bo xêra min in?” (Zebûr 101:3).

19. Çima muhîm e ku em şaşiyên biçûk jî nekin?

19 Wekî din, li bahaneyan negere. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Dil ji her tiştî xapînoktir e” (Yêremya 17:9). Îsa Mesîh jî gotibû ku “fikrên xerab ji dil derdikevin” (Meta 15:19). Mesela, piştî demekê, kesekî ku dev ji temaşekirina li pornografiyê berdaye dikare bifikire ku ji bo wî ne bitalûke ye ku ew li resmên tehrîkdar binêre heta ku tê de kesên tazî neyên dîtin. Yan jî, ew dikare bifikire ku problem nîne ku ew tiştên nerast xeyal bike heta ku ew wan neke. Bi eslê xwe, dilê xayîn bi vî awayî ji bo “xwestekên xwe yên nefsê” planan çêdike (Romayî 13:14). Gelo tu çawa dikarî xwe ji vê talûkeyê biparêzî? Pir muhîm e ku tu xwe bi “fikrên xerab” nexapînî û şaşiyên biçûk jî nekî, yên ku dikarin te ber bi şaşiyeke mezintir ve bibin.b

20. Di micadeleya xwe de, em çima bêçare û bêhêvî nînin?

20 Yehowa alî me dike ku em li hemberî ceribandinê bi ser bikevin. Wekî din, li ser esasê fîdyeyê, gunehên me dikarin bên efûkirin, û em dikarin heta hetayê di dinyaya nû de bijîn. Em bi hesret li benda wê rojê ne ku emê êdî bikarin bi hiş û dilekî pak ji Yehowa re xizmet bikin. Lê heta wê demê, ne lazim e ku em xwe di micadeleya li hemberî xwestekên nerast de bêçare û bêhêvî hîs bikin, çimkî Yehowa hazir e ku destekê bide me!

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Eger em xwe bêçare û bêhêvî hîs bikin, çi dikare alî me bike ku em ji van hîsan bifilitin?

  • Ji bo ku ‘guneh li ser jiyana me hukim neajo’, em dikarin çi bikin?

  • Em çawa dikarin xwe bi dewamî kontrol bikin?

KILAM 122 Sebat Bike

a NOT: Di Kitêba Pîroz de, peyva “guneh” gelek caran tê maneya kirineke nerast yan xerab, mesela dizîkirin, zinakirin yan kuştin (2. Mûsa 20:13-15; 1. Korîntî 6:18). Lê di hin ayetan de, peyva “guneh” tê maneya qisûrdariya ku li ba her kesî heye – li ba kesên ku hê guneh nekiriye jî.

b Ka bala xwe bidê ku berî ku xortê ku Methelokên Silêman 7:7-23 behsa wî dike bêexlaqî kir, wî çend şaşiyên biçûk kirin.

c RESIM: Aliyê çepê: Birayekî ciwan, ê ku li kafeyekê rûniştî ye, du zilamên homoseksuel dibîne. Aliyê rastê: Xwişkek du kesan dibîne, yên ku cixare dikişînin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne