KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • ijwfq meqale 23
  • Şahidên Yehowa Çima Narin Şer?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Şahidên Yehowa Çima Narin Şer?
  • Pirsên Pir Tên Pirsîn
  • Sernivîs
  • Feydeya Wan li Mirovan Heye
Pirsên Pir Tên Pirsîn
ijwfq meqale 23
Leşker bi çekên xwe.

Şahidên Yehowa Çima Narin Şer?

Ji ber çend sebeban, Şahidên Yehowa narin şer:

  1. Ew guhdariya Xwedê dikin. Kitêba Pîroz dibêje ku xizmetkarên Xwedê “wê şûrên xwe bikin gîsin û rimên xwe bikin kêra rezvaniyê” (Îşaya 2:4, Mizgînî)

  2. Ew guhdariya Îsa Mesîh dikin. Îsa Mesîh ji hevalê xwe Petrûs re wisa gotibû: “Şûrê xwe bixe kalanê wî. Çimkî her kesê ku şûr bikişîne, ewê bi şûr bê kuştin” (Metta 26:52). Bi van gotinan, Îsa Mesîh zelal kiribû ku şagirtên wî gerek bi çek û sîlehan şer nekin.

    Wekî din, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku gerek ew nebin qismekî vê dinyayê (Yûhenna 17:16). Ji ber vê yekê, ew tev li siyasetê nabin. Ew li hemberî hukûmetan serî ranakin û ji kesên ku dixwazin bibin leşker re nabin asteng.

  3. Ew ji însanan hez dikin. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku bila ew “ji hevdû hez bikin” (Yûhenna 13:34, 35). Li seranserê dinyayê, şagirtên Îsa Mesîh xwişk û birayên hev in û tu carî bi hev re şer nakin (1. Yûhenna 3:10-12).

  4. Ew Mesîhiyên pêşîn ji xwe re emsal digirin. Li gor çavkaniyekê, “şagirtên Îsa yên pêşîn şer nedikir û xizmeta leşkeriyê nedikir”, çimkî tiştên wisa li “hemberî gotinên Îsa ne, yê ku riya hezkirinê hîn dikir û digot ku gerek mirov ji dijminên xwe jî hez bike” (Encyclopedia of Religion and War). Alimekî bi navê Peter Meinhold jî di heqê wan Mesîhiyên pêşîn de wisa got: “Bi dîtina wan, mirov nikare hem Mesîhî be hem leşker be.”

Feydeya Wan li Mirovan Heye

Şahidên Yehowa emniyeta welatên ku ew li wan dijîn nakin talûkeyê. Li gor van qanûnên Kitêba Pîroz, ew guhdariya hukûmetan dikin û qedrê wan digirin:

  • “Bila her kes bi ya hukûmeta li ser xwe bike” (Romayî 13:1).

  • “Tiştên Qeyser bidin Qeyser û tiştên Xwedê bidin Xwedê” (Metta 22:21).

Ji ber ve yekê, em li gor qanûnan dijîn, em bacê didin dewletê û em ji bo xêra însanan bi dewletê re hevkariyê dikin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne