KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Îlon r. 31
  • Pirsên Xwendevanan

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Pirsên Xwendevanan
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Malzemeya Eleqedar
  • ‘Kesekî ji We Wê Jiyana Xwe Winda Neke’
    Li ser Padîşahiya Xwedê Şahidiyeke Baş Bidin
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Îlon r. 31

Pirsên Xwendevanan

Nivîskarê Methelokên Silêman 30:18, 19 gotibû ku ew “riya mêran a bi keçikan” fehm nake. Maneya vê çi ye?

Gelek kes û hin zanyar jî meraq dikin ka maneya van ayetan çi ye. Temamiya van ayetan wisa ye: “Sê tişt hene hişê min ranagire, çar tişt hene ez ji wan fêm nakim: Li ezmanan riya teyran, di nav keviran de riya maran, di nav deryayê de riya gemiyan û riya mêran a bi keçikan” (Methelokên Silêman 30:18, 19).

Berê, em difikirîn ku maneya gotina “riya mêran a bi keçikan” negatîf e, çimkî ayetên berê behsa tiştên negatîf dikin, ên ku tu caran têr nabin û nabêjin “Bes e” (Methelokên Silêman 30:15, 16). Wekî din, ayeta 20an behsa “jina zinakar” dike, ya ku dibêje: “Min tu xerabî nekiriye.” Loma, çawa ku paşê nayê zanîn ku teyrek li ezmanan firiyabû, marek di nav keviran de rêve çûbû yan gemiyek di nav behrê de çûbû, em difikirîn ku paşê kes nizane ku mêrekî bi dizîka çi kiribû. Li ser esasê vê mantiqê, em difikirîn ku gotina “riya mêran a bi keçikan” behsa tiştekî xerab dike, qey xortek keçikekê dixapîne.

Lê belê, me êdî fehm kiriye ku ayet behsa tiştekî xerab nake. Nivîskar tenê behsa sê tiştan dikir, ên ku li ber çavê wî ecêb in.

Gotina Îbranî, ya ku di vê ayetê de derbas dibe, tê maneya tiştekî pozîtîf. Li gor çavkaniyekê, gotina Îbranî, ya ku di Methelokên Silêman 30:18 de wek “fêm nakim” hatiye tercûmekirin “tê maneya tiştekî ku kesek … wek tiştekî ecêb yan bêîmkan dibîne, heta tiştekî ku ew lê heyran dimîne” (Theological Lexicon of the Old Testament).

Wekî din, Crawford H. Toy, profesorekî ji Zanîngeha Harvardê gotibû ku bi dîtina wî, ev ayet behsa tiştekî negatîf nake, lê tenê behsa tiştên ku li ber çavê nivîskar ecêb in, dike.

Loma, em fehm dikin ku Methelokên Silêman 30:18, 19 behsa tiştên ecêb dike, yên ku em nikarin fehm bikin. Wek nivîskarê Kitêba Pîroz, em jî ecêbmayî dimînin ku teyr çawa difirin, mar çawa li ser zinaran diherikin, gemiyên giran çawa rêve diçin û xort û keçik çawa ji hevdû hez dikin û bi hev re bextewar dijîn.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne