KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Îlon r. 32
  • Îsa Mesîh “Hîn Bû ku Guhdar Be”

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Îsa Mesîh “Hîn Bû ku Guhdar Be”
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Îlon r. 32

GOTINÊN KITÊBA PÎROZ

Îsa Mesîh “Hîn Bû ku Guhdar Be”

Jixwe, Îsa Mesîh her tim guh dida Yehowa (Yûhena 8:29). Madem ku wisa ye, gelo Kitêba Pîroz çima wisa dibêje: “Ew bi cefayên ku wî kişandin, hîn bû ku guhdar be” (Îbranî 5:8).

Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, jiyana wî ji jiyana li ezmanan cuda bû. Mesela, dê û bavê wî her çi qas ji Xwedê hez dikir jî, ew mirovên qisûrdar bûn (Lûqa 2:51). Wî ji destê alimên dînî û hukimdaran tengasî dikişand (Meta 26:59; Marqos 15:15). Bi ser de, “wî xwe nizm kir û heta mirinê guhdar bû, belê heta mirina li ser darê îşkenceyê” (Filîpî 2:8).

Bi saya tiştên ku hatin serê wî, Îsa Mesîh li dinyayê bi awayekî nû “hîn bû ku guhdar be”. Bi vî awayî, ew bû kahînê mezin û padîşahekî kamil, ê ku ji halê me fehm dike (Îbranî 4:15; 5:9). Ji ber ku Îsa Mesîh ji cefayên ku wî kişandin, “hîn bû ku guhdar be”, di çavê Xwedê de qîmeta wî hê jî mezintir bû. Gava em li hemberî tengasiyan guhdar dimînin, di çavê Yehowa de qîmeta me jî zêde dibe, û rê vedibe ku ew me di îşê xwe de zêdetir bi kar bîne (Aqûb 1:4).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne