KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mrt meqale 89
  • Selametiya Jinan – Nêrîna Kitêba Pîroz

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Selametiya Jinan – Nêrîna Kitêba Pîroz
  • Mijarên Din
  • Sernivîs
  • Nêrîna Xwedê ya li ser jinan çi ye?
  • Çi wê alî te bike ku birînên te qenc bibin?
  • Gelo Xwedê wê zordariya li hemberî jinan bîne dawiyê?
Mijarên Din
mrt meqale 89
Jinên ji cure cure miletan.

Selametiya Jinan – Nêrîna Kitêba Pîroz

Li seranserê dinyayê bi milyonan jin û keçik rastî zordariyê tên. Gelo tu yek ji wan î? Ev meqale cesaretê dide jinên ku rastî zordariyê tên.

“Gava ez zarok bûm, birayê minî mezin her roj li min dixist û heqaret li min dikir. Piştî ku ez zewicîm, xwesûya min jî ez nizm dixistim. Ji bo xwesû û xezûrê xwe ez wek xulam bûm. Min dixwest xwe bikujim.” – Madû,a Hindistan.

Li gor Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, “zilm û zordariya li hemberî jinan problemeke cîhanî ye”. Ev rêxistin texmîn dike ku yek ji sê jinan herî kêm carek rastî zordariya fîzîkî yan cinsî hatiye.

Eger tiştekî wisa hat serê te jî, belkî tu xwe li tu derê di emniyetê de hîs nakî, ji ber ku tu ditirsî ku ji aliyê kesekî ve rastî heqaret yan zordariya fîzîkî yan cinsî bêyî. Ji ber ku tu jin î û rastî zordariyê têyî, belkî tu difikirî ku piraniya mirovan qedrê jinan nagirin. Lê gelo Xwedê li jinan çawa dinêre?

Jinikek Kitêba Pîroz dixwîne.

Li gor Kitêba Pîroz, selametiya jinan muhîm e

Sûretê jinikeke ku Kitêba Pîroz dixwîne.

Nêrîna Xwedê ya li ser jinan çi ye?

Ayet: “[Xwedê] ew bi awayê nêr û mê afirandin” (1. Mûsa 1:27).

Mane: Xwedê hem jin hem mêr afirand. Ew qîmetê dide hem jinan hem mêran. Ji ber vê yekê, ew dixwaze ku mêr “wek ku ew ji xwe hez dike, ji jina xwe hez bike” û her gava wê kontrol neke. Wekî din, gerek ew zordariyê li wê neke û heqaretê li wê neke (Efesî 5:33; Kolosî 3:19). Belê, selametiya jinan ji bo Xwedê muhîm e.

“Gava ez zarok bûm, ez ji aliyê merivên xwe ve rastî îstismara cinsî dihatim. Gava ez 17 salî bûm, patronê min ez tehdîd dikirim ku eger ez bi wî re ranekevim, ewê min ji îş derxe. Û gava ez êdî mezin bûm, zilamê min, dê û bavê min û cîranên min ez nizm dixistim. Lê wexta ku min Yehowab Xwedê nas kir, min dît ku ew qîmetê dide jinan. Vê yekê ez îqna kirim ku ew ji min hez dike û ez di çavê wî de biqîmet im.” – Maria, Arjantîn.

Sûretê jinikeke ku guh dide jinikeke din.

Çi wê alî te bike ku birînên te qenc bibin?

Ayet: “Dost hene ji bira jî nêzîktir in” (Methelokên Silêman 18:24).

Mane: Dostên rastîn wê destekê bidin te. Eger tu dixwazî, dilê xwe ji kesekî pêbawer re veke.

“20 sal min ji tu kesî re nedigot ku ez rastî îstismara cinsî dihatim. Loma ez xemgîn bûm û ez ketim depresyonê. Lê gava min ji kesekî ku hazir bû guh bide min re dilê xwe vekir, qey kevirekî mezin ji ser dilê min ket.” – Elif, Tirkiye.

Ayet: “Hemû xemên xwe bixin destê [Xwedê], çimkî ew bi we eleqedar e” (1. Petrûs 5:7).

Mane: Gava tu dua dikî, Xwedê te bi rastî dibihîze (Zebûr 55:22; 65:2). Ji ber ku ew bi te eleqedar e, ew dikare nîşanî te bide ku tu yeke biqîmet î.

“Gava min Yehowa ji nêzîk ve nas dikir, birînên dilê min hêdî hêdî qenc dibûn. Niha ez dizanim ku ez dikarim ji Yehowa re dua bikim û dilê xwe ji wî re vekim. Ew wek dostê rastîn e, yê ku min rind fehm dike.” – Ana, Belize.

Sûretê jinikeke ku li jor dinêre.

Gelo Xwedê wê zordariya li hemberî jinan bîne dawiyê?

Ayet: “Ji bo dayina heqê bêkes û neçaran, ya Xudan, te bihîst bangkirina hejaran. … Da ku zilamê ji axê, nebe sedemê tirsê” (Zebûr 10:17, 18).

Mane: Di demeke nêzîk de, Yehowa wê dawiya hemû bêedaletiyê û zordariya li hemberî jinan bîne.

“Gava ez hîn bûm ku Yehowa di demeke nêzîk de zordariya li hemberî jinan û keçan bîne dawiyê, ev yek ji bo birîna dilê min bû wek melhem. Ez dilrehet bûm.” – Roberta, Meksîk.

Bibîne ku Kitêba Pîroz çi hêviyê dide te, tu çima dikarî baweriya xwe bi sozên wî bînî, û gotinên Kitêba Pîroz çawa dikarin teseliyê bidin te. Şahidên Yehowa dikarin di vê yekê de alî te bikin. Tu dikarî ji kesê ku ev belavok daye te zêdetir melûmatê bixwazî.

Vê meqaleyê ji bo çapkirinê daxe.

a Navên di vê meqaleyê de hatine guhertin.

b Yehowa navê şexsî ya Xwedê ye (Zebûr 83:18). Li meqaleya bi navê “Yehowa Kî ye?” (bi Kurmanciya Qafkasyayê) binêre.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne