KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • ijwyp meqale 99
  • Ez Çawa Dikarim Wijdanê Xwe Perwerde Bikim?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Ez Çawa Dikarim Wijdanê Xwe Perwerde Bikim?
  • Pirsên Ciwanan
  • Sernivîs
  • Wijdan çi ye?
  • Çima lazim e ku tu wijdanê xwe perwerde bikî?
  • Tu çawa dikarî wijdanê xwe perwerde bikî?
Pirsên Ciwanan
ijwyp meqale 99
Ciwanek difikire ku çi qerarê bide. Li ber wî du rê hene.

PIRSÊN CIWANAN

Ez Çawa Dikarim Wijdanê Xwe Perwerde Bikim?

Bi dîtina te, wijdan dişibe çi?

  • Xerîte

  • Neynik

  • Dost

  • Hakim

Çi balkêş e ku her çar cewab jî rast in! Ev meqale nîşan dide ku em çima wisa dibêjin.

  • Wijdan çi ye?

  • Çima lazim e ku tu wijdanê xwe perwerde bikî?

  • Tu çawa dikarî wijdanê xwe perwerde bikî?

  • Ciwanên din çi dibêjin?

Wijdan çi ye?

Wijdan dengê hundirîn e, yê ku ji te re dibêje ku çi rast e û çi şaş e. Kitêba Pîroz dibêje ku ew wek qanûnekê ye, a ku di dilê însanan de nivîsî ye (Romayî 2:15). Wijdanekî saxlem dikare alî te bike ku tu qerarên baş bidî yan ku tu fehm bikî ka qerarên te yên berê baş bûn yan xerab bûn.

  • Wijdanê te dişibe xerîteyekê. Ew rêya rast nîşanî te dide, da ku tu serê xwe nexî belayê.

  • Wijdanê te dişibe neynikekê. Ew nîşan dide ku tu ji aliyê exlaqê ve yekî çawa yî û di dilê te de çi heye.

  • Wijdanê te dişibe dostekî. Eger tu guh bidê, ew dikare şîretên bifeyde bide te û alî te bike ku tu serkeftî bî.

  • Wijdanê te dişibe hakimekî. Wexta ku tu tiştekî xerab dikî, ew te sûcdar derdixîne.

Ciwanek li lîstikên kompîturê dinêre û difikire ka kîjan lîstik minasib e.

Wijdanekî perwerdekirî dikare alî te bike ku tu qerarên baş bidî

Ders: Wijdan hacetekî bifeyde ye, yê ku dikare alî te bike ku tu (1) qerarên baş bidî û (2) şaşiyên xwe serrast bikî.

Çima lazim e ku tu wijdanê xwe perwerde bikî?

Kitêba Pîroz ji me re dibêje ku bila em wijdanê xwe paqij bihêlin (1. Petrûs 3:16). Eger wijdanê te nehatibe perwerdekirin, ev yek pir zor e.

“Min ji dê û bavê xwe re derew dikirin û nedigot ku ez li ku derê bûm. Di serî de, wijdanê min aciz dibû, lê hêdî hêdî, ez difikirîm ku ev yek tiştekî mezin nîne” (Jennifer).

Dawiya dawî, Jenniferê guh da dengê wijdanê xwe û ji dê û bavê xwe re got ku wê çi dikir.

Tu çi difikirî? Wê baştir bûya ku wijdanê Jenniferê ew kengê hişyar bikira?

“Jiyaneke durû pir zehmet e. Piştî ku wijdanê te îzin da ku tu qerarekê xerab bidî, êdî rê vedibe ku tu dîsa qerarekê xerab bidî” (Matthew).

Hin kes qet guh nadin dengê wijdanê xwe. Kitêba Pîroz di heqê wan de wisa dibêje: “Şerma rûyê xwe unda kirine” (Efesî 4:19, Mizgînî, bi zimanê Kafkazê).

Ka bifikire: Gelo kesên ku ji kirinên xwe şerm nakin bi rastî jî dilxweş in? Zû dereng, ew rastî çi probleman tên?

Ders: Ji bo ku tu bibî xwediyê wijdanekî baş, lazim e ku têgihîştina te bê perwerdekirin, da ku tu karibî qencî û xerabiyê ji hev derxî (Îbranî 5:14).

Tu çawa dikarî wijdanê xwe perwerde bikî?

Ji bo perwerdekirina wijdanê xwe, lazim e ku tu kirinên xwe li gor hin prensîpan bidî ber hev. Hin kes li gor fikrên van kesan hereket dikin:

  • Malbat û derdor

  • Ciwanên din

  • Kesên bi nav û deng

Lê belê, prensîpên Kitêba Pîroz ji fikrên însanan bilindtir in, çimkî Kitêba Pîroz bi îlhama Xwedê hatiye nivîsandin, ê ku Xaliqê me ye û rind dizane ku çi ji bo me xêr e (2. Tîmotêyos 3:16).

