GOTINÊN KITÊBA PÎROZ
Dayîna Xwe ya Ruhî bi Kar Bîne
Em pir qîmetê didin teşwîqa ku em ji xwişk û birayan distînin. Lê ji bo ku em teşwîqê bidin û bistînin, ne bes e ku em tenê bi hev re wextê derbas bikin. Kitêba Pîroz qabiliyeta me ku em îmana hevdû xurt bikin, wek “dayîneke ruhî” bi nav dike (Romayî 1:11, 12). Gelo em çawa dikarin vê dayînê bi awayekî baş bi kar bînin?
Dilê kesên din bi gotinên xwe xurt bike. Mesela, gava em li civînan cewaban didin, bila em bala guhdaran ne ser xwe, lê ser Yehowa, Peyva wî û xizmetkarên wî bikişînin. Gava em bi xwişk û birayan re sohbetê dikin, bila em li ser mijarên xweş bipeyivin, ên ku dilê wan xurt dikin.
Dilê kesên din bi qerar û kirinên xwe xurt bike. Mesela, hin kesan li hemberî problemên şexsî dev ji xizmeta tamrojî bernedaye. Hin kes jî ji ber karê xwe pir diwestin yan siheta wan ne baş e, lê dîsa jî, ew bi dewamî diçin civîna Jiyan û Xizmetê.
Gelo tu dilê xwişk û birayan bi gotin û kirinên xwe xurt dikî? Gelo tu jî hazir î ku dayînên wisa ji xwişk û birayan qebûl bikî?