KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • rq ders 8 r. 16-17
  • Jîyana Malbatê Ku Xwedê Dilxweş Dike

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Jîyana Malbatê Ku Xwedê Dilxweş Dike
  • Xwedê Li Me Çi Dawa Dike?
  • Malzemeya Eleqedar
  • Malbat Çawa Dikare Dilşad Be?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Li Mala Me Hizûr Çawa Dibe?
    Guh Bide Xwedê û Her Bijî
  • Jin û Mêr Çawa Dikarin Jiyaneke Xweş bi Hev re Derbas Bikin?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
Xwedê Li Me Çi Dawa Dike?
rq ders 8 r. 16-17

Ders 8

Jîyana Malbatê Ku Xwedê Dilxweş Dike

Di malbatê de cîhê mêr li kuderê ye? (1)

Divê mêr bi jina xwe re çawa bitevger e? (2)

Berpirsiyarîyên bav çi ne? (3)

Di malbatê de cîhê jinê li ku ye? (4)

Xwedê ji dê û bav, û ji zaroyan çi dixwaze? (5)

Pirtûka Pîroz di derheqa veqetandinê û berdandinê de çi dibêje? (6, 7)

1. Pirtûka Pîroz dibêje mêr sermiyanê malbatê ye. (1. Korîntî 11:3) Ji mêrekî re destûra tenê yek jinekî heye ku divê bi wê re bi qanûnê zewicî be.—1. Tîmotêyos 3:2; Tîtos 3:1.

2. Divê mêr wekî ji xwe hez dike ji jina xwe hez bike. Îsa çawa bi şagirtên xwe miamele kir, divê mêr jî herweha bike. (Efesî 5:25, 28, 29) Gerek mêr qet tucarî li jina xwe nede yan bi wê miamela tal û xirab neke. Na, divê ew giranbiha û hirmeta jina xwe zanibe.—Kolosî 3:19; 1. Petrûs 3:7.

3. Gerek bav ji bo îhtiyacên malbata xwe pir kar bike. Ewê miqeyed be ku jin û zaroyên wî têr bin, cil û starek wan hebe. Divê bav miqeyed be ku ji bo malbata xwe îhtiyacên ruhî jî tedarik bike. (1. Tîmotêyos 5:8) Ew bo alîkariyê ji malbata xwe re serokatiyê jî dike ku ew li ser Xwedê û daxwaziyên wî hîn bibin.—5. Mûsa 6:4-9; Efesî 6:4.

4. Gerek e jin ji mêrê xwe re bibe alîkarîyek baş. (1. Mûsa 2:18) Divê ew wekî din, ji bo hînkirin û perwerdekirina zaroyên xwe ji mêrê xwe re bibe destek. (Methelokên Silêman 1:8) Yahowa ji jinê dixwaze ku ew bi hez malbata xwe xwedî bike. (Methelokên Silêman 31:10, 15, 26, 27; Tîtos 2:4, 5) Divê ew bo mêrê xwe hirmeta kûr nîşan bide.—Efesî 5:22, 23, 33.

5. Xwedê ji zaroyan dixwaze ku ew itaetkarên dê û bavên xwe bin. (Efesî 6:1-3) Ji dê û bavan ew dixwaze ku ew zaroyên xwe perwerde û kêmasiyên wan rast bikin. Dê û bav mecbûrin ku seba zaroyên xwe dema wan hebe, bi wan Pirtûka Pîrozê vekolînin û baldarên îhtiyacên wanên ruhî û hesî bin. (5. Mûsa 11:18, 19; Methelokên Silêman 22:6, 15) Dê û bav gerek tucar zaroyên xwe bihişkî yan bêdilovanî nedin cezakirin.—Kolosî 3:21.

6. Eger jin û mêr nikaribin bi hev re derbaj bikin, divê ew wekî pend û şîreta Pirtûka Pîroz bimeşin. Pirtûka Pîroz şîret dike ku mirov amade be bi dilovanî hevûdin bibexşîne. (Kolosî 3:12-14) Li gor gotina Xwedê seba pirsgirêkên piçûk ji hev veqetandin çare nîne. Lê belê jinek dikare biryarê bide ku mêrê xwe terk bike, eger mêr (1) îdarekirina malbata xwe bi rik red bike, (2) eger ew evqas zordar be saxî û jîyana wê di talûkê de be, yan jî (3) eger mixalefeta wî evqas dijwar be ku ew nikaribe ji Yahowa re peresdar be.—1. Korîntî 7:12, 13.

7. Jin û mêr mecbûrin ku dilsozên hev bin. Zîna gunehkarîyek li dijî Xwedê, jin û mêr e. (Îbranî 13:4) Tenê zîna yanî têkiliyên cinsî yên derveyî şûyê xwe, li gor Nivîsên Pîroz sebebe ku yek mesîhî bikaribe şûyê xwe berde û dîsa bizewice. (Metta 19:6-9; Romayî 7:2, 3) Eger mirov hevûdin berdin û bi kesekî din re bizewicin, lê belê sebeba ku ne li gor Pirtûka Pîroz be, Yahowa ji wê nefret dike.—Maleyaxî 2:14-16.

[Wêneyên li rûpelên 16, 17]

Bavek dilovan li pêwîstiyên malbata xwe yên madî û ruhî çavdêrî dike

[Wêneyê li rûpela 17]

Xwedê ji dê û bavan dixwaze, ku ew zaroyên xwe perwerde û kêmasiyên wan rast bikin

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne