KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Mijdar r. 31
  • Pirsên Xwendevanan

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Pirsên Xwendevanan
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Malzemeya Eleqedar
  • Li Gor Kitêba Peyxamê, Çi wê Bê Serê Dijminên Xwedê?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
  • Ji Cinawirên Ecêb Netirse
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2019
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Mijdar r. 31

Pirsên Xwendevanan

“Fikra” ku Yehowa wê di demeke nêzîk de bixe dilê miletan, çi ye?

Li ser destpêka tengasiya mezin, Peyxam 17:16, 17 wisa dibêje: “Deh strûhên ku te dîtin û heywanê wehşî wê ji fahîşeyê nefret bikin. Ewê wê tazî û perîşan bikin, goştê wê bixwin û wê bi temamî bişewitînin. Çimkî Xwedê fikra xwe xist dilê wan ku ew daxwaza wî pêk bînin. Û ewê fikra xwe bînin cih, yanî serweriya xwe bidin heywanê wehşî heta ku gotinên Xwedê bên cih.” Berê, weşanên me digot ku “fikra” ku Yehowa wê bixe dilê miletan ev e ku dînê sexte helak bikin.

Lê belê, me dîtiye ku gerek em van ayetan bi awayekî din fehm bikin. “Fikra” ku Yehowa wê bixe dilê miletan ev e ku ew “serweriya xwe bidin heywanê wehşî”. Ji bo ku em fehm bikin ku ev gotin wê çawa bê cih, ka bala xwe bide van pirsan.

Ayet behsa kê dike? “Fahîşe” wek “Babîla Mezin” jî tê binavkirin û împaratoriya cîhanî ya dînê sexte temsîl dike. ‘Heywanê wehşî’, yê ku ‘rengê wî sor’ e, rêxistina aştiyê temsîl dike, ya ku di sala 1919an de wek Komeleya Neteweyan hatibû avakirin û niha wek Neteweyên Yekbûyî tê binavkirin (Peyxam 17:3-5). “Deh strûh” hemû hukûmetên ku piştgiriya heywanê wehşî dikin, temsîl dikin.

Eleqeya di nav fahîşe û heywanê sor de çi ye? Fahîşe li ser pişta heywanê wehşî “rûniştî” ye, destekê dide wî û hewl dide ku wî kontrol bike.

Çi wê bê serê fahîşeyê? Heywanê wehşî û deh strûhên ku piştgiriya wî dikin “wê ji fahîşeyê nefret bikin”. Ji ber nefreta xwe, ewê wê talan bikin û xerabiya wê eşkere bikin. Û ewê hukmê Yehowa bînin cih û wê bi temamî helak bikin (Peyxam 17:1; 18:8). Rêxistinên dînê sexte wê bi vî awayî ji holê rabin. Lê belê, berî ku ev yek çêbe, Yehowa wê bibe sebeb ku miletên dinyayê tiştekî ecêb û nehêvîkirî bikin.

Yehowa wê bibe sebeb ku miletên dinyayê çi bikin? Yehowa wê “fikra” xwe bixe dilê deh strûhan ku ew “serweriya xwe bidin heywanê [sor]” – yanî Neteweyên Yekbûyî (Peyxam 17:13). Ka bifikire ku maneya vê çi ye. Gelo hukûmetên dinyayê wê xwe bi xwe qerarê bidin ku qudret û otorîteya xwe bidin heywanê wehşî? Na! Kitêba Pîroz nîşan dide ku Xwedê wê bibe sebeb ku ew vêya bikin (Methelokên Silêman 21:1; li Îşaya 44:28 jî binêre). Gelo ev yek wê hêdî hêdî çêbe? Na! Wisa tê fehmkirin ku ev yek wê ji nişka ve çêbe. Paşê, heywanê wehşî wê hukmê Yehowa bîne cih û hemû rêxistinên dînê sexte bi temamî ji holê rake.

Di pêşerojê de çi wê çêbe? Ne hewce ye ku em bala xwe bidin nûçeyên ku nîşan didin ku hukûmetên dinyayê her ku diçe zêdetir piştgiriya Neteweyên Yekbûyî dikin. Ji nişka ve, Yehowa wê fikra xwe bixe dilê miletan ku ew hukimdariya xwe bidin heywanê wehşî. Hingê emê fehm bikin ku tengasiya mezin li ber şemûgê ye. Heta wê demê, “bila em hişyar bimînin û li ser hişê xwe bin”, çimkî guhertinên mezin li ber me ne! (1. Selanîkî 5:6).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne