“Di Yekîtiyê de Bimînin”
PAWLOSÊ şandî ji xwişk û birayên li Efesê re wisa got: “Bi hezkirinê bi hevdû re bêhnfireh bin. Bi saya ruhê pîroz hûn bûne yek. Loma di aştiyê de bin û xîret bikin ku hûn di yekîtiyê de bimînin” (Efesî 4:2, 3).
Yekîtiya di nav me de “bi saya ruhê pîroz” çêbûye. Wek Pawlos gotibû, gerek her yek ji me xîret bike ku em “di yekîtiyê de bimînin”.
Mesela, ferz bike ku kesekî erebeyek wek hediye daye te. Gelo mesûliyeta kê ye ku erebe bê xwedîkirin? Eger erebe xera bibe ji ber ku te ew rind xwedî nekiriye, ev yek sûcê kê ye? Ma sûcê wî kesî ye, yê ku ew wek hediye dabû te? Helbet na.
Mîna vê, yekîtiya di nav me de her çi qas hediyeyeke ji Xwedê be jî, mesûliyeta her yek ji me ye ku em vê yekîtiyê biparêzin. Eger di nav me û xwişk yan birayekî de aştî xera bûye, bila em ji xwe bipirsin: “Gelo ez çi ji destê min tê dikim ku meseleyê hel bikim û yekîtiyê biparêzim?”
“XÎRET BIKIN KU HÛN DI YEKÎTIYÊ DE BIMÎNIN”
Wek Pawlos gotibû, dibe ku carinan xîret lazim be ku em di yekîtiyê de bimînin, bi xisûsî eger xwişk yan birayekî dilê me êşandibe. Ji bo ku em yekîtiya di nav xwe de biparêzin, gelo tim lazim e ku em bi wî kesî re di heqê problemê de xeber bidin? Na, carinan dibe ku ev yek ne lazim be. Ji xwe bipirse: “Ji bo parastina yekîtiyê, gelo xeberdana li ser meseleyê wê feydeyê bîne yan jî problema di nav me de hê jî mezintir bike?” Carinan, rêya herî baş ev e ku em çavê xwe li ser meseleyê bigirin yan wî kesî efû bikin (Methelokên Silêman 19:11; Marqos 11:25).
Ji xwe bipirse: “Ji bo parastina yekîtiyê, gelo xeberdana li ser meseleyê wê feydeyê bîne yan jî problema di nav me de hê jî mezintir bike?”
Wek Pawlosê şandî nivîsîbû, bila em “bi hezkirinê bi hevdû re bêhnfireh bin” (Efesî 4:2). Li gor çavkaniyekê, ev cimle dikare wisa jî bê tercûmekirin: “Ew çawa bin jî, wan wisa qebûl bike.” Maneya vê ev e ku gerek em qebûl bikin ku xwişk û birayên me qisûrdar in, çimkî em jî qisûrdar in. Helbet em xîret dikin ku “şexsiyeta nû” li xwe bikin (Efesî 4:23, 24). Lê belê, em nikarin vêya bi awayekî bêqisûr bikin (Romayî 3:23). Eger em vê rastiyê qebûl bikin, wê li me hêsantir bê ku em “bi hevdû re bêhnfireh bin”, hevdû efû bikin û “di yekîtiyê de bimînin”.
Eger kesekî dilê me êşandibe, lê em meseleyê yan rû bi rû yan jî di dilê xwe de hel bikin, emê bikarin “di aştiyê de” bimînin. Wergera Mizgînî di vê ayetê de behsa “hevgirêdana aştiyê” dike. Peyva Yûnanî, ya ku wek “hevgirêdan” hatiye tercûmekirin, di Kolosî 2:19 de wek “pêgirêk” hatiye tercûmekirin. “Pêgirêk” bendên qewî ne, yên ku hestiyan bi hev ve girêdidin. Mîna vê, eger em ji hin gotin yan kirinên xwişk û birayan aciz bin jî, aştî û hezkirin wê alî me bike ku em nêzîkî wan bimînin.
Loma, gava kesek dilê me diêşîne yan me aciz dike, li şûna ku em bala xwe bidin qisûra wî, bila em xîret bikin ku em li hemberî wî dilşewat bin (Kolosî 3:12). Ji bîr neke ku her kes qisûrdar e, û bi îhtimaleke mezin, tu jî carinan dilê kesên din diêşînî. Fikirîna li ser vê yekê wê alî me bike ku em “di yekîtiyê de bimînin”.