Ders 9
Pêwîste Xizmetkarên Xwedê Pak Bin
Çima pêwîste ku em di her alî de pak bin? (1)
Mane û wateya van çi ne: Pakbûna ruhî? (2) Pakbûna exlaqî? (3) Pakbûna fikrî? (4) Pakbûna bedenî? (5)
Divê em ji kîjan zimanê nepak dûrbin? (6)
1. Yahowa Xwedê pak û pîroz e. Ew ji peresdarên xwe dixwaze, ku ew di aliyê ruhî, exlaqî, bedenî û fikrî de pak bin. (1. Petrûs 1:16) Ku em di nezera Xwedê de pak bimînin, qîretek pir mezin lazim e. Em di dinyayek nepak de dijîn. Wekî din pêwîste ku em li dijî meyilên xwe yên nerind û xirab tekoşînê bikin. Lê belê divê em ji vê tekoşîne dev bernedin.
2. Pakbûyina ruhî: Eger em bixwazin bibin xulamê Yahowa, lazim e ku hîç têkilî û hevbendiyên me bi hînkirin û edetên dîn yan olê sexte nebe. Em mecbûrin olê sexte terk bikin û wê bi hîç şiklî destek nekin. (2. Korîntî 6:14-18; Peyxam 18:4) Piştî hînbûyîna rastiya li ser Xwedê, pêwîste em xwe ji wan kesên bi nerastiyên xwe, me şaş dikin biparêzin.—2. Yûhenna 10, 11.
3. Pakbûyina exlaqî: Yahowa dixwaze ku peresdarên wî hergav wekî mesîhiyên rast bijîn. (1. Petrûs 2:12) Ew her tiştên hetako em bi dizî jî dikin dibîne. (Îbranî 4:13) Divê em ji bêexlaqî û edetên nepakiyên vê dinyayê dûr bimînin.—1. Korîntî 6:9-11.
4. Pakbûyina fikrî: Eger em zêhnê xwe bi fikrên pak tijî bikin, ewê rêveçûna me jî pak be. (Filîpî 4:8) Lê belê eger fikrên me li ser tiştên nepak bisekinin, ewê karên me jî xirab bin. (Metta 15:18-20) Gerek em ji her kêfxweşiya karibe zêhnê me gemar û pîs bike dûr bimînin. Em dikarin bi lêkolîna Gotina Xwedê zêhnê xwe bi fikr û ramanên pak tijî bikin.
5. Pakbûyina bedenî: Jiber ku mesîhî Xwedê temsîl dikin, divê beden û cilên wan pak bin. Piştî avdasxanê û berî xwarinê yan jî xwarinhazirkirinê gerek em destê xwe bişon. Eger li derdor û hêla me lexem yanî coyên binerdî tunebe, divê nepakiya mirovan werin binerdkirin. (5. Mûsa 23:12, 13) Pakbûyina bedenî alîkariya saxiyê dike. Der û hindurê mala mesîhiyek divê pak û bi rêkûpêk be. Divê mala me di komel û derdorê de numûneyek baş be.
6. Axaftina zimanekî pak: Pêwîste ku xulamên Xwedê hergav rastiyê bibêjin. Wê derewkar nekevin Padîşahiya Xwedê. (Efesî 4:25; Peyxam 21:8) Mesîhî bi zimanekî xirab qise nakin. Ew guhdariya nukteyên gemar yan çîrokên nepak nakin û tiştên wisa nabêjin. Jiber ku ew xwediyê zimanekî pakin, di dibistan, karxane û derdorê de baş tên naskirin.—Efesî 4:29, 31; 5:3.
[Wêneyên li rûpela 18, 19]
Pêwîste ku xizmetkarên Xwedê di her alî de pak bin