Ka bala xwe bide hin mîsalan.

PRENSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Em dixwazin di her tiştî de bi awayekî rast rêve herin” (Îbranî 13:18).

  • Gava fersend dikeve destê te ku tu li mektebê di îmtihanekê de neduristiyê bikî, ji dê û bavê xwe re derewan bikî yan tiştekî bidizî, ev prensîp çawa dikare li ser wijdanê te tesîr bike?

  • Eger wijdanê te alî te bike ku tu di her tiştî de durist bî, tuyê hem îro hem di pêşerojê de çi feydeyan bibînî?

PRENSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Ji fuhûşê birevin” (1. Korîntî 6:18).

  • Wijdanê te çawa dikare alî te bike ku tu ji pornografiyê û ji bêexlaqiyê birevî?

  • Eger tu li gor vê prensîpê hereket bikî, tuyê hem îro hem di pêşerojê de çi feydeyan bibînî?

PRENSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Li hember hev keremdar û dilovan bin û … li hevdû bibihûrin” (Efesî 4:32).

  • Gava şeredev dikeve nava te û xwişk yan birayê te yan hevalekî te, ev prensîp çawa dikare li ser te tesîr bike?

  • Eger wijdanê te te dehf bide ku tu keremdar û dilovan bî, tuyê hem îro hem di pêşerojê de çi feydeyan bibînî?

PRENSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Yehowa … ji kesê ku ji zordariyê hez dike, nefret dike” (Zebûr 11:5, NWT).

  • Li gor vê prensîpê, wê baş be ku tu ji xwe re çi cure fîlm yan lîstikên kompîturê hilbijêrî?

  • Eger wijdanê te bibe sebeb ku tu hin fîlm yan lîstikên zordar red bikî, tuyê hem îro hem di pêşerojê de çi feydeyan bibînî?

SERPÊHATÎ: “Lîstikên kompîturê, yên ku min û hevalên min ji wan hez dikir, tijî zordariyê bûn. Paşê, bavê min ji min re got ku gerek ez lîstikên wisa nelîzim. Loma, min lîstikên wisa êdî li malên hevalên xwe dilîstin. Gava ez dihatim malê, min nedigot ku min çi dikir. Bavê min halê min dipirsî, min jî digot ku her tişt baş e. Rojekê, min Zebûr 11:5 xwend, û wijdanê min ez xwarim. Min fehm kir ku gerek ez dev ji wan lîstikên kompîturê berdim, û îcar, min bi rastî jî wisa kir. Gava hevalekî min dît ku min dev ji lîstikên zordar berda, wî jî dev ji wan berda” (Jeremy).

Ka bifikire: Wijdanê Jeremy ew kengê nerihet kir, û wî kengê guh da wijdanê xwe? Tu ji serpêhatiya Jeremy çi hîn dibî?

Ders: Wijdanê te nîşan dide ku tu kî yî û nêrînên te çi ne. Gelo wijdanê te di heqê te de çi nîşan dide?

Ciwanên din çi dibêjin?

Alexis.

“Wijdanê me her çi qas bizane ku çi rast e û çi şaş e jî, ev yek nayê maneya ku emê bi otomatîk ya rast bikin. Xerîte her çi qas rêya rast nîşan bide jî, lazim e ku em bi xwe qerarê bidin ku li gor rêberiya xerîteyê rêve herin” (Alexis).

Lionel.

“Wijdan ne wek qefesekê ye, ya ku em tê de girtî ne, lê wek rêyeke emîn e, ya ku me dibe ber bi hedefa me. Wijdanê me îşaretên exlaqî datîne, yên ku me ji talûkeyan diparêzin” (Lionel).

Isabella.

“Ez hîn bûme ku li gor wijdanê kesên din qeraran nedim. Min wijdanê xwe perwerde kiriye, loma gava ez ji ber tiştekî aciz dibim, gerek ez guh bidim dengê wijdanê xwe. Gerek ez ji bo xatirê kesên din ji rêya xwe şaş nebim” (Isabella).

Bîne bîra xwe: Ez çawa dikarim wijdanê xwe perwerde bikim?

  • Bîne ber çavê xwe ku prensîpên Xwedê çi qas biqîmet in. Kitêba Pîroz bi îlhama Xwedê hatiye nivîsandin, ê ku Xaliqê me ye û ew rind dizane ku çi ji bo me xêr e.

  • Wijdanê xwe bi prensîpên Kitêba Pîroz bide ber hev. Tu çawa dikarî fikrên Xwedê hê jî zêdetir bixî dilê xwe?

  • Li gor prensîpên Kitêba Pîroz bimeşe. Bila prensîpên Kitêba Pîroz li ser qerarên te tesîr bikin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne