KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • ijwbq meqale 25
  • Gelo Aştî wê Çawa Çêbe?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Gelo Aştî wê Çawa Çêbe?
  • Pirsên li ser Kitêba Pîroz
  • Sernivîs
  • Cewaba Kitêba Pîroz
Pirsên li ser Kitêba Pîroz
ijwbq meqale 25
Mirovên ji cure-cure miletan

Gelo Aştî wê Çawa Çêbe?

Cewaba Kitêba Pîroz

Aştî wê ne bi destê mirovan, lê bi saya Padîşahiya Xwedê çêbe. Padîşahê vê Padîşahiyê Îsa Mesîh e. Bala xwe bide ku Kitêba Pîroz li ser bereketên vê Padîşahiyê çi dibêje.

  1. Xwedê wê “li seranserê dinyayê şeran bisekinîne” û aştiyê bîne (Zebûr 46:9, NWT; Lûqa 2:14).

  2. Padîşahiya Xwedê wê ji ezmanan li ser tevahiya erdê hikum bajo (Danîêl 7:14). Ewê miletperestiyê ji holê rake û bi vî awayî şeran tune bike.

  3. Padîşahê Padîşahiya Xwedê – yanî Îsa Mesîh – wek “Serokê Aştiyê” tê bi nav kirin, û ewê aştiya daîmî bîne (Îşaya 9:6, 7).

  4. Kesên ku dev ji şerkirinê nakin wê nikaribin li cenetê bijîn, çimkî Xwedê “ji her kesê ku ji zordariyê hez dike, nefret dike” (Zebûr 11:5, NWT; Methelokên Silêman 2:22).

  5. Xwedê rêyî xizmetkarên xwe dide ku gerek ew çawa di aştiyê de bijîn. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Ewê şûrên xwe bikin gîsin û rimên xwe bikin kêrên rezvanan. Tu milet wê şûrê xwe li dijî miletekî din hilnede, û ewê êdî cengê hîn nebin” (Îşaya 2:3, 4, NWT).

Li seranserê dinyayê, bi milyonan Şahidên Yehowa ji Xwedê hîn dibin ku çawa di aştiyê de bijîn (Metta 5:9). Belê, em ji cure cure kok û miletan in û di zêdetirî 230 welatî de dijîn, lê em tu caran şer nakin.

Şahidên Yehowa îro hîn dibin ku di aştiyê de bijîn

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne