SERPÊHATÎ
Yehowa Alî Me Kiriye ku Em ‘li Cihê ku Em Hatin Çandin, Şîn Bibin’
“LI CIHÊ ku hûn tên çandin, şîn bibin.” Ev tewsiye hinek ecêb xuya dike. Lê belê, ka em bibînin ku Ann-Catrin û Mats, jin û mêrekî ji Swêdê, li cihên ku ew hatin “çandin” ji vê tewsiyeyê çawa feyde didît.
Di sala 1979an de, Ann-Catrin û Mats çûn Mekteba Gîleadê. Piştî vê, ew hatin şandin Îran, Maurîtius, Myanmar, Tanzanya, Ûganda û Zaîreyê. Şîreta ku wan li Mekteba Gîleadê ji mamosteyê xwe Jack Redford stand alî wan kir ku ew li cihên nû serkeftî bin. Ka em guh bidin wan.
Mats, ka ji me re bibêje ku tu çawa bûyî Şahidê Yehowa.
Mats: Di dema Şerê Cîhanê yê Diduyan, bavê min li Polonyayê dijiya. Li wê derê, wî di Dêra Katolîk de pir durûtî didît. Dîsa jî, wî gelek caran digot: “Rojekê, ezê dînê rast helbet bibînim!” Bi zeman re, bi rastî jî wisa bû. Gava ez ciwan bûm, min ji xwe re gelek kitêbên kevn dikirîn. Yek ji wan, kitêbeke bi navê Rastiya ku ber bi Jiyana Herheyî ve Dibe bû. Navê kitêbê pir bala min kişand, û şeva ku min ew kirî, min ew heta dawiyê xwend. Gava bû sibeh, min êdî fehm kir ku min rêya rast dîtiye!
Ji Nîsana 1972yan û pê ve, min gelek weşanên din ên Şahidên Yehowa xwendin, û bi alîkariya wan weşanan, min cewabên pirsên xwe yên li ser Kitêba Pîroz standin. Min xwe wek bazirganê ji çîroka Îsa Mesîh hîs dikir, ê ku hemû mal û milkê xwe firot ku moriyeke giranbiha ji xwe re bikire. Min jî plana xwe ku ez herim zanîngehê û bibim hekîm “firot”, yanî dev jê berda, da ku ez bikarim ji xwe re ‘moriya’ rastiyê bikirim (Meta 13:45, 46). Di 10ê Kanûna 1972yan de, ez vaftîz bûm.
Di hundirê salekê de, dê û bavê min û birayê minî biçûk jî rastiya Kitêba Pîroz qebûl kir, û ew vaftîz bûn. Di Tîrmeha 1973yan de, min dest bi xizmeta tamrojî kir. Di nav pêşengên jîr û jêhatî yên civata me de, xwişkeke delal a bi navê Ann-Catrin hebû, ya ku ji Yehowa pir hez dikir. Dilê me ket hev, û di sala 1975an de, em zewicîn. Piştî dawetê, em çar sal li bajarê Strömsundê man. Li vî bajarê xweşik, gelek kes hazir bûn ku guh bidin mizgîniyê.
Ann-Catrin: Gava hindik mabû ku bavê min zanîngehê xelas bike, wî di heqê mizgîniyê de bihîst. Wê demê, ez tenê 3 mehî bûm, lê bavê min ez dibirim civînan û xizmetê. Diya min ji vê aciz dibû, û wê dixwest îsbat bike ku baweriya Şahidên Yehowa şaş e. Lê belê, wê nikaribû ev yek îsbat bikira, loma bi zeman re, ew jî vaftîz bû. Gava ez 13 salî bûm, ez vaftîz bûm, û gava ez 16 salî bûm, ez bûm pêşeng. Piştî ku min ji bo demekê li bajarekî bi navê Umeå, yê ku mizgînvan li wê derê hindik bûn, xizmet kiribû, ez bûm pêşenga xisûsî.
Piştî daweta me, me alî çend kesan kir ku ew werin ser rêya rastiyê. Yek ji wan, keçikeke bi navê Maivor bû. Vê keçikê dev ji kariyera xwe ya sporê berda û bi xwişka mine biçûk re pêşengî kir. Di sala 1984an de, ew bi hev re çûn Mekteba Gîleadê, û niha, ew li Ekuadorê wek mizgînvanên wezîfedar xizmet dikin.
Ji we re gotibûn “li cihê ku hûn tên çandin, şîn bibin”. We çawa guh da vê şîretê?
Mats: Em gelek caran ji nû ve hatin “çandin”, yanî em hatin şandin cihên din. Ji bo ku em hînî wan cihan bin, me xîret dikir ku sifetên Îsa Mesîh – bi xisûsî dilnizmiya wî – ji xwe re emsal bigirin (Kolosî 2:6, 7). Mesela, li şûna ku em li bendê bin ku xwişk û birayên herêmî hînî me bin, me xîret dikir ku em hînî kultur û nêrînên wan bin. Her ku me Îsa Mesîh ji xwe re dikir emsal, me xwe li her derê wisa hîs dikir qey em li kêleka avê çandî ne (Zebûr 1:2, 3).
Me gelek rêwîtî dikir ku civatan ziyaret bikin
Ann-Catrin: Gava cihê darekê tê guhertin, ji darê re germiya rojê lazim e ku ew dîsa şîn bibe. Yehowa ji me re her tim “roj” bû (Zebûr 84:11). Ji bo ku em li cihên nû şîn bibin, wî dostaniya xwişk û birayên dilgerm ji me re tedarek dikir. Mesela, xwişk û birayên li civata me ya biçûk a li Tehranê (Îran) pir mêvanperwer bûn, wek di dema pêxemberan de. Meyê bixwesta li Îranê bimana, lê di Tîrmeha 1980yî de, Şahidên Yehowa ji aliyê dewletê ve hatin qedexekirin, û lazim bû ku em di hundirê 48 saetan de ji welêt derkevin. Hingê teşkîlatê em şandin Zaîreyê (niha wek Kongo tê binavkirin), li Afrîkayê.
Zaîre, sala 1982yan: Bîranînên xweş ên tayîna me
Gava ji me re gotin ku gerek em herin Afrîkayê, ez giriyam. Min bihîstibû ku li Afrîkayê mar û nexweşiyên xerab hene, û ez ji tiştên wisa pir ditirsiyam. Lê jin û mêrekî ku ji mêj ve çûbûn wê derê ji me re got: “Hûn qet neçûne wê derê. Hela herin û bibînin ku Afrîka cihekî çi qas xweş e!” Bi rastî jî wisa bû. Li wê derê, xwişk û bira pir dilgerm bûn. Heta, gava şeş sal bi şûn de lazim bû ku em ji Zaîreyê herin ji ber ku Şahidên Yehowa li wê derê hatin qedexekirin, min ji Yehowa re dua kir ku bila em li Afrîkayê bimînin.”
Di xizmeta Yehowa de, we çi bereket standine?
Tanzanya, sala 1988an: “Odeya” me ya razanê
Mats: Me mizgînvanên wezîfedar ên ji gelek kok û miletan nas kirin, û em bûn dostên hev. Li hin cihan, fersenda me hebû ku em bi gelek kesan re kursa Kitêba Pîroz derbas bikin. Carinan, her yekî ji me bi 20 kesan re kurs derbas dikir! Wekî din, hezkirin û mêvanperweriya xwişk û birayên Afrîkayî tim di bîra min de ye. Gava em li Tanzanyayê diçûn civatan û li kêleka malên xwişk û birayan di erebeya xwe de diman, ew li hemberî me “ji îmkana xwe zêdetir destvekirî bûn” (2. Korîntî 8:3). Di dawiya her rojê de, ez û Ann-Catrin, em rûdiniştin, me li ser tiştên ku wê rojê çêbûbûn xeber dida û ji Yehowa re spas dikir ji ber ku wî alî me kiribû. Me ji vê “saeta çîrokan” pir hez dikir.
Ann-Catrin: Jiyana di nav xwişk û birayên ji kok û miletên cuda de li min pir xweş dihat. Em çend zimanên nû hîn bûn, mesela Farsî, Fransizî, Lûganda û Swahîlî, û em hînî gelek kulturên cuda bûn. Me xwişk û birayên nû perwerde kirin, ji xwe re dostên baş dîtin û “mil bi mil” bi wan re di xizmeta Yehowa de kar kir (Tsêfanya 3:9).
Wekî din, em li her derê ji xweşikiya tebîetê re heyran diman. Her cara ku me di xizmeta Yehowa de wezîfeyeke nû distand, ji bo me wisa bû qey em diketin rêwîtiyekê, û Yehowa jî rêberê me bû. Bê Yehowa, meyê nikaribûya tiştên ew qas xweş bidîtana.
Tanzanya: Belavkirina mizgîniyê
Gava hûn rastî zehmetiyan dihatin, we çi dikir?
Mats: Bi salan, em bi çend nexweşiyên tropîkal ketin, mesela bi lerzeta (malarya). Wekî din, çend caran ji nişka ve lazim bû ku Ann-Catrin emeliyat bibe. Ji xeynî vê, me xema dê û bavên xwe yên emirmezin dixwar, loma em şikirdar in ku bi zêdeyî xwişk û birayên min û Ann-Catrinê ev mesûliyet stand ser milê xwe. Wan ev mesûliyet bi sebir, dilxweşî û hezkirin anî cih (1. Tîmotêyos 5:4). Me her çi qas ji dûr ve destek dida wan jî, em carinan aciz dibûn, çimkî me dixwest zêdetir alî wan bikira.
Ann-Catrin: Di sala 1983yan de, gava em li Zaîreyê bûn, ez bi kolerayê giran nexweş ketim. Doktor ji Mats re got: “Ecele bike, jina xwe îro ji vir derxe, bibe!” Rojek bi şûn de, em bi teyareyeke kargoyê çûn Swêdê, çimkî teyareyên din tune bûn.
Mats: Em difikirîn ku emê êdî nikaribin wek mizgînvanên wezîfedar xizmet bikin, loma em pir giriyan. Lê belê, doktor her çi qas gotibû ku Ann-Catrin wê qenc nebe, ew hêdî hêdî qenc bû, û salek bi şûn de, em hazir bûn ku vegerin Zaîreyê. Îcar, em çûn civateke biçûk a bi zimanê Swahîlî, ya ku li bajarê Lubumbashiyê bû.
Ann-Catrin: Gava em li Lubumbashiyê bûn, ez bihemle mam, lê zarokê min ji ber çû. Bi eslê xwe, me ji xwe re nekiribû armanc ku zarokan bînin dinyayê, lê dîsa jî, windakirina zarok ji bo min derdekî giran bû. Lê belê, gava em pir xemgîn bûn, Yehowa hediyeyeke nehêvîkirî da me. Wê demê, me bi gelek kesan re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Di hundirê çend mehan de, hejmara mizgînvanên civata me ji 35an hilkişiya 70yî, û hejmara kesên ku dihatin civînê ji 40î hilkişiya 220an. Em bi xizmetê gelek mijûl bûn, û bereketa Yehowa dilê min rehet kir. Dîsa jî, em gelek caran behsa zarokê xwe dikin û li ser wî difikirin. Em bi çar çavan li bendê ne ku Yehowa birîna dilê me bi temamî qenc bike.
Mats: Carekê, Ann-Catrin pir sist û bêhal ket. Ba min jî kansera kolonê ya dereceya çaran hat dîtin, û lazim bû ku ez emeliyat bibim. Lê îro, ez baş im, û Ann-Catrin jî îdare dike.
Me fehm kiriye ku yên ku rastî tengasiyan tên, ne tenê em in. Piştî komkujiya Rwandayê ya sala 1994an, em çûn ziyareta gelek xwişk û birayên ku di kampên penaberan de diman. Gava me bawerî, tehemul û mêvanperweriya wan dît, me rind fehm kir ku Yehowa qewetê dide xizmetkarên xwe ku ew bikarin li hemberî hemû tengasiyan sebir bikin (Zebûr 55:22).
Ann-Catrin: Di sala 2007an de, gava em ji bo pîrozkirina buroya nû çûn Ûgandayê, tiştekî xerab çêbû. Piştî bernameyê, em bi 25 Beytelvan û mizgînvanên wezîfedar re ketin rê ku herin bajarê Nairobiyê, li Kenyayê. Berî ku em gihîştin sînor, kamyonek ji nişka ve ji şerîda xwe derket û li me xist. Şofêr û pênc xwişk û bira di cih de canê xwe ji dest da, û xwişkeke din jî paşê li nexweşxaneyê wefat kir. Em pir xemgîn bûn, û em bi hesreta dîtina van dostên xwe ne (Eyûb 14:13-15).
Bi zeman re, birînên min ên derve qenc bûn. Lê belê, ez û Mats, me paşê jî ji ber stresa posttrawmatîk tengasî kişand. Carinan, ez nîvê şevê ji nişka ve hişyar dibûm, û min xwe wisa hîs dikir qey ez krîza dil derbas dikim. Gava wisa dibû, ez bi rastî jî ditirsiyam. Lê bi saya duayên ji Yehowa re û çend ayetên teselîdar, me tehemul kir. Wekî din, me ji alîkariya profesyonel pir feyde dîtiye. Nîşanên nexweşiya me êdî siviktir bûne, û em ji Yehowa re dua dikin ku bila ew alî me bike ku em bikarin dilê kesên din rehet bikin, ên ku ketine halekî wisa.
We got ku gava hûn di nav tengasiyan de bûn, Yehowa hûn wek “hêkên xav” hildigirtin. Maneya vê çi ye?
Mats: Ev gotin, ji biwêjeke bi zimanê Swahîlî tê. Çawa ku mirov hêkên xav bi dîqat hildigire ku ew neşikên, Yehowa jî di her tayîna me de bi awayekî nazik destek dida me. Hewcedariyên me her tim bi zêdeyî dihatin tedarekkirin. Mesela, me hezkirin û desteka Yehowa bi destê dilovaniya Koma Rêberiyê hîs dikir.
Ann-Catrin: Ez dixwazin behsa mîsalekê bikim ku Yehowa çawa bi awayekî nazik destek dida me. Rojekê, min bihîst ku bavê min li Swêdê ket nexweşxaneyê. Wê demê, Mats hê nû ji lerzetayê qenc bûbû. Pereyê me tune bû ku em bîletên teyareyê bikirin û herin welatê xwe, loma me qerar da ku erebeya xwe bifiroşin. Paşê, telefona me du car lêda. Pêşî, jin û mêrekî ku di heqê halê me de bihîstibû telefon kir, û wan got ku ew dixwazin heqê yek bîletê bidin me. Paşê, xwişkeke emirmezin jî ji me re telefon kir. Wê di qutiyekê de pere top kiribû û dixwest vî pereyî bide kesekî hewcedar. Belê, di nav çend deqeyan de, Yehowa hat hawara me! (Îbranî 13:6).
Di 50 salên xizmeta tamrojî de, hûn çi hîn bûne?
Myanmar: Tayîna me ya nû
Ann-Catrin: Min fehm kiriye ku eger em sakîn bimînin û bi Yehowa bawer bin, emê biqewet bin, û şerê me wê bibe şerê wî (Îşaya 30:15; 2. Dîrokan 20:15, 17). Li her cihê ku em hatin şandin, me çi ji destê me dihat dikir ku ji Yehowa re xizmet bikin. Di netîceyê de, me gelek bereket standine. Eger me rêyeke din hilbijarta, meyê nikaribûya ew qas bereket bistandana.
Mats: Ez rind hîn bûme ku çi dibe bila bibe, gerek ez xwe bispêrim Yehowa û li benda wî bisekinim (Zebûr 37:5). Wî her tim soza xwe aniye cih û alî me kiriye. Niha em li Beytela Myanmarê xizmet dikin, û îro jî, em dibînin ku ew soza xwe çawa tîne cih.
Em hêvîdar in ku gelek xwişk û birayên ciwan, ên ku dixwazin xizmeta xwe berfirehtir bikin, wê mîna me bibînin ku Yehowa çi qas dilrehm e. Em bawer in ku eger kesên ciwan îznê bidin ku Yehowa alî wan bike ku ew li cihê ku ew tên çandin, şîn bibin, ewê destê Yehowa bibînin